Cenazeyê endamên navenda tenduristiyê Omer Hesen, Mahîr Mihemed, welatiyên sivîl Hêza Mihemed û hevjînê wê Edhem Elî û endamê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Osman Îbrahîm ên li Bendava Tişrînê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li başûrê bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê, endamên partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser û yên civaka sivîl beşdarî merasîma şehîdên doza azadiyê bûn.
Di merasîmê de deqeyek rêz ji bo giyanê cangoriyên azadiyê hat girtin, piştre Hevserokê Desteya Jîngehê a Kantona Firatê Arîf Balî, sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da. Arîf Balî got: “Em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe misoger bikin. Bi saya şehîdan em gihiştine vê astê. Ji ber vê yekê em ê xwîna wan li erdê nehêlin.”
Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cûd Mihemed, jî diyar kir ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagiker de bi dehan kes birîndar û şehîd bûne û got ku zarok, pîr, jin û kal dijmin hemû sivîl dike hedef. Cûd Mihemed got, “Ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan êrîşên hovane ne.”
Rêveberiyê Têkiliyê Hêzên Ewlekariya Hundirî a Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê Şêx Ayid Hadî wiha got: “Em sersaxiyê ji malbata şehîdan re dixwazin. Em diyar dikin ku em ê tu carî dest ji xeta şehîdên xwe bernedin. Em weke pêkhateyên Ereb, Kurd û Çerkes û hemû pêkhateyên din xwedî li rêya şehîdan derkevin û divê em destê xwe bidin hev ku em êrîşên dagirkeriyê têk bibin.”
Rêveberiya Kombûna Zenûbiya ya Kantona Reqayê Fatimê Salih Îbrahîm jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker êrişî sivîlan dike û got: “Armanca dewleta Tirk ew e ku qirkirinê di nava gel de çêbike, lê gelê me xwedî wê mîrasa şehîdane, divê gelê me xwedî li destketiyên şehîdan derkevin.”
Li ser navê malbata şehîd Hêza Mihemed û Edhem Elî Xanim ev tişt hatin gotin: “Şehîdên me xwestin bi hemû hêza xwe li kêlek şervanên xwe bin û bendava Tişrînê biparêzin. Ji ber vê yekê berê xwe dan bendavê. Dewleta Tirk a dagirek raste Hêza Mihemed û Edhem Elî şehîd kirin, lê vaye em ê heta dawiyê li pey xeta wan bin û rêya wan bişopînin.”
Keça şehîd Osman Îbrahîm Sîlvana Îbrahîm jî wiha got: “Ez soz didim bavê xwe ku tola bavê xwe ji dewleta Tirk a dagirker hilînin. Serê me bi şehîdên me bilinde.”
Piştre wesîqeya şehadetê ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîdên doza azadiyê bi tilîliyên dayîkan û bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hatin veşartin.