Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Temel: Çapemeniya Kurd di ti şert û mercî de ji şopa heqîqetê dûr neket
Rojane

Temel: Çapemeniya Kurd di ti şert û mercî de ji şopa heqîqetê dûr neket

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku tevî zext, êrîş û komkujiyan jî çapemeniya Kurdî ji şopa heqîqetê dûr neket.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Weşan û Propagandayê ya Çapemeniyê ya DEM Partiyê Tayîp Temel bi wesîleya roja Rojnamevaniya Kurdî daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Rojnameya Kurdistanê 126 sal berê 22’yê Nîsana 1898’an li Qahîreyê ji hêla Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve hat derxistin. Ev rojname ji bo Kurdan di warê ronakbûn, gihîştina hişmendiya netewî û têkoşîna wekhevî û azadiyê de bûye pêngaveke mezin. Ev rojnameya ku di çapemeniya Kurdî û jiyana entelektuel a Kurdan de bûye xala werçerxê mixabin li sirgûnê di nav şertên dijwar de hatiye derxistin û di bin pest û pêkûtiyan de maye. Digel ku ji welêt dûr hatibe derxistin jî çavkaniya xwe ji heqîqeta Kurdistanê stendiye û rastiya gelê Kurd aniye ziman. Rojnameya ku rejîma despot a Abdûlhamîd rexne kiriye ji ber zextan jimarên wê yên 6-31’ê ji hêla Abdurrahman Bedirxan ve li Swîsre û Brîtanyayê hatiye derxistin.

Rojnameya Kurdistanê di ronakbûna Kurdan a di sedsala 20’an de bûye qorzîberek û ji bo sazîbûna modern a çapemeniya Kurdî roleke giring bi cih aniye. Lewma ji roja derxistina rojnameyê û vir ve wek Roja Rojnamevaniya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. 126 sal in bi hezaran rojnamevanên Kurdî digel hemû êriş û astengiyan, digel polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye bi biryardarî dimeşin û vê kevneşopiyê bênavber hildigirin. Bi vê taybetmendiya xwe Rojnameya Kurdistanê li Rojhilata Navîn ji rojnameyekê wêdetir li dijî înkar û tunekirinê bûye roniya heqîqetê. Lewma dîroka çapemeniya Kurdî wek qadeke têkoşîn û berxwedanê xwe peytandiye û piştî evqas salan digel hemû zext û zordariyan jî têkoşîna xwe ya ronakbîriyê domandiye û xurt kiriye.

Ev heqîqeta ku di destpêka sedsalê de derketiye holê di tarîtiya salên 90’î de wek ronahiyekê sekna xwe parastiye û di salên 2000’î de jî pêşengiya guherîn û veguherîna siyasî kiriye. Gelek bûyerên wek qirkirin, komkujî, tundî û binpêkirinên mafên mirovan bi biryardarî û têkoşîna rojnamevanên Kurdî ji tarîtiyê derketine rastiyê û di dîrokê de ciyê xwe girtine. Ji ber vê biryardariya rojnamevanên Kurdî li ser wan êriş û zext û zordarî tu car kêm nebûne, ew hatine binçavkirin, girtin û sirgûnkirin. Desthilatan bi vî awayî xwestine ku rojnamevanên Kurdî ji rêya heqîqetê dûr bixin. Bi taybetî di 20 salên dawiyê de ji hêla desthilata AKP’ê ve polîtîkayên zextê, êrişên mezin û sansur hatin meşandin, bi OHAL û KHK hemû saziyên Kurdan hatin xesbkirin, rojname, televîzyon, kovar û radyoyên Kurdî hatin girtin. Ev êrişên ku çavkaniya xwe ji dijminahiya Kurdan distînin îro hîna jî li dar in. Di salen 90’î de ev êriş wek polîtîkayên tunekirinê rû dan û di roja me de jî wek qetlîmanên li ser rojnamevanan tên meşandin. Rojnamevan û akademîsyen Nagihan Akarsel jî bi destê vê zihniyetê hat qetilkirin.

Em Roja Rojnamevaniya Kurdî di serî de li damezrînerê Rojnameya Kurdistanê Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkar û xemxurên çapemeniya Kurdî pîroz dikin. Em di şexsê Musa Anter, Gurbeteli Ersoz, Nagihan Akarsel, Hafiz Akdemîr û Huseyîn Denîz de hemû cangoriyên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bîranîna wan, mîrasa wan a têkoşînê û berxwedana wan dê her tim rêya me ronî bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Sûrê rêveberiya xwecihî
Nûçeya Pişt re Li Swîsreyê komxebata ‘Rêbertî û Jin’  didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hesabê X’ê yê Medya Haberê hate astengkirin

Hesabê X'ê yê Medya Haber TV li Tirkiyeyê hatiye astengkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin

Li pêşiya Gar a Enqereyê, 104 kesên di êrişa li ser Mîtînga Ked, Aştî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê jinan di pêşengtiya Meclisa Îştar de, banga xurtkirina yekîtî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?