Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parlamenterên DEM Partiyê ji bo nexweşa penceşêrê Evîn Zapsû serî li ÎHÎK’ê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji fîlozofê Emerîkî Caputo piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeha Iraqê biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Divê girtiyên nexweş derhal bêne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Karê ne ewle û keda bê bersiv xizaniya jinê mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2025’an de 285 hezar kes rastî tundiya hevjînan hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşanê bavek keça xwe ya 16 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo Sûrê rêveberiya xwecihî
Kurdistan

Ji bo Sûrê rêveberiya xwecihî

Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol diyar kir ku wê ji bo Sûrê rêveberiyeke ji cih û xwecihî ava bikin û rewşa dîrokî û çandî ya navçeyê biparêzin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji Hevşaredarên Navçeya Sûrê ya Amedê Gulan Fatma Onkol pêvajoya hilbijartinê û çavdêriyên xwe yên destpêkê yên li şaredariyê ji ANF’ê re nirxand.

 

Gulan Fatma Onkol anî ziman ku bi destpêkirina karên hilbijartinê re wan li Sûrê tevî rêxistina navçeyê û gel dest bi kar kirin û bi ruhekî seferberiyê yê mezin xebitîn. Gulan Fatma Onkol diyar kir ku destpêkê ew bi hilbijêrên bê biryar re rûniştin û got, “me xwe gihand gelê xwe û qala xisarên qeyûm kir. Em li ser girîngiya xwedîderketina li îradeya xwe axivîn. Roja hilbijartinê jî weke dewama karên xwe em li dibistanan geriyan û xwedî li dengê xwe derketin. Ji bo me 31’ê Adarê gelekî girîng bû. Bajarên me 8 sal in bi mejiyê qeyûm dihatin birêvebirin û îradeya gelê me hatibû desteserkirin. Gelekî girîng bû ku gel li ber qeyûm rabû û xwedî li dengê xwe derket. Li dijî polîtîkaya tinehesibandinê hilbijartina xwedîderketina li îradeya Kurdan bû.”

ŞEHÎDÊ DEMOKRASIYÊ EMÎN ÇELÎK

Gulan Fatma Onkol diyar kir ku di roja hilbijartinê de bûyereke neyînî qewimî û got, “Berdevkê me yê qadê û wezîfedarê me yê li dibistanê hevalê me Emîn bi rengekî hovane hate qetilkirin. Me şehîdê xwe yê demokrasiyê spart axê. Tevahiya rojê li wî gundî û gundên derdorê rageşiyeke mezin hebû. Pevçûnê bi saetan dewam kir. Mixabin ne rewşeke welê ye ku em xerîbê wê ne. Di hilbijartinê de li dijî hêzên demokrasiyê gelek bûyerên bi vî rengî qewimîn û diqewimin.”

PIŞTÎ HILBIJARTINÊ BUDÇEYA KIRÊKIRINA WESAYITAN A JI MILYONEK LÎREYÎ

Gulan Fatma Onkol anî ziman ku ew serketina li Sûrê û serketina hilbijartinê diyarî Emîn Çelîk dikin û mazbatayên xwe jî ji bo wî wergirtin, wê her tim dilsozê têkoşîna wî bin.

Gulan Fatma Onkol anî ziman ku wan mazbatayên xwe bi derengî wergirtin û got, “Me dît ku di nava çend rojên dawî de hewl dan qaseya şaredariyê, hesabên şaredariyê vala bikin. Karê me yê li ser lêkolînkirina daneyan dewam dikin. Mixabin di 4’ê Nîsanê de jî bi milyonek TL’yî wesayitek ji cihekî hatiye kirêkirin. Her wiha me tespît kir ku li gelek deveran deyndar bûne. Lêkolînên me hîn jî dewam dikin.”

BILA SÛR BIBE BAJARÊ JIN, ZAROK Û ASTENGDARAN

Gulan Fatma Onkol herî dawî got, “Sûr navçeyeke ku bi tena serê xwe gelekî xweser e. Xwedî gelek cihêrengiyan e. Malovaniyê ji gelek çand, rewşên dîrokî yên cuda, ziman û olan re dike. 8 sal in bi polîtîkaya qeyûm hewl dan ku bikin yek tîp. Malên ‘Toledo’ mînaka herî mezin a vê yekê ye. Her wiha bi navê veguherîna bajarî guhertinên li Sûrê kirin yek ji mînakên yek tîpkirin û dûrxistina ji dîrokê ye. Beriya her tiştî karê me wê ji bo parastina rewşa çandî û dîrokî ya Sûrê be. Sûr di heman demê de veguherî herêmeke welê ku koçberî gelekî lê çêbû. Ji ber vê jî em ê hewl bidin ku gel li malên xwe, li kolanên xwe vegere. Li dijî narkotîk û fûhûşê em ê ji bo parastina zarok û ciwanên xwe bixebitin. Malbat herî zêde di vê mijarê de hêviyê ji me dikin. Bi karê şaredariya civakî em ê van pirsgirêkan çareser bikin. Hêviya ji me ev e. Bila Sûr bibe bajarê jinê, bajarê zarokan, bajarê astengdaran. Em dixwazin bi sîstemeke welê bixebitin ku ji bo her kesî qadekê ava bikin. Em amade ne ku ji cih xizmetê ji gel re bikin û di vê mijarê de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 22’Ê NÎSANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Temel: Çapemeniya Kurd di ti şert û mercî de ji şopa heqîqetê dûr neket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koma Orchîd bi wêneyên xwe dîwarên Rojava xweşik dikin

Koma Orchîd bi wêneyên ku li dîwarên Rojava xêz dikin, armanc dikin ku hunera kolanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagikirî wezîfeyeke neteweyî ye

Rêveberiya Xweser di salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de daxuyaniyek da û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek

Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê bi boneya 56’emîn salvegera Berxwedana Mezin a Karkeran a 15-16’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Parlamenterên DEM Partiyê ji bo nexweşa penceşêrê Evîn Zapsû serî li ÎHÎK’ê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star piştgirî da xwendekaran: ‘Em bi zarokên xwe re ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji fîlozofê Emerîkî Caputo piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Taylandê qirêjiya arsenîkê: Ava vexwarinê ya 20 hezar xaniyan tune ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?