Malbatên şehîdan ji bo bîranîna şehîdên Meha Îlon û Cotmehê li pakrewangeha Şehîd Dicle li hev civiyan û li ser gorên şehîdan find pêxistin.
Bibîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Bozî axivî. Bozî bi soza şopandina rêya şehîdan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji her demê zêdetir ew ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan bin.
Herî dawî ji bo hemû şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Dicle find hatin pêxistin û şehîd hatin bibîranîn.