În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!
Jin

Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

Tevgera Jinên Azad (TJA) dest bi karên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dike. Jin wê fînala çalakiyan li Amed, Wan û li deriyê sînor ê li Rihayê pêk bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê jinan dest bi karên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kirin. Tê payin ku di hefteya 8’ê Adarê de li gelek bajaran çalakiyên bi coş bêne lidarxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA) 17’ê Sibatê bid eklarasyonekê wê dest bi karên 8’ê Adarê bike. Jin wê bi dirûşma “Em xwe bi berxwedanê bi rêxistin dikin, civaka demokratîk ava dikin” li hev kom bibin û li Amedê serdana hezar û 100 malî bikin. Jin wê îsal bi mijarên aştî û berxwedanê dakevin qadan.

‘BI CIVÎN, ATOLYE Û SERDANA MALAN EM Ê LI QADAN BIN’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Peker li ser amadekariyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê axivî. Peker diyar kir ku wê di 17’ê Sibatê de bi deklarasyonê dest bi kar bikin, piştî çalakiyên li gelek bajaran wê li Amed, Wan û Rihayê mîtîngên fînalê lidar bixe. Peker got, “Em ê îsal bi ruhê ked, berxwedan û azadiyê li qadan bin. Bi salan e li dijî her cûre qirkirina jinê, şer û pergala mêtingeriyê jin dadikevin qadan. Îsal li hemberî êrişên li ser destketiyên jinan em ê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin. Weke TJA em dest bi karên xwe yên ji bo 8’ê Adarê dikin. Li Amedê em ê serdana 1100 malî bikin. Di heman demê de civîn û kombûnên jinan lidar dixin. Em ê van civînan bi formata atolyeyê lidar bixin û hewl bidin civaka demokratîk bi hev re ava bikin.”

‘JIN HÊMANA ESASÎ YA PÊVAJO Û TÊKOŞÎNÊ YE’

Peker anî ziman ku di civînên jinan de ew mijarên cuda dinirxînin û got, “Di civînên xwe yên sê rojên dawî de em tundiya li hemberî jinê, îstîsmarkirina zarokan û polîtîkayên şerê taybet nîqaş dikin. Jin di têkoşîna civakî de veguherîn hêmaneke hîn xurt a esasî. Em îro dibînin ku jin hîn çalak in.”

Peker destnîşan kir ku wê destpêka çalakiyên 8’ê Adarê li ser bingeha piştevaniya bi gelên Rojava re bikin û got, “bi esasgirtina gelên Rojava em ê destpê bikin. Piştre li Bismil, Amed û Deriyê Sînor ê li Rihayê em ê 8’ê Adarê pîroz bikin. Ber bi 8’ê Adarê ve em ê mafên jinan û gelên li Rojava li ber çavan bigirin û li ser vê bingehê kar bikin.”

‘8’Ê ADARÊ YA ÎSAL JI BO JINAN TÊ WATEYA AŞTÎ Û TÊKOŞÎNÊ’

Peker bal kişand ser şer ku li tevahiya cîhanê diqewime û got, “Ji Efganistanê heta bi Îranê, ji Rojava heta bi Kobanê li her derê berdêla herî giran a şer jin û zarok didin. Di şer de jin têne kuştin, dîl têne girtin an jî bi zorê têne koçberkirin. Di êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser kobanê de bi hezaran jin hatin ukştin, jinên Êzidî û Kurd hatin revandin. Li gel ku sal di ser re derbas bûne hîn jî aqûbeta gelek jinan nayê zanîn. Êrişên li hemberî Rojava niha têne kirin û polîtîkayên li dijî bedena jinê em qebûl nakin. Li dijî vî mejî em ê timî li qadan têkoşîna xwe dewam bikin.”

‘EM Ê BI KEZIYÊN XWE LI QADAN BIN’

Peker bal kişand ser pitşevaniya jinan û diyar kir ku destdirêjiya li bedena jinê destdirêjiya li azadiyê ye, wê têkoşîna xwe ya li dijî sîstema ku xwe ji vî mejî xwedî dike dewam bikin û got, “Wê rojê em ê bi keziyên xwe, em ê bi dengê xwe li qadan bin.”

‘JI BO AŞTIYA MAYINDE DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ NASKIRIN’

Peker işaret bi banga 27’ê Sibatê kir û got, “Bi hûnandina aştiyê em ê ber bi 8’ê Adarê ve bimeşin. Mafê hêviyê ji bo Birêz Abdullah Ocalan di rojevê de ye. Lê belê azadiya wî ya fîzîkî pêk nehatiye. Ji bo pêkhatina aştiyeke mayinde divê mafê hêviyê bê naskirin û azadiya fîzîkî pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin
Nûçeya Pişt re Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser 17 DAÎŞ’î radestî Başûrê Efrîqayê kirin

Şandeyeke ji Başûrê Efrîqayê li Qamişloyê çû serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser.

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Azadiyê: Divê êdî saziyên Ewropayê têkevin nava liv û tevgerê

Nobeta Azadiyê ya ku ji sala 2012'an ve bi daxwaza bidawîkirina pergala tecrîdê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta Rojava agirê azadiyê – V

Di 22’ê Gulana 2007’an de çalakiya fedayî ya Erdal Andok a li Enqereyê, mîrateya Zîlan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?