Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê şehîdê Antî Teror, Hebûn Kobanê (Osman Qewas) ku 25’ê Kanûna 2024’an li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle spartin axê.
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî rêveberiya Xweser beşdarî merasîma veşartina cenazeyên şehîd Hebûn Kobanê bûn.
Di merasîmê de deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hat girtin. Piştre hevseroka Desteya Jîngehê Almas Romî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bejna xwe li hemberî darbestê cangoriyê azadiyê tewand.
Almas diyar kir ku şehîd rêya heqîqet û azadiyê nîşanî me didin û canê xwe ji bo gelê gelê xwe û axa xwe feda dikin û wiha domand: “Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û xwedî li rûmeta wan derkevin. Ji ber ku bi saya berxwedana şehîdên xwe, em bi aramî li ser axa xwe jiyan bikin. Weke ku tê zanîn em di qonaxeke herî hesas re derbas dikin qonaxeke ku em hebûna xwe careke din li ser rûyê erdê û cîhanê îsbat bikin. Raste em di qonaxeke herî zehmet de jiyan dikin, lê ne bi qasî kêliyeke ku şehîdên me li hember dijmin li ber xwe dan û têkoşiyan.”
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Çelebiyê Esead Ebûd ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û axaftina xwe wiha dom kir: “Her çiqasî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe li ser herêma me pêk bîne, lê tu carî bi vîna me nikare. Her tim hêz û vîna me xurt e. Bi saya şehîdên me, vîna me xurt e. Dewleta Tirk nikare hêza me bişikîne, ji ber ku şehîdên me hene, şervanên me yên di eniya şer de henem, lewra tu carî vîn û hêza me naşikê.”
Li ser navê malbata şehîd, Apê Şehîd Hebûn Kobanê, Ismaîl Qewas got: “Şehîd Hebûn her tim dilsozê heval, hogir û axa xwe bû. Şehîdên me xwestin hebûna gelê xwe careke din di dîroka Cîhanê de bi tîpên zêrîn binivisînin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Hebûn Kobanê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat veşartin.