Dema ku ji nûçeyan dihate gotin, sê gerîlayên jin şehîd bûne, navê te ket bîra min lê min digot, ‘Hêvîdar im ku ne welê ye, dibe ku ya min tenê hestek bû’.
Tu ji bîra min naçe; tevahiya rojê min çi kar kiribe jî bê kêr in, dîsa jî têm gel te. Piştî ku dengê nûçeyên êvavê dibihîzim dest ji karê xwe berdidim û li ber rûdinêm.
Wêneyên te, hevalên Stêra û Tara li ber çavên min dikevin.
Demekê deng nayê min.
Carna mirov welê dicemide.
Dibêjin ku divê piştî demekê bi rê bikevim. Gelek tiştan ji bîr dikim û xwe digihînim wesayitê. Çavê min li çiyê, li stêrkan dikeve.
Dest bi gotina wê stranê dikim ku te gelekî jê hez dikir.
‘NÎVÊ ŞEVÊ DINYA XAMÛŞ’
Tu û Naznim weke wêneyekî li pêş çavê min in. Hembêzkirina hev a li Newrozê ya bi Nazim re, axaftina me ya dawî, hembêzkirina dawî ya min û te, meşa me, stranên me.
Me bi hev re ji çiyê ji Nazim re nivîsîn, piştre Nazim wê bersiv bida te, bi vê nizanîbûm.
Di rêwîtiyê de beriya ku vê derê biterikînim ev tê bîra min. Ji ber ku hevalan timî şikeft çêdikirin, bê hêz bûbûn. Ji bo wergirtina enerjiyê tiştek jî nema bû. Bi te re em diçin ser girekî ku berê dest jê hatibû berdan, ji ber ku toza şîr lê bû.
Nuqte ji ber ku demeke dirêj hatibû terikandin şil û sar bû. Ji ber ku liv û tevgera hewayî hebû, demekê em sekinîn. Piştre tê dîtin ku divê em vê şevê li vir bimînin. Ji ber ku ne cihekî guncaw bû, mayina li nava tunelê bi me hîn germ tê.
Di şevê de em bi destê hev digirin, bi yek, du tiştên bi xwe re anî li xwe dikin û bi nan û avê xwe têr dikin. Heta serê sibehê li zemîneke ji ax û kevir em pişta xwe dispêrin hev û nîvî razayî xwe dirêj dikin.
Bi berbanga sibehê re tu destpêkê barê min amade dike, piştre jî yê xwe û em bi rê dikevin. Di rê de tirîreşkên dawî kokm dikim û dixim nava kefa destên xwe. Hinek ji te re, hinek ji min re.
Beriya ku bigihêje nuqteyê em li binê dareke mezin rûdinên. Careke din strana ‘Mamle’ distirên. Em diaxivin, li rewşa Nazim dipirsin. Careke din bi rê dikevin.
Di her wezîfe û sohbetê de ev hest bi min re peyda dibe: ‘Ararat hevala demên zehmet e’. Di her kêliyê de vê yekê bi te re dijîm.
Niha dengê te heye Ararat, me bi hev re stran gotin, em bi hev re keniyan.
Piştî ku em payîzê ji hev cuda bûn, di Newrozê de em li hevrê Nazim rast hatin. Ji be rku gelekî sar bû Nazim radihêje destê min û germ dike. Em têra xwe dikenin.
Ji qada Newrozê diçim aliyê wî. Hevalên ji çapemeniyê çay danîne ser êgir. Piştî ku bi hevrê Nazim re sohbetê dikin, li pişt çiyayên bi berfê spî bûye em wêne dikişînin û telefon tê girtin.
Piştre ez gelekî li wî wêneyî geriyam, lê min nedît.
Hûn herdu jî weke hevrêyên herî bedew ên Serhedê û hevrêyên herî dilgerm di dilê min de ne.
Dema wê baş nayê bîra min, lê hûn herdu jî li gel hevrê Cîhan we timî bi coş kar kirin.
Doh bi şev, piştî çend rojan ji bo tiştekî di dilê xwe de ye pêk bîne bi rê dikevim. Em hewl didin xwe bigihînin şehîdgehê û di tarîtiyê de hevalên Nazim û Cîhan bibînin.
Beriya ku hevrê Xwezan a li gel min bû bibînim, min wêneyê bi ken ê Nazim kişandî dît.
Ax şil bû, hevalan baş lê dinihêrîn. Piştre min serê xwe da ber kevir û qala her tiştî kir. Guhdarî dikir û hîs dikir. Min ev yek ji kûrahî hîs dikir.
Piştre kevirê hevalên din maçî dikim û diçim.
Ji Xwezan re dibêjim, ‘Baş e ku ev têkoşîn heye’. Dibêjim, ‘Eger nebûya ev cîhan wê ewqasî bedew nebûya’.
Her hevrêyekî eşq, hezkirineke bedew û kûr ji me re hişt. Ji xwe re dibêjim, Rêbertî ya rast, hesta êş û bedewiyê hînî me kir.
Heyv çend roj in gelekî şewq dide. Her gava ku lê dinihêrim şeva ku em li qadê bûn tê bîra min û tu jî li wir bû. Ezanim, tu dibîne. Tu dibîne û dikene.
Bi saya vê yekê mirov dikare xwe li her tiştî rabigire.
Her tişt hîn bêhtir hêja ye.