Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan sala 2025’an nirxand û ev yek anîn ziman: ‘’Em ê di sala 2026’an de jî hem rol û mîsyona xwe ya têkildarî pêvajoyê xurt bikin hem di hemû qadên pêvajoyê de cih bigirin hem jî li gel jinên ku li hemû qadan têdikoşin hevdîtinan pêk bînin.’’
Jinan tevî xebat û pratîkên kêm jî sala 2025’an di nava têkoşînê de derbas kirin. Jinên ku tevî êrîşên civakî, polîtîk û milîtarîst jî tim li qadan bûn, îsal daxwazên xwe yên têkildarî aşitî û wekheviyê li seranserê welêt anîn ziman. Tevgera Jinên Azad (TJA) a ku li gel banga 27’ê Sibatê rojeveke nû danîn li pêşiya xwe û tevahiya salê xebatên civaka demokratîk û jinûveavakirinê bi rê ve birin, pêşengtiya van xebatan kir.
KOMÎSYONA JINAN Û QANÛNA BINGEHÎN HATE AVAKIRIN
Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ji aliyê desthilatdariyê ve hêdî meşiya û pêngavên ku dihatin payîn nehatin avêtin û ev yek jî bûn sedema nîşandana nerazîbûn û rexnekirinê. TJA’yê Komîsyona Jinan û Qanûna Bingehîn ava kir û di 24’ê Tebaxê de ragihand. Jin daxilî nîqaşên têkildarî qanûna bingehîn a nû bûn û daxwaza qanûnene bingehîn a xwe dispêre wekheviya zayendî kirin.
XEBATÊN TÊKILDARÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ ZÊDE BÛN
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, li Amedê di 21 û 22’yê Hezîranê de bi şîara ‘’Bi yekîtiya jinên Kurd, ber bi yekîtiya neteweyî ve” konferansek li dar xist. Di pêşengtiya TJA’yê de di 28 û 29’ê Gulanê de jî li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd hate lidarxistin. Her wiha di 9’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê li gel beşdarbûna 80 delegeyên ji çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê komxebat hate lidarxistin.
JI BO AZADIYÊ MEŞIYAN
Her wiha TJA’yê bi şîara ‘’Em Bi Hêvî Ber Bi Azadiyê Ve Dimeşin’’ di 1’ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşeke 7 rojî ya heybet li dar xist. Jinan daxwazên xwe yên weke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, parastina mafên ziman û çand ên gelê Kurd, bidawîkirina desteserkirina qeyûman û qebûlkirina pergala hevserokatiyê ya bi awayekî fermî anîn ziman.
Jinên ku tevahiya salê têkildarî yekîtiya neteweyî, şerê taybet, komun, jinûveavakirinê û nasnameya jinan xebat bi rê ve birin, sala 2026’an bi heman biryardariyê pêşwazî dikin. Di sala 2026’an de wê rojeva sereke ya jinên TJA’yî jinûveavakirin û komun bin.
Aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan xebatên tevgerê yên tevahiya sala 2025’an û hedefên têkildarî serdema li pêşiya me nirxand. Çîmen Fîdan diyar kir ku tevî hemû zextan jî têkoşîna jinan her ku diçe mezin dibe û da zanîn ku ew ê di sala 2026’an de bi awayekî xurttir têkoşîna xwe bidomînin.
‘BIRÊXISTINBÛN, LI GEL KONFERANSA ME ZÊDE BÛ’

Çîmen Fîdan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew di tevahiya sala 2025’an de li gel xebatên cuda li qadê bûne û got: ‘’Em weke TJA’yê tevahiya sala 2025’an li gel xebatên cuda li qadê bûn. Me li gel konferansa xwe, banga 27’ê Sibatê, 8’ê Adarê û Cejna Newrozê ev xebat mezintir kirin. Jin ne ji bo jiyana ku li wan tê ferzkirin, ji bo avakirina jiyana xwe ya azad û wekhev li qadan bûn. Têkoşîna jinan di salên dawîn de mezin bûye. Di salên dawîn de me ev yek li qadan bi awayekî zelal dît. Jinan di vê qadê de gelek sazî û komele vekirin û di xebatên wan de cih girtin. Tevî hemû tiştan jî jinan îsal jî daxwazên xwe yên têkildarî jiyanan hevpar û wekhev û destkeftiyên xwe parastin. Qeyûmên ku hatin tayînkirin saziyên jinan girtin û xwestin jin û civakê ji hevûdu dûr bixin.’’
‘TEVÎ KÊMASIYAN JÎ EM TÊKOŞIYAN’
Çîmen Fîdan piştre diyar kir ku tecrîda li Girava Îmraliyê tevahiya salê bû rojeveke sereke û ev yek anîn ziman: ‘’Me li gel rojeva azadiya Birêz Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê di bin tecrîdç dihat ragirtin, îsal derbas kir. Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê weke hemû jinên ku têkoşîna nasnameyê dimeşînin me hemû tiştên civakî û polîtîk danîn li pêşiya xwe û me dengê xwe bilind kir. Hem di mezinkirina birêxistinbûnê de hem jî di çareserkirina pirsgirêkên civakî de hin kêmasiyên me çêbûn. Lê belê tevî van kêmasiyan jî weke TJA’yê me tu caran paşde gav neavêt û me tim têkoşîna xwe domand.’’
‘ME MAL BI MAL TÊKILDARÎ KOMUN Û CIVAKA DEMOKRATÎK NÎQAŞ KIRIN’
Çîmen Fîdan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku li gel banga 27’ê Sibatê dest pê kir û got: ‘’TêkildarÎ sala 2025’an bi taybetî xala ku ez dixwazim bînim ziman, xebata jinûveavakirin û komunan e ku li gel banga 27’ê Sibatê li qadê bi cih bûn. Heya daxilbûna jin û civakê çênebe jinûveavakirin pêk nayê. Li hemû qadên civakê em weke jin hatin li ba hev û me nîqaşên têkildarî jinûveavakirin û komunan bi rê ve birin. Em mal bi mal geriyan û em li ser komun û jinûveavakirinê axivîn. Xebatên me yên têkildarî jinûveavakirinê hê jî berdewam dikin û wê di sala nû de jî zêde bibin. Di sala pêşiya me de nexşerêya me ya sereke rola jinan a di jinûveavakirinê de ye. Di 8’ê Adarê, Cejna Newrozê û 4’ê Nîsanê de em li qadan bûn û piştre van xebatan di 1’ê Îlonê de dewam kirin. Jinan pêşengtiya van xebatan kir. Jin bûn pêşengên civaka demokratîk û aşitiyê jî. Weke jinên Kurd me li Meclîsê anî ziman ku em amade ne ji bo aşitiyê pêngavan biavêjin û di nava çareseriyê de cih bigirin.’’
‘XEBATÊN TÊKILDARÎ JINÛVEAVAKIRINÊ WÊ ZÊDE BIBIN’
Çîmen Fîdan di dawiya axaftina xwe de peyamên xwe yên têkildarî sala 2026’an parve kirin û got: ‘’Me daxwazên xwe li hemû qadan anîn ziman. Di sala 2026’an de dimijara avêtina pêngavên şênber de wê xebatên me berdewam bin. Pêngavên tên avêtin kêm in û berê civakê didin nebaweriyê. Divê pêngavên jidil û pêbawertir werin avêtin. Têkildarî mijarên weke civaka demokratîk û komunan de em ê bi berdewamî komxebatan lidar bixin û li gel jinan hevdîtinan pêk bînin. Li hemberî qetilkirina jinan a zêde dibe, hepiskirina jinan a li malê û polîtîkayên hewl didin nasnameya jinan ji wan bistîne em ê dubare li qadan bin. Em ê kolan bi kolan, tax bi tax bigerin di xala jinûveavakirinê de birêxistinbûna jinan zêd bikin. Em ê beşdarî Meşa Jinan a Cîhanî ya ku sala were wê lidarxistin, bibin. Di sala 2026’an de jî em ê rol û mîsyona xwe ya têkildarî pêvajoyê xurt bikin û bi jinên ku li hemû qadan li ber xwe didin re werin ba hev. Ji bo azadî, wekhevî û jiyana jinan em ê li gel nexşerêya xwe ya nû xebatên xwe bidomînin. Yekîtiya jinan û birêxistinbûna wan di sala 2026’an de rojevên me yên sereke ne.’’

