Vê sibehê bi sedan malbatên koçberên ji bajarê Heleb û kantona Efrîn- Şehbayê gihiştin kantona Reqayê.
Koçber li navendên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, hatine bicihkirin.
Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê duh (2 kanûn) ragihand ku ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê cih amade kirin.
Di çarçoveya amadekariyan de 10 dibistan hatin hazkirin û li Stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê çadir hatine danîn. Li van cihan pêwîstiyên germkirin, xwarin û vexwarin û tenduristî hatine bicihkirin.
Cîgirê hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî û Kedaran a Kantona Reqayê Minewer El Macid diyar kir ku Maseya Krîzê tevahî pêwîstiyên şêniyên ji Heleb û Şehbayê tên bi cih tîne û tevahî sazî jî di seferberiyê de ne.
Minewer El Macid ji ajansa me re got” Li Reqayê 10 çadirên mezin, tevî holekê û 10 dibistan bi xwarin, vexwarin û cih hatine amadekirin.”
Şêniyên kantona Reqayê jî jî alîkariya koçberan dike.
Minewer El Macid têkildarî alîkariyên ku şênî pêşkêş dikin jî got, “Ev ne cara yekemîn e ku xelkê Reqayê alîkariyê didin. Beriya niha alîkarî da çi kesên ku hatine Reqayê.”