Çarşem, 14 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Balûken: Êdî divê hikumet gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî yê ku du çavên wî nabîne di hucreya yek kesî de tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomarê Iraqê: Em piştgirî didin hewldanên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê hatin bibîranîn: Ya ku dikeve ser milê me pêkanîna aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Amed Malazgîrt Demeke ji têkoşîneke hîn mezin destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îrfan Amed: Baweriya me ya bi Rêber Apo re xurt e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubat Talebanî: PKK’ê derî li pêş qonaxeke nû vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Encamstandin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên Kongreya 12’emîn a PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kalkan: Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin
Rojane

Kalkan: Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin

Dûran Kalkan anî ziman ku divê ew li dema bihurî asê nemînin, ya nû bibînin, bi wêrekî û fedakariyê hîn bi xurtî berê xwe bidin nûbûnê û got, "Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2025 Dema xwendinê: 56 dq.
Parvekirin

Yek ji damezrînerê PKK’ê Dûran Kalkan 12’emîn Kongreya Awarte ya PKK’ê ya dîrokî ku wekî bersivek ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, di navbera 5-7’ê Gulanê de li du herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat, ji Medya Haber TV’ê re nirxand.

Kalkan diyar kir ku divê encamên Kongreya 12’emîn ji hêla gel û bi taybetî ji hêla pêşengên serdema nû, jin û ciwanan ve rast werin fêmkirin û got: “Divê em ji paşerojê dersan derxin, wan fêm bikin, li ser wan hûr bibin û li ser vê bingehê rexne û rexnedayîna xwe bidin. Pêvajo, pêvajoya rexne û rexnedayînê ye; pêvajoya dersê ji paşerojê derxînin e. Lê bêyî ku di paşerojê de bimînin, ya nû bibînin û bi wêrekî û fedakariyeke mezin di xeta fedaî ya Apogerî de bi hêztir tevlî pêvajoyê bibin.”

Kalkan bi bîr xist ku bindest, derdorên sosyalîst, sosyalîst, şoreşger, demokratên dost bi hev re dimeşin û ev meş wê pêşketinên girîng jî bi xwe re bîne û wiha domand: “Banga min ji her kesî re li ser vê bingehê ye: Werin em rast fêm bikin, bi awayekî giştî binirxînin, dersê ji paşerojê derxînin û bi bawerî û wêrekî li pêşerojê binêrin û gavên bi biryar bavêjin. Em teqez serketina vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk biafirînin.”

Nirxandinên Dûran Kalkan wiha ne:

Pêşî ez dixwazim bibêjim ku Rêber Apo yê ku ev kongre amade kir, bûye vîna kongreyê û herî zêde keda wî çêbûye bi hesret û rêzdarî silav dikim. Wekî ku dîsa hat gotin, tevî Sirri Sureyya Onder, em bi hêz û vîna şehîdên xwe yên qehreman ên ku hejmara wan digihîje deh hezaran hatine vê rojê. Di şexsê hevalên me Fûat û Riza de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim…

Bi rastî jî Sirri Sureyya Onder ew kes bû ku herî zêde beşdarî vê pêvajoyê û pêşketina nîqaşên vê pêvajoyê bû. Rêber Apo got, “Ev 12 sal in em bi hev re dixebitin.” Wî 12 salan de herî zêde alîkariya Rêber Apo kir. Wî herî zêde hewl da. Wî di amadekirin û pêkanîna bangewaziya 27’ê Sibatê de û piştre xwedî keda herî mezin a seketina wê bû. 

Ew bi rastî jî kesekî pir hêja, kedkar, avaker, analîtîk û emcamgir bû. Kongreya me ya 12’an van hemûyan pênase kir. Kesayetiya Sirri Sureyya Onder, tevkariya wî ya kongreyê, hewl û keda wî bi rêzdarî û spasdarî bi bîr anî. Ji xwe neferekî têkoşîna azadî û demokrasiyê bû. Wî ew wek şehîd jî îlan kir.
Dema ku li ser erka xwe bû, ked û têkoşîneke mezin dimeşand şehîd bû. Heta çawa şehîd bûye jî hîn jî tê nîqaşkirin. Îhtîmala êrîşê jî ne kêm e.

Ez dikarim vê bibêjim: Dema min cara yekem nexweşiya wî bihîst min got, gelo em bi bûyera duyemîn a Ozal re rû bi rû ne? Rewşa rastîn ne diyar e, lê tê nîqaşkirin. Raya giştî wî wekî şehîdê aştî û demokrasiyê îlan kir.

Em jî wekî Kongreya 12’emîn a PKK’ê tevlî vê pênaseyê bûn. Me dixwest ku Sirri Sureyya Onder ê ku gelek hewl da, keda wî di serketinê kongerya me de hebe û ev bibe wesîleyek. Em ji vê jî bawer dikin… Ew armanc wê teqez tevkariya serketina kongreya bike.

Li ser vê bingehê, ez heval û hevrêyê xwe yê hêja Sirri Sureyya Onder bi hesret, rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim û dibêjim ku em ê bîranîna wî her tim zindî bihêlin û em ê teqez armancên wî bi ser bixin.

PÊVAJO WÊ RÊYA GAVÊN AZDÎXWAZÎ, DEMOKRATÎK Û SOSYALÎST VEKE

Ev kongre bû kongreyeke dîrokî, encamgir û girtina biryaran. Bi rastî, gelek kongreyên PKK’ê, her çiqasî ji bo hemûyan heman tiştî nabêjin jî di demên pir krîtîk û xalên werçerxê de derbas bûn û nûbûn derketin holê û bi biryarên hatin girtin re di têkoşîna azadiyê de rê li ber avêtina gavên nû vekir.

Heta niha li ser vê bingehên hatin vir. Kongreya me ya 12’an ev kevneşopiya xiranekir. Heta biryardariyeke kûrtir derxist holê. Dawî li fetloneke dîrokî anî. Ji vekirina serdemeke nû re bû bingehek û da destpêkirin.

Niha em dikarin bi hêsanî bibêjin. Di meşa azadiyê ya Apoyî de serdema PKK’ê bi dawî bûye û serdemeke nû dest pê kiriye. Rêber Apo navê vê serdema nû wekî “Serdema Aştî û Civaka Demokratîk” danî holê. Anî ziman ku wê têkoşîna civaka demokratîk vê serdema nû pêk bîne. Em bawer dikin, li ser vê bingehê wê pêvajoya li pêşiya me bibe wesîleya pêşketinên nû û rê li ber gavên bi hêz, azadîxwazî, demokratîk û sosyalîst veke.

Helbet ev yek bi têkoşîn û hewldanê pêk tê. Ji ber vê yekê, em ketine serdemeke nû ya têkoşînê.
Em çawa hatin vê noqteyê? Yanî ev mijareke tê nîqaşkirin. Demek dirêje tê zanîn. Ger em bi gelemperî bibêjin, ev encamên têkoşîna 10 salên dawî ne. Ev pêvajo piştî ku êrîşa şerê taybet a topyekûn a ku li ser bingeha “Plana Çalakiyê ya Hilweşandinê” ya ji bo tinekirin û tasfiyekirina PKKê hate kirin, vala hat derxistin, hat têkbirin û bi ser neket, destpê kir. Dîsa, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a li herêmê pêvajoyek wisa pêwîst dikir.

Ev hemû ji bo hikûmeta AKP’ê û Komara Tirkiyeyê bûne pêwîstiyek. Komarê, bi paradîgmaya xwe ya 100 salî, dît û fêm kir ku ew êdî nikare li hember berxwedana gelê Kurd a azadiyê û encamên şerê ku pergala gerdûnî zêdetirî 30 salan e li çaraliyê cîhanê dimeşîne, bidomîne û ew êdî nikare zîhniyet û siyaseta li ser înkara Kurdan ava kiriye bidomîne. Dît ku di rewşek wiha de mayîn ji bo wan xetereyên mezin diafirîne. Hin rêveberan gotin “pirsgirêka ewlehiyê”. Wan dît ku dewlet û komar bi pirsgirêka ewlehiyê re rû bi rû ne û li vir bang kirin.

Em dizanin ku Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ji destpêka Cotmehê ve bangewaziyek wiha pêş xist. Rêber Apo piştî 4 salana cara yekem bi biraziyê xwe Omer Ocalan re di 23’yê Cotmehê de hevdîtin kir û bersiv da vê yekê. Rêber Apo got, “Ger wisa difikirin û ev bang tê kirin, ez vê yekê fêm dikim û ez ê vê bê bersiv û bê bedel nehêlim. Ger şert û mercên guncaw werin afirandin, ez xwedî hêz im ku pirsgirêka Kurd ji qada pevçûn û tundûtûjiyê veguhezim qada siyaset û hiqûqa demokratîk.” Bi gotina, “Eger derfet bê dayîn û bingeh bê afirandin, ez ê di vê mijarê de rolek bilîzim” pêvajoyeke nû ragihand û pênase kir.

Piştî vê yekê, aliyan li ser bang û daxuyaniyên xwe yên destpêkê man. Şandeya DEM Partiyê dîsa kete dewrê. Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ên ku di navbera salên 2013-2015’an de wek şande di navbera Îmraliyê, raya giştî û PKK’ê de xebitîn, dîsa ji hêla hikûmetê ve derfeta ketiona dewrê hat dayîn. Derfeta hevdîtina Rêbertiyê re hat afirandin. Piştre DEM Partiyê wekî hêzek çalak di vê pêvajoyê de kete dewrê.

Di dawiyê de bêyî ku pir dereng bimîne, bi daxuyaniyên aliyan re Rêber Apo banga xwe ya dîrokî ya di 27’ê Sibata 2025’an de bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Her kesî vê wekî “Manîfestoya Sedsalê”, “Manîfestoya Demokrasiyê”, “Manîfestoya Serdemê” bi nav kir û gelek rewşenbîran diyar kirin ku “ji bilî Rêber Apo kesek din nikaribû nivîsek wisa amade bike û îradeyek wisa deyne holê” û bangewazî kirin. Beriya wê, Rêber Apo tevî me ji gelek partiyan re name şand û armanca xwe diyar kir. Me bersiv da. Dixwest ku ev bang pêk were.

Ne hewce ye ku em van dubare bikin me bi daxuyaniya xwe bersiv da. Ji bo rê li ber vê pêvajoyê, pêkanîna armanc û hedefên bangewaziyê vekin û zemînek baş biafirînin, me di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir. Bi awayekî yekalî… Ji bo ku nîqaş bi hêsantir pêşve biçin. Hin derdor li dijî vê derketin. Yên ku ev yek nas nedikirin hebûn. Gelek kes hebûn ku hewl didan hem ji hundir û hem jî ji derve wê sabote bikin.
Lê ev xebat bi sebir hat kirin. Ew kesê ku herî zêde sebir kir, herî zêde hewl da û canê xwe da ber xetereyê em dîsa bi bîr bînin bi rastî jî şehîdê me yê dawî Sirri Sureyya Onder bû. Em ê her tim hewlên wî û keda wî bi minetdarî bi bîr bînin, binirxînin û bînin ziman.

Di encamê de nêzîkatiya me ev bû: Em amade ne ku her tiştê ku ji me tê xwestin bikin. Digotin, “Divê kongre bicive.” Lê me got, hêz û îradeya me tine ku em wan pêk bînin. Me ev yek di nameyê de ji Rêber Apo re jî ragihand. Piştî bangewaziyê, me di daxuyaniya xwe ya 1ê Adarê de ev yek ji raya giştî re ragihand. Bi gotineke din, ev ne şertek bû, lê îfadeya rewşeke şênber bû. Yanî, tenê Rêber Apo dikaribû tiştê ku dihat xwestin bikira, ti îradeyek an hêzek din nikaribû bikira.

Ji me dixwestin ku “dev ji têkoşîna çekdarî berdin”, “biryarek ji bo guhertina stratejiyê bidin”, “biryara fesihkirina PKK’ê bidin.” PKK’ê di serî de wekî ku gotina Devlet Bahçeli – tenê rêberê damezrîner ê PKK’ê dikaribû bikira. Xwestekek ji bo danîna çekan hebû, tê nîqaşkirin. Yanî, her kesî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin çek hilgirtibûn. Ew tevlî Rêber Apo bûbûn. Em çawa dikarin wî şerî rawestînin û wê çekê deynin?

Di wê hawirdorê de heta ku ji destê me hat me hewl da ku çekê di rêya aramncê de bi kar bînin, hêz bidin û piştgiriyê bidin. Fonksiyona rêveberiya me ev bû. Wekî din nedibû. Me ev yek berê, di pêvajoya 2013’an de, di nameyên xwe yên wê demê de ji Rêber Apo re gotibû: Em rast an xelet, serketî an neserketî şer dimeşînin. Rêveberiya şer heye. Lê eger ew pêvajoyeke aştiyê be, em nikarin bibin yên ku wê birêve dibin.

Em nikarin karê dayîna van biryaran, razîkirina tevger û gel û beralîkirina wan bikin. Me got, tenê Rêber Apo dikare bike. Ev rewşa şênber bû, ne şertek bû, lê îfadeya tiştên ku biqewime bû. Wê demê Rêber Apo ji me re got: “Ez vê biryara we wekî hevrêyekî pêşwazî dikim, rêzdarî dibînim. Li ser vê bingehê, ez ê hewl bidim ku her tiştê ku dikeve ser milê min bi serketî pêk bînin.” Ev rewş ji wê demê ve wisa ye; ev ne rewşeke ku nû derketiye holê.

KONGREYA ME BIRYARÊN DÎROKÎ GIRT

Bi rastî ev hemû ji aliyê derdorên desthilatdar û dewletê yên ku vê pêvajoyê rêve dibin ve têne zanîn. Em dixwazin raya giştî jî bizanibe, ji ber ku gelek nîqaş hene. Di dawiyê de, her çiqasî tam wekî ku me dixwest nebû jî, beşdariya Rêber Apo wekî îradî razîkirina kongreyê û gihandina biryarê de pêk hat. Dema ku beşdarbûnek wisa çêbû, me karî tavilê kongreyê li dar bixin. Me ev bi îradeya xwe, li qadên xwe, bi hêza xwe kir.

Bi vî awayî dihat nîqaşkirin: “Wê ev ê bibe, wê ew ê bibe…” Em hêzek in ku şer dikin. Belê, pêvçûn hene û em şehîdan didin, lê em şer jî dikin. Me potansiyela xwe ya şer hîn bi temamî xilas nekiribû. Di vê mijarê de, me bi îradeya xwe ya azad ev kongre li dar xist. Kongreya me biryarên dîrokî girt.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku ev biryarên îro dîrokî ne. Hemû biryar wê di demek nêzîk de werin ragihandin. Me di hin beşan de biryar da. Biryarên me bi raya giştî re bên parvekirin. Kongreya me ji bo raya giştî vekirî bû û encamên wê jî wê vekirîbin.

PRATÎKIRINA ÎRADEYÊ TENÊ AÎDÎ RÊBER APO YE

Biryarên ku di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de hatine diyarkirin û ji bo lidarxistina kongreyê hatine xwestin; biryarên hewldanên fesihkirina PKKê werin rawestandin, avahiya rêxistinî were fesihkirin û rêbaza têkoşîna çekdarî were rawestandin, hatin girtin. Lê belê divê Rêber Apo pêşengî û rêvebirina vana bike. Tenê Rêber Apo dikare pêk bîne. Yanî çawa ku îradeya girtina van biryaran bi tenê aîdî Rêber Apo ye, îradeya pêkanîna wan hîn bêtir aîdî Rêber Apo ye. Pêwîst e her kes vê yekê bizanibe.
Yanî hinek ji bo xapandinê vê yekê nake. Ew dikare bike jî, lê ne ku ew naxwaze bike. Lê ev mesele tenê bi rêbaz û rêvebirina Rêber Apo û bi bidestxistina şert û mercên jiyana azad ên xebat û jiyanê dikarin pêk werin. Bi zelalî tê fêmkirin.

Bi van re me derbarê şehîdan de jî biryar girtin. Me derbarê gaziyan de jî biryar girtin. Me derbarê çarçoveya bingehîn a têkoşîna civaka demokratîk de jî biryar girtine. Me derbarê pêşxistina çarçoveyên siyasî û yasayî yên demokratîk de jî biryar girtin. Em ê van pêşkêşî raya giştî bikin.

YÊN KU KESAN DI QIRKIRINÊ DE DERBAS DIKIN, AZAD NABIN

Gelek derdoran her tim PKK û Rêber Apo wekî berpirsiyar didîtin. Tew hewl dan ku tiştên wekî “ew berpirsiyar in”, “em sûcdar dikin”, “em didarizînin” û hwd. Lê ev ne rast bû. Kesên ku aqilê wan li serê wan e, bi rastî kêm be jî dadwer û demokrat in, her tim ev gotine: PKK ne sedemek e, encamek e. Ji bilî vê, hin sedemên çêbûna PKK’ê hene. Divê ev sedem baş bên fêmkirin. Ev sedem çi bûn û xwediyên wan kî bûn? Sedem ev bû: Civakek ku hewl dihat înkarkirin û hewl didn tine bikin hebû. Yanî civaka Kurd.
Zîhniyet û siyasetek wisa li ser bingeha Peymana Lozanê biryar dan; di navbera hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ên gerdûnî yên wê serdemê û tevgera Kemalîst a ku li Tirkiyeyê xwedî hêza dewletek nû ava bike. Komara Kemalîst bi Destûra Bingehîn a 1924’an pêvajoyek wisa da destpêkirin. Sed sal in bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê li ser vê bingehê tevgeriyan.

Bi awayekî vekirî û bi dijwarî vê paradîgmayê; – paradîgmaya dijberiya Kurd ku Kurdan tine dihesibîne û armanc dike ku wan tine bike – herî zêde ji hêla Komara Tirkiyeyê ve hatiye bicîhanîn. Lê tenê ne ew; di destpêkê de ji aliyê Brîtanyayê ve hat bicîhanîn, paşê dewrî rêveberiya Bexdayê ya Iraqê kirin; rêveberiya Seddam Huseyîn bi cîh anî. Li Îranê desthilatdariya Şah bi cîh anî. Heta roja îro jî bi şêweyên cûda hebûna xwe didome. Bi awayekî, jixwe hejmara Kurdan li Sûriyeyê kêm bû û ew her tim dihatin dûrxistin.

Û Kurd her 100 sal in li dijî vê yekê derketine. Bi rêbazên cûda li ber xwe dan. Ji wan re gotin serhildan; serdema serhildanan… Bertek nîşan dan û serhildan kirin. Li ber xwe dan. Wan her tişt wekî heyî qebûl nekir. Lê belê em li tevahiya cîhanê binêrin; Cîhanê piştgiriya kê kir? Piştgirî dan kesên ku êrîşî Kurdan kirin da ku qirkirinê bikin. Piştgirî dan kesên ku komkujiya Kurdan kirin. Piştgirî da van dewletan.

Li ti deverek cîhanê çi rastgir çi çepgir, bi kapîtalîzma rojavayî, sosyalîzma rastîn a Sovyetê re  ne yek ji wan jî negotin “berxwedana Kurdan mafdar e” û piştgriî nedan. Ev tê vê wateyê ku van dewletan bi tena serê xwe nemeşandin. Ev sîstema modernîteya kapîtalîst a hegemonîk a gerdûnî di rastiyê de sîstemek e ku bi şêweyê xwe yê niha li ser bingeha nebûn û tinekirina Kurdan hatiye afirandin.

Ev paradîgma ne tenê ya Tirkiyeyê ye, ne tenê ya Komara Tirkiyeyê ye. Bi rastî, ev di asta cîhanî de wisa ye. Pêşketina berxwedana PKK’ê piştî sala 1990’î, serhildanên li Bakur – serkeftina Şoreşa Vejîna Neteweyî – bandorên wê yên neserkeftî, yekbûna pêşketinên li her du beşan hinekî rewş guherand.
Her çendî hin dewlet mafên wan nas nekin jî, mafên neteweyî yên demokratîk ên gelê Kurd; Wan polîtîkayên ku ji înkara Kurdan dûr ketin û ber bi qebûlkirina hebûna Kurdan ve çûn afirandin. Ev heta roja îro jî berdewam dike. Ji ber vê yekê rewş niha ev e.

Paradîgma bi rastî ev e. Paradîgmaya ku wê biguhere çi ye? Civak û nasnameyeke neteweyî ya Kurd heye ku nifûsa wê ji 40 milyonî derbas bûye, gihîştiye 50 milyonî, li erd û erdnîgariyeke diyarkirî dijîn lê li çar aliyê cîhanê belav bûne. Ev 100 sal bi asîmîlasyon, koçberî û komkujiyan nehat tinekirin. Ew ne mumkin e. Bi dijminatiya xwe li hember vê yekê, hûn nekarin li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn, an jî li cîhanê bibin demokrat an azadîxwaz. Ji bo kesekî ku qirkirinê dike ne mimkûn e ku bi awayekî azad û demokratîk bijî.

Ev paradîgma di rastiyê de berpirsiyarê vê rewşa cîhanê ye, ji ber hilberîna ewqas faşîzmê û ji bo pêşketina tevgerên nijadperest û neofaşîst e. Ew Kurdistanê xwe xwedî dike. Rewşek heye ku ew bi înkar û îmhakirina Kurdan, dij-Kurdbûn û dijminatiya li hember Kurdan xwedî dibe.

Belê li gelek qadan heman tişt tên jiyîn. Ma ev ê niha biguhere? Hin hêzên di sîstema cîhanî de ji sala 1990’an vir ve nêzkatiyeke wiha nîşan didin. Me ev yek di nêzîkatiya wan a li hember Başûrê Kurdistanê de dît.

GELO DEWLETA TIRK WÊ GUHERÎNA PARADÎGMAYÊ PÊK BÎNE?

Niha em dikarin vê yekê di nêzîkatiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê de bibînin. Guhertineke diyarkirî ya polîtîkayan dikare were dîtin. Lê me bi rastî ev fêm kir: Ger li Tirkiyeyê çareserî tune be, li deverek din çareserî nayê dîtin. Ger ev an ew dewleta cîhanê paradîgmaya xwe bi tevahî biguherîne û polîtîkayên xwe biguherîne jî; dewletek din li Rojhilata Navîn, dewletek ku li ser beşek din a Kurdistanê serdest be, biryarên cûda bide jî, li wir çareseriyek mayînde tine ye. Ji ber ku pergal vê yekê bi rêya Komara Tirkiyeyê pêk tîne.

Xuyaye wê li Tirkiyeyê guhertin çêbibin. Ev yek wê bi guhertina paradîgmaya Komara Tirkiyeyê re çêbibe. Ew zîhniyet û siyaseta dijberiya Kurd, dijminatiya Kurd û înkarkirina Kurd wê were terikandin. Li şûna wê, hebûna Kurdan wê were qebûlkirin. Mafên neteweyî yên demokratîk û jiyana azad wê bên qebûlkirin. Wê were qebûlkirin ku ew ê bi gelên din re di yekîtiya xwişk û biratî û yekîtiya demokratîk de bijîn.

Jixwe ya ku Kurd dixwazin jî ev e. Hewldanek tune ye ji bo veqetandin, dabeşkirin, parçekirin, an jî bibe dewletên cuda. Gelo Komara Tirkiyeyê wêguherîna  paradîgmayê pêk bîne? Gelo siyaseta ku wê dimeşîne wê biguhere? Ger ev yek biqewime, wê bandorê li ser tevahiya herêmê û cîhanê bike. Em vê dibînin. Gelo di rewşa niha ya siyaseta Tirkiyeyê û Komara Tirkiyeyê de rewşek wisa heye? Ji ber ku em bi rastî nizanin, nikarin tiştekî zelal bibêjin.

Hin tişt hene ku me çavdêrî kirine: Hin kes hene ku dibînin paradîgma, polîtîka û zîhniyeta heyî wan dixe rewşek pir dijwar. Hin kes hene ku bi Kurdan re dostaniyê dikin — wek mînak Sirri Sureyya Onder. Dostên Kurdan gelek bihêz in. Derdorên demokratîk, sosyalîst hene.

Hin derdor hene ku nikarin paradîgmaya heyî pêk bînin û bi nakokî û pêşveçûnan zêde pêş de naçin û zehmetiyan dikişînin. Di hişê her kesî de pirs hene. Em li rojên dawî jî dinihêrin. Ew hevdîtin û civînan li dar dixin.

Ew dibêjin, “Ev kar bi vî rengî naçe. Em dikevin serdemeke nû.” Ew vê dibêjin, lê ew bi rastî navê xebatê nabêjin. Mînak, serdema nû serdema çi ye? Dibêjin pirsgirêka ewlehiyê heye. Ev pirsgirêk ji ku derê derket? Şer ji deverek din belav bûye. Em dibêjin şer, ew dibêjin teror. Atmosfereke şer û pevçûnê heye. Ew ji ku derê tê? Ew bi rastî bersiva wê yekê nadin. Belê, ev hene, PKK van dike, lê ev ji zîhniyet û siyasetek tê ku Kurdan înkar dike û armanc dike ku wan tune bike, diqewime. Pirsgirêka ewlehiyê ji ber pozîsyona ku ewqas parçe bûye û pevçûnên navxweyî dijî derdikeve holê.

Tirkiyeya heyî nikare yekîtî, yekparçeyî û hêza xwe ava bike. Ji ber vê yekê ew nikarin vê yekê bi eşkereyî bibêjin. Hin derdor, bê guman derdorên çepgir-demokratîk, derdorên azadîxwaziya jinan, wisa dibêjin. Dost û mutefîkên me hene, ew vê dikin. Lê di nav avahiya siyasî ya serdest de kesên ku dibêjin “divê bi awayekî were çareserkirin” hene. Herwiha kesên ku dibêjin “Divê Kurd bên naskirin” jî hene. Ew digihîje wê astê.

Dema ku Demîrel di sala 1992’yan de got, “Em rastiya Kurd nas dikin.” Heta Dogan Gureş bi Kurdî axivî. Niha jî wisa ye, daxuyaniyên wiha ji partiyên muxalefetê – bi taybetî CHP’ê – hene. Helwesta AKP’ê di demên berê de jî gelek cûda bû. Yanî, piştî ku hat ser desthilatdariyê, ber bi paradîgmaya dewletê ve çû. Beriya were desthilatdariyê tiştek bû, piştî hat desthilatdariyê bû tiştekî din. Rêber Apo derbarê nêzîkatiya MHP û Devlet Bahçelî de got: “Ez guhertinek paradîgmayê dibînim.” Ew bi qismî tê dîtin, lê bêyî zelaliyeke wisa, em nikarin tiştekî teqez bibêjin. Bila ew vê meselê zelal bikin.

Hêza ku jê re dewleta kûr tê gotin heye. Ew tê îfadekirin, tê pênasekirin, li ser tê axaftin. Em jî dibêjin, lê em nizanin ew bi çi şiklî ne, çawa ne!

Dibêjin dewleta kûr, dewleta veşartî, nizanim wiha, rêxistinên super Gladio, avaniyên kontr-gerîla, avaniyên ku di têkiliyên bi sîstem û NATO’yê re hatine avakirin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkek dij-gerîla heye, ew nehatiye çareserkirin. Ew nehat bê bandorkirin.

Ew hîn jî berdewam dike. Rêber Apo got ku hebûna wê “mekanîka darbeyê dixebitîne”. Mekanîzmayek bandora berdewam heye. Siyaset nikare biryaran bide, siyaset kar nake.

Siyaset nikare guhertinan bike an jî biryarê li ser bide. Hemû li ser darbeyan ava bûye. Hat gotin ku mekanîkên ku behsa wan tê kirin dixebitin û bi awayekî bandorker diqewimin.

Em van nizanin. Lê em dikarin vê encamê ji tecrûbeya xwe derxînin. Rêbertî dema ku rewşa sala 93’yan dinirxand got: “Em ji eniyê ve nêzîk bûn. Me dewletê wekî tevahî girt dest û dît. Em bi vî awayî nêzîk bûn, me şaştî kir.” û bi gotina “Piştre me fêm kir ku ne wisa ye. Di nav dewletê de nêzîkatî û nêrînên cuda hebûn. Nakokî û pevçûn jî hebûn. Mînak, Ozal meylek bû. Her çend Özal wisa gotibe jî, divê ew bi hev re hevkarî kiribe, ew hemû di heman rewşê de ne, dibe ku ew hîle dikin” em ji eniyê ve bi tevahî nêzîk bûn.

Meyla Özal xurt nebû. Meylên dijber – kontrgerîla, dewleta kûr, êdî kîjan navê lê bikin – ew meyl hatine tepeserkirin. Tundî pêşxist, çareserî asteng kir û her wiha ew tasfiye kir. Klîka Özal û meyla çareseriyê ya di nav dewletê de jî tasfiye kir.

Tiştên li Tirkiyeyê di navbera salên 1993 û 1998’an de qewimîn bûyerên gelek girîng û hînker dihewînin. Meyla Ozal di nav artêş û burokrasiyê de çawa ji holê hat rakirin? Divê ev bi baldarî werin lêkolînkirin. Bi vî awayî em hatin astengkirin.

Rêber Apo ji sala 1990’î û pê ve di nav PKK’ê de tevlî vê pêvajoyê bû. Yanî rola xwe temam kir. Rola ku temam kir çi bû? Binêre, li wir hatiye nivîsandin: “Te fermana kuştina Kurd qetand. Te hişt ku hemû cîhan bêje Kurd nemiriye.” Hevalê Fûat van tiştan di Sibata 1986’an de got. Ew serdema ku Pêngava 15’ê Tebaxê deng veda bû. Wê pêngav ferman qetand. Ji bo vejandina civakê çi qewimî? Di sala 1990’î de veguherî serhildana bi pêşengiya jinan. Me ev şoreşa vejîna neteweyî bi nav kir. Bi vî awayî, PKK rola xwe ya berê bi temamî temam kir.

Rêber Apo di sala 1994’an de got: “Vejîn temam bûye, niha dema xilasiyê ye.” Lê belê, gavên ku di vî warî de di 30-35 salên dawî de hatine avêtin û hewldanên ji bo pêşxistina wê bi awayekî yekalî her tim hatine astengkirin û bêencam mane. Ji aliyê gelek derdoran ve.

Piştî agirbesta 1’ê Îlona 1998’an, partiyê ji zindanê bigire heta Ewropayê bi derdorên leşkerî û sivîl û yekîneyên me yên cûrbecûr re hevdîtin pêk anî. Bo nimûne, ev agirbesteke yekalî nebû. Ez wê demê bi Rêber Apo re axivîm. Got, “Bi agirbesteke yekalî çareserî nabe. Werin em careke din wisa nekin.” Rast e, li ser wê mijarê em bi Rêber re heman tişt difikirîn. Piştî wê, agirbesta 1’ê Îlonê hat ragihandin. Lê ev yek yekalî nebû. Derdor hebûn ku li ser navê dewletê qebûl dikirin û garantî dikirin.

EM BI BÊALÎKIRINA HEWLDANÊN SABOTAJÊ RE HATIN KONGREYÊ

Lê piştî agirbestê, ji aliyê hêzên derve ve êrîşeke komploya navneteweyî hat ferzkirin. Di hundir de hevkarên wan jî hebûn. Heta roja îro, her tim pêşî li van hewldan û xebatan hat girtin. Sabote tê kirin, provokasyon hene, derdorên provokator hene. Ev rast in, rastiyek in. Ji Ozal heta Sirri Sureyya Onder jî êrîş pêk hatin. Di vî alî de li dijî derdorên derketin pêş êrîş hene.

Em niha bi bêbandorkirina van hemû hewldan û destpêşxeriyên astengker û sabotajker û tevî wan, bi nîşandana îradeyê û bi hewldanek baldar û hesas hatine vê kongreyê. Li ser bingeha hişyariyên Rêber Apo. Sirri Sureyya Onder çiqas hişyar kir. Ew her tim di her civînê de min hişyar dikir. Ji ber ku wî baş dizanibû ku ew çi cure têkoşînê dike û dibe ku bi çi cure astengiyan re rû bi rû bimîne.

Rewş niha çi ye? Gihîştiye astek wisa. Her hewldanên sabotajê hatine pûçkirin. Ev îrade û helwesta pratîkî bi derbaskirina astengiyan hat nîşandan.

Ji niha û pê ve jî wê berdewam bike. Eşkere ye ku divê em her gav baldar û hesas bin. Rewşeke wisa heye. Divê em vê bibînin. Ji ber vê yekê, pêvajo tenê dikare bi rastî were meşandin ger her kes baldar be, hinekî sebir bike û bi zanîna van rastiyan tevbigere. Yan na, dibe ku dîsa were sabotekirin. Ew xetere hîn jî ji holê ranebûye.

PKK REWŞA PARTÎBÛNA TEVGERA RÊBERTIYÊ YE

Me nêzîkatiya xwe ya li hember vê pirsgirêkê ji raya giştî re eşkere kir. Me jî helwesta xwe bi eşkereyî diyar kir. Dema ku bi Rêber Apo re danûstandin hebû, me ew ji wî re jî ragihand. Ji ber vê yekê, me carekê got ku pirsgirêkek me ya têgihîştinê heye. Bi gelemperî, her çendî di astên cûda de be jî, di warê têgihîştin û dahûrandnê de pirsgirêkên me hebûn. Li ser vê bingehê me hewl da. Me ev yek car bi car di daxuyanî û panelan de jî anî ziman. Hevalên me ev yek di astên cuda de ji raya giştî re anîn ziman. 

Yanî, me hewl da ku fêm bikin û dahûrînin. Me ji aliyê xwe ve hewlên xwe dane. Bê guman, hinek pêşketin û guhertin çêbûne. Astek têgihîştinê baştir bûye.

Bi taybetî jî her ku hevdîtinên bi Rêber Apo re berdewam dikirin û peyamên ji wir dihatin weşandin û civînên ku bangewaziyê rave dikirin dihatin lidarxistin, asta têgihîştinê hîn bêtir baştir dibû. Tiştên ku Rêber Apo ji bo rêvebirina Kongreyê pêşkêş kir, di heman demê de astek girîng a têgihîştin û ronakbîriyê jî afirand. Yanî, di warê derbaskirina rewşa destpêkê de pêşketinek çêbûye.

Nêzîkatî, asîmîlasyon û têgihîştina pêvajoyê di astek girîng de pêk hatiye. Lê em nikarin bibêjin ku ev rewş ji bo her kesî li her astê qewimiye. Her ku hûn bêtir bifikirin û balê bikişînin ser xwe, hûn bêtir fêm dikin.

Lê em dikarin vê bêjin: PKK partî bû, lê ev rewşa partbûna Tevgera Rêbertiyê ye. Ew wekî partiyên din nehat damezrandin. Ev partî ne bi rêbazên cûrbecûr ên ku hatine cem hev, ne jî bi rêkeftina çend derdoran hatiye damezrandin. PKK Partiya Rêbertiyê ye. Rêber Apo her wiha got, “PKK partiya şehîdan e.” Ji ber vê yekê, Tevgera Apoyî û Tevgera Rêbertiyê ev têkoşîn bi navên cûrbecûr meşandin. Di demekê de di nava têkoşînê de, pêwîstî dît ku partiyek ava bike. Di Kongreya 1’emîn de biryar hat girtin û bi fermî navê PKK lê hat kirin.

Ew bi vî navî 47 salan derket pêş û serketinek mezin bi dest xist. Ev têne zanîn. Lê di vê gavê de, PKK’ê rola xwe ya dîrokî lîstiye, mîsyona xwe bi cih aniye, erkên xwe pêk aniye û ji salên 1990’î vir ve gihîştiye vê astê; divê bi heman awayî berdewam neke, divê biguhere; Lêbelê, Rêbertî diyar kir ku ji ber astengiyên derve û kêmasiyên navxweyî em nekarîn vê guhertinê bikin û heta niha rewş wiha bûye.

Ji ber vê yekê, ez dixwazim vê bêjim: her kes tevlî Rêber Apo bûye. Tevgera Apoyî heye. Fikir û îradeya Rêber Apo, fikir û îradeyek girêdayî û diyarker e. Bi vî awayî, heta ku Rêber Apo wê pêk bîne, belê, her tim pirsgirêkên têgihîştin û sepandina wê di pratîkê de wê hebin. Ew qewimî, hindik qewimî, gelek qewimî. Rexne û rexnedayîna di dîroka PKK’ê de her tim cihekî pir girîng e. Lê belê heta ku Rêber Apo pêvajoyê bi rê ve bibe, ti pirsgirêka beşdarbûn an jî avakirina lihevkirinê tune ye.

Ji ber vê yekê, helwesta me ya li ser vê mijarê di heman astê de ye. Beşdariya Rêber Apo heye. Bila ez vê yekê jî bi vê boneyê bibêjim: Hemû hevalan, gelê me, heta hevalên me jî ev yek bi ezmûnek diyarkirî dîtine: Rêber Apo ti carî kesî nexapandiye. Ew her tim eşkere bû û rastiyan anî ziman. Wî gavên herî xeternak, di hawîrdorên herî dijwar de avêt. Her tim bi serketî derdiket. Ew bi ser ket û di her hawîrdorekê de pêşketinek nû afirand ku hiş û helwesta mirovan a asayî wekî normal nedidît û digot “ne pêkan”. Derketina yekem a di sala 1973’an de jî wisa bû. Wê demê digotin, “Bi vê ramanê tiştek nayê kirin.” Dema ku di sala 1975’an de ji bo avakirina eniyek bi siyasetmedarên din ên Kurd re çû hevdîtinê ez navê wî nabêjim lê serokê partiya Kurd a herî bibandor û rêxistinkirî li Bakur ji Rêber Apo re wiha got û ev yek di daxuyaniyên Rêber Apo de jî heye: “Heke tu bi vê fikrê bikevî Kurdistanê, hem zirara herî mezin dide Kurdan û hem jî rojekê nikarî bijî.”

Lê belê, Rêber Apo 52 sal in li ser piyan e. Ew afirînerê gelek pêşketinan bû. Kesên ku heman tişt li ser Îmraliyê digotin jî hebûn. Ez ê sala 1999’an qet ji bîr nekim. Wê demê, ne ji derve lê ji derdora me ya nêzîk, zextek pir mezin li ser rêveberiyê hebû. Ti gotin nema ku ji me re negotin. Ew hemû di arşîvên me de ne.

Wan digot, “Hûn dîn bûne.” Hin kes hebûn ku digotin, “Gelo ev tişt dikarin li Îmraliyê werin kirin? Ma Îmraliyê êdî zemîna vê heye? Dev jê berde. Şerm e. Ewqas pêşketin, ewqas hewldan heye. Hemû wê pûç bibin. Hûn ji duayên ku çênabin re dibêjin amîn.” Ew kesên ku serdegirtin û dest danîn ser hin cihên partî û jîngehên me yên kar, gotin, “Serdema Rêbertî bi dawî bû. Şoreşa me dest pê kiriye. Em çi bixwazin em ê bikin.” Wan digotin, “Êdî li Îmraliyê tiştek çênabe.” Baweriya wan tunebû.

Lê Rêber Apo niha di têkoşîna Îmraliyê de pêşketina herî mezin a ku bandor li tevahiya cîhanê kiriye, aniye holê. Yanî Rêber Apo her tim encam bi dest xist û serketin bi dest xist. Bi vî awayî, wî hêvî, bawerî û derfetên mezin da civaka Kurd, heval û dostên xwe…

Bi rastî, wî ev bawerî da hevalên xwe yên kevin jî. Hûn belgefîlmekî temaşe dikin; Ew qala hevalên xwe yên ji dema ku ew li dibistanê dixwendin an jî wekî karmendên dewletê dixebitîn, berî ku ew tevlî tevgereke siyasî bibin jî dikin. Erê, dibêje, “Bavê wî dibêje, li ser eniya wî nîşana fetihkirinê heye.”

ROLÊN DÎROKÎ Û ENCAMÊN KONGREYAN

Yanî Rêber Apo kongreya avakar a PKK’ê wekî mudaxaleyeke radîkal a dîrokî pênase dike. Bi rastî jî wisa bû. Ev mudaxaleyeke li dijî serberjêrî çûyîna dîrokê bû. Ev 47 sal e, heta mirov dikare bêje ku ev 52 sal e ev dîroka berdewam dike. Pênaseyeke hemû kongreyên PKK’ê heye. Rewşeke pênaseyê ya pêvajoyê heye. Lê mirov dikare bêje ku kongreyên ku nehatine pêkanîn jî hene. Wekî kongreya 6’emîn. Yanî ev kongreyana ji Rêbertiyê qutbûn e, bi pêvajoyan re hevrû nebûyî ne…

Kongre avakarin, vîn e û tabî mudaxale ne. Kongreya 2’yemîn ji bo vegera welat bû. Vîna berxwedanê ya li dijî faşîzma leşkeri ya 12’ê Îlonê bû. Temsîla berxwedana li zindanan dike. Kongreya 3’yemîn, xeta Apogerî ya di gerîlatiyê de kûrbûn û kongreya rexedayînê bû. Rêber Apo ev kongre wekî “Kongreya Gerîlayan” pênase kir. Kongreya 5’emîn wekî “Kongreya Reformê” hat pênasekirin. Bi kongreya 6’emîn re êdî bi tevahî di xwe de pêkanîna guhertinan bû. Di dema çûyîna Kongreya 6’mîn de, Rêber Apo pênaseyeke wiha kir: “Em di 1993’yan de hatin astengkirin, em ê van astengiyan derbas bikin. Em neçarin ku biguherin. Heke em neguherin di me de dê beredayîtî xwe bide der, dê di derûdora me de jî beredayîtî xwe bide der, dê di kesên dijberên me de jî ev rewş rû bide. Ji xwe kesên dijberên me nikarin me biguherînin, em ê xwe biguherînin û yên li hemberî xwe jî biguherînin.” Got ku “ji ber ku em hêza sosyalîstin.”

Wê demê em ê bi guhertina xwe re pêşî li hemû qelsî û nebesiyan bigirin. Lê mixabin bi komployeke pir bi planî û bêbext re pêşî li vê pêvajoyê hat girtin. Bi berxwedana li Îmraliyê re Rêbertiyê got ku: “Ez di van şertan de jî dikarim li ber xwe bidim, dikarim hin tiştan pêk bînim. Bila derfetek ji bo min bê dayîn, gel û rêxistin destekê bide.” Sekneke wisa hat raberkirin. Me ev wisa fêm kir. Bi kongreyê re bersivek wiha ji bo vê seknê hat dayîn. Bi xeleka li dora Rêber Apo re û bi piştgiriyeke xurt re pêvajo hat bi pêşxistin. Kongreya 7’emîn guhertin da destpêkirin. Lê mudaxaleya esasî ya li dijî hemû rizandinan, bêguman guhertina paradîgmayê bû. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bi rêya hişmendiya netewe dewletê nedihat çareserkirin, heke xeta rizgariya neteweyî rizgariya xwe bi dest bixe jî, ew hêzên ku sosyalîzma reel dişopandin, nikaribûn rizgariya xwe biparêzin. Ji bo wê bi guhertina paradîgmayê re ev hemû astengî hatin derbaskirin. 

LI DIJÎ NEGUHERTINÊ NOQTE HAT DANÎN

Divê em vê mudaxaleyê di asteke gelek bilind de bigirin dest û pişte êdi me her dem di xwe de guhertin û veguhertin pêk anîn û me xwe nû kir. Ya rast kongreya ji nûve avakirin û PKK’ê bi rê û rêbazeke wiha pêk hat. Ev pêvajo di bihara 2005’an de dest pê kir. Pişt re me ev her dem di rojevê de hişt, niqaş kir, pêkanî, lê me astengî derbas nekirin. 

Êrîşên dijber astengiyên xwe berdewam kirin. Me jî pêkanînên nûjen di xwe de ava nekirin, rê û rêbazên pêkanînê û nûbûnê me di xwe de ava nekirin. Wekheviyek di me de pêk nehat. Ev bingeha xwe ji hişmendiyê digire, sekna qazanckirî û encamgir di me de pêş neket. Rewşeke wiha xwe da dubarekirin. 

Kongre bi awayekî radîkal, li dijî vê rewşa “xwe neguhertinê” mudaxaleyek e. Bi dawî dike. Sekna Rêber Apo ya bi biryar jî bingeha xwe ji vir digire. Neguhertinê bi dawî dike. Ya rast wisa li berxwedaneke bi zanebûn tine. Berovajiyê wê tê gotin ku: “Em girêdayî ne, pêk tînin, bi rêve dibin” lê tê gotin pêkneanîn heye. Ev bingeha xwe hem ji hişmendî û hem jî ji tarz digire. Dîsa astengiyên dijber hene. Divê mirov ti demê bi aliyekî li van pêvajoyan mêze neke. Bi yek alî negire dest. Ew astengî tên dîtin lê derbasnekirin hene. 

Ev wekî hincet dikarin bên destgirtin. Lê hebûna van rastiyan, li dijî tiştên ku pêk bên astengiyek be, ev rewşeke ku bê qebûlkirin nîne. Xala ku em hatine lê sekinî ne ev e û Rêber Apo dawî li vê rewşê anî. Dawî li serdemeke dîrokî anî û serdemeke dîrokî ya nû ji hêla Rêber Apo ve hat destpêkirin. Em ê kongreyê çawa pênase bikin? Kongreya 12’emîn, vê pêvajoya dîrokî ya PKK’ê ku li ser xeta Apogeriyê ev 47 sal e dimeşe bi dawî dike û pêşî li pêvajoyeke vedike. Bi vê kongreye re pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Rêber Apo ev pêvajo wekî pêvajoya “Çareseriya Aştî û Civaka Demokratîk” pênase kir. Têkoşîna civaka demokratîk wekî peywirekî danî holê. Ev serdem wekî “Serdema Civaka Demokratîk” pênase kir. Civaka demokratîk çî ye? Civaka ekolojik e. Civaka demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk e. Civaka demokratîk, civaka azadîxwaz a jinparêz e. Civaka konfederatîf a demokratîk e. Yanî avakirina neteweyeya demokratîk û avakirina neteweya sosyalîst e. 

Dema Rêbertî di sala 1994’an de digot “Berxwedan bi ser ket, dora rizgariyê ye” bal dikişand ser azadkirinê. Lê ev pênase ji ber pêşdîtinên birdoziya netewe-dewletê bûn ku digot “Rizgarî.” Her gav “rizgarî” li pêş bû, ev jî girêdayî birdoziya netewe-dewletê bû. Armanc netewe-dewelt bû. Bi guhertina paradîgmayê re, azadiya civakê û rêvebirina demokrasiyê hêj zêdetir derket pêş. Paradigmaya desthilatdarî û dewletê hat derbaskirin û paradigmaya ekolojîk û azadiya jinê esas hat girtin. Hêj pêk nehatina vê û guhertina di hişmendî, feraset û tarzî de derneketina pêş, pêwîstî bi mudaxaleyekî hat dîtin. Ev jî pêvajoyeke nû ye. Ev pêvajoya nû avakirina civaka demokratîk û jiyana azad e. 

Serdemeke wiha hat destpêkirin. Di pêşkêşvaniyan de bernameya vê heye. Em paradigmaya wê diyar dikin: Em ji vê re dibêjin paradigmaya azadiya jinê. Paradigmaya civaka ekolojîk e. Ji ber ku cîhan di niv xetereyeke mezin de ye; tevgerên karî yên kapîtalîzmê, êrîşên endustriyalîzmî civakê her gav dihelîne û ti nirxî di civakê de nahêle. Civak li dijî kesayetiya lîberalîst, di bin xetereyeke mezin de ye. Hemû destkeftiyên civakê di bin talanê de ye û tê tinekirin. Divê baş bê dîtin ku jiyana civakî ya li gorî azadiya jinê, nirxê herî giranbuha yê miroahiyê ye. Ev li gorî exlaqê civaka xwezayî ye. Niha li dijî civakê êrîş pêk tên. Ji bo pêşî li van êrişan bên girtin çi pêwîst e? Bêguman ji nûve avakirin pêwîst e. Ji bo wê em ê bernameyê hêj şênbertir bikin. Em ê rêbaza Rêbertiyê bi pêş bixin. Yanî bi rêbaza paradîgmayê ya kevin, paradigmaya nû nayê pêşxistin. Bi rêbaza netewe-dewletê, civaka demokratîk ava nabe. Ji ber wê divê em amûr û armancan bigihînin hev û pêkanîneke hevbeş bixin meryetê. Çiqasî di fikrî de be, divê ew qas jî bikeve tevgerê, çiqasî di gotinê de be, divê ew qas jî di çalakiyê de rengê xwe bide nîşan. Ji bo serdema nû em vê tînin ziman. Pêvajoya ku bi kongreyê hat destpêkirin, ev e. 

NASNAMEYÊN NÛ RÊYÊN AZADIYÊ YÊN NÛ

Rêya azadiyê ya Apogeriyê ku bi PKK’ê hatibû destpêkirin, hat bi dawîkirin. Dê bi nasnameya nû ev meşa azadiyê berdewam bike. Dê ev nasname çi bin? Rêber Apo nîqaşa wê dike. Dibêje “Em zêde ecele nekin.” Lê dê demeke dirêj jî wiha dewam neke. Ji xwe hin rêxistinbûn di nava civakê de hene. Azadiya demokratîk… di nava serdema derbasbûyî de derketin holê. Divê ew li gorî pêwîstiyên paradigmaya nû xwe bi rêxistin bikin. Ew hêza ku ji wan hatî girtin, helbet dê peywirên pêvajoya nû bibersivîne. Divê bi armancê re hev bigire, wê temsîl bike, wê bi rêve bibe. Wekî mînak dê navê PKK’ê nebe. Ji xwe PKK wekî nav jî û armanc jî xwe nedisipart civakê. Wekî armanc teng dima. Bi taybetî jî di warê civakbûyînî de, di warê xwe spartina bingehîn de xîtabî beşeke piçûk dikir. Di serê 70’yî de pîvan ev bû. Bi vê rêbazê ketina Kurdistanê pêk hat. Ji ber vê PKK’ê xeletî nekir. Ji xwe di wan şertan de Rêber Apo tiştek din nedikir. Lê niha dê li gorî esasên paradigmaya nû, dê netewebûna demokraktîk esas bê girtin. Wê demê dê navê nû li ser esasê netewebûna demokratîk bê danîn. Ev dê çawa teşe bigire, dê di demên pêş de şênbertir bibe. 
Niha em di nava têkoşînekê de ne. Tiştên ku em dikin jî dayîna têkoşînê ye. Têkoşîn naqede. Dê dewam bike. Dê rêbazên nû, rêxistinbûnên nû berdewam bikin. Heta em dikarin bêjin ku dê hêj rêbazên nû, xebatên mezintir û têkoşîneke bilintir bê dayîn. Carekî Rêber Apo wiha gotibû: “Heta niha tiştên me kirin destpêk bû. Esas têkoşîna mezintirîn û pêşketina şoreşê ji îro pê de dest pê dike.” Belê, heta niha têkoşîna vejîna Kurd dihat dayîn, ev wekî destpêka têkoşîna hebû na Kurd bû. Dema pêş dê azadiya jiyanî, pêşketina mezin a demokrasiyê di dema pêş de bê avakirin. Armanca me ev e. Lê armanca her kesî ne ev e. Ev armanca me ye. Armanca kesên cuda, li gorî xwe cuda ye. Berjewendiyên wan cuda ne. armanca desthilatdariyê cuda ye, armanca muxalîfan cuda ye, dê dewlet di paradigmaya xwe de ciqas guhertinê bike ne diyar e. Hin kes ji niha ve dibêjin “Em PKK’ê têk bibin, ji nava kar derkevin.” Ji bo wê divê baş bê dîtin ku tiştekî şênber bûye tine ye. Lê pêvajoyeke têkoşînê hatiye destpêkirin. Di PKK’ê de guhertin, veguhertin, di têkoşîna çekdarî de veguhertineke nû nehat rojevê. Ev demeke dirêj e di rojeva me de ye, em niqaş dikin, dixwazin hin guhertinan pêk bînin. Hin guhertin jî pêk hatin. Niha bi temamkirina wan re dixwazin bimeşin. Lê heke êrîş bikin, bixwazin ji holê ra bikin, em ê jî wekî hemû zindiyan xwe biparêzin. Wer dixweyê ku ev pêvajoya nû dê derfeteke wiha nede wan. Ev nêrîna me ye. Hin kes cuda dibinin û dinirxînin. Dibe ku li gorî xwe êrîşan jî bikin. Yanî hin alî dê bixwazin PKK’ê bikişînin nava şer. Ji xwe me agirbest îlan kir. Gelek aliyan xwestin agirbestê sabote bikin. Dê îro pêde dewlet çiqasî serweriya xwe pêk bîne em ê bibinin. Em ê têkoşîna xwe bimeşînin. Ev dê bi rêbazên nû bimeşe. Dê bi rêxistinkirinên nû bidome. Heke di demên pêş de êrîş bidomin, em ê ji bi rêbazên nû bersiva van êrîşan bidin. Dê rêxistinbûnên me jî li gorî wan bên guhertin. Em nikarin bêjin ku pêvajoya berê wekî xwe berdewam dike, em ê ji bi heman awayî wiha dewam bikin. Ew dê nebe. Rêber Apo got ku: “Ji xeta şidet û pevçûnê derxistin, kişandina xeta hiqûq û siyaseta demokratîk.” Ev tiştekî ku tenê bi hewldana me pêk bê nîne. Heke yên dijber jî vê yekê bikin û vê bixwazin, dê li gorî wê dewam bike. Hem Rêber Apo û hem jî tevgera me di vê de bi xwestek e. Lê heke em bi êrîşên tinekirinê re rû bi rû bimînin, em ê jî wekî her zindiyî xwe biparêzin û li berxwe bidin. Ez ji bo vê wiha bejim: Divê her kes hem rast bixwîne û hem jî rast tevlî pêvajoyê be. Bi taybetî divê hevrê rast fêm bikin. Divê rêxistinên jin û ciwanan rast bixwînin. Dîsa dostên me yên sosyalîst û şoreşger, hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê, rast bixwînin. Dê têkoşîn hêj tevlîhev û hêj bi zehmetî dewam bike. Divê her kes ji vê re amade be. Dê çawa xwe amade bike? Wisa ne bi awayekî xwe fedakirî, li gorî tiştên ku diqewime rastiyê fêm bike, êrişên hemberî xwe vala derxe. Ev pêvajo pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Dê li gorî wê rê û rêbaza serkeftinê bi pêş bixe û xwe di her warî de amade bike. Niha têkoşîn bi esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam dike. Divê ji hemû demê bêhtir di her waran de serwextbûnek derkeve pêş. Civak jî xwedî lê derket, ev têkoşîna civaka demokratîk û aştîxwaz e. 

Divê civaka demokratîk, civaka komunal û demokratîk bi her awayî bê pêşxistin. Di her warî de rêxistinbûn, perwerde û çalakbûyîn derkeve pêş. Sekin tine, ji hemû demê bêhtir dê têkoşîn berdewam bike.

TEVDÎRÊN LI HEMBERÎ PÊVAJO Û NEYÎNTIYÊN MUHTEMEL

Tevdîr ji bo me bîr û biryardarî ye. Têkoşîna 52 salan a mezin nirxên azadîxwaz û demokratîk derxist holê…Têkoşîna Rêber Apo û berxwedana 47 salan a PKK’ê nirxên mezin derxist holê. Ev nirx weke mîrateya mezin ji bo pêvajoya nû têne hiştin. Bê guman ne weke ku ji holê rabûne yan jî tinebûn e. Temînata herî mezin, ev tevdîr e.

Bi vî rengî, em çawan bibêjin, me ev biryar girt lê ev ne biryara belavbûnê ye. Hin kes dinivîsîn: “Ma wê ev mirov bibin dûkel?” Ev ne biryara dûkel bûnê ye. Ên ku wiha nêzî me bibin û di vê de israr bikin wê xwe bi xwe vale derxînin.

Ez vê bibêjim: Di aliyê li hember, desthilat û dewletê de pêvajoyek paş de veger a zehmet heye. Em van dinirxînin û em ê bibînin. Ew hewl didin bi derdorên cuda re li hev bikin, em dibînin. Lê ti lihevkirin wan xilas nake. Hewl didin bi Emerîka re peymanan bikin û li hev bikin. Bi Ewropayê re dixebitin. Bi Rûsyayê re dixebitin. Bi Îsraîlê re dixebitin. Ji xwe timî bi Îranê re di nava têkiliyan de ne. Lê belê ti ji van wan xilas nake. 

Me ev tişt got: Ên ku neguhere û paradîgmaya li dijî Kurdan neguhere, li pêşiya wan (Tirkiye) du vebijêrk hene; Yan wê bi pergala ku tê de ye re şer bike yan jî wê teslîm bibe. Wê teslîmî hegemoniya nû ya Rojhilata Navîn bibe ku ev pergal bi serweriya Îsraîlê dixwaze ava bike. 

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Amed Malazgîrt Demeke ji têkoşîneke hîn mezin destpê dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Klîba ji bo Newroza 2025’an amade ye

Klîba strana “Newroza Azadî” ku ji bo Newroza îsal ku wê li herî kêm 89…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Dengê xwe bidin namzetên gel!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir…

Ji aliyê Stêrk TV

PKK: Em 15’ê Sibatê Roja Qirkirina Kurdan bikin Roja Azadiyê

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Balûken: Êdî divê hikumet gavê biavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê siyasî yê ku du çavên wî nabîne di hucreya yek kesî de tê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?