Karayilan beşdarî radyoya Dengê Gel bû û diyar kir ku li Metînayê artêşa Tirk li qadên ku gerîla lê nîne, bi cih bûye û PDK û dewleta Iraqê pêşî li vê vekiriye û got ku bi vî rengî hewl tê dayîn ku qadên gerîla bên dorpêçkirin.
Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk li rêya di navbera Bamernê û Kanîmasiyê nasnameyan kontrol dike û got: “Nêçîrvan Barzanî jî ji wir derbas bibe, wê nasnameya wî jî bipirsin.”
Beşa duyemîn a hevpeyvîna Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan a bi radyoya Dengê Gel re, bi vî rengî ye:
Beriya niha bangewaziya we ji bo cerdevanan hebû. Lê belê li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, hê cerdevanên beşdarî dagirkirina xaka Başûr dibin hene. Têkildarê vê mijarê tiştek nû ku hûn bibêjin heye?
Mijara cerdevanan, yên xiyanetê dikin, yên alîkariyê didin dijmin an jî yên çeka dijmin radikin, ne meseleya bangewaziyê ye; ez vê yekê dizanim. Ev mijareke dîrokî ye. Ev birîn ji bo gelê Kurd birîneke reş e, ku heta niha derman jê re nehatiye dîtin. Ji bo vê jî gelê Kurd hê jî dîlgirtiye û di bin pergala koletiyê de dijî.
Min bang li wan kir ku qet nebe neyên Başûrê Kurdistanê. Eşkere ye ku dewleta Tirk di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de zehmetiyeke mezin dijî. Ji ber vê yekê dixwaze leşkerên ji bo wî şer bike bibîne. Hem dixwaze li Tirkiyeyê leşkeriya bi pere pêş bixe û bigihêje vê armancê, hem jî dixwaze li Bakur û Başûr Kurdan li dijî hev bide şerkirin. Di vê çarçoveyê de, li gorî agahiyên ku me nû girtine; Ji Bedlîs, Mêrdîn, Çewlik, Sêrt, Dersim- bi qasî ku dizanim li Dersimê pir cerdevan nîne- Mûş, Colemêrg û Şirnexê cerdevanan tînin. Niha 1500 cerdevan anîne Başûrê Kurdistanê. Lewma van rojan plan dikin ku hejmara xwe heta 1500’î temam bikin. Yên ku anîne Başûr wê li Metîna, Avaşîn û Zapê bi cih bikin û bixin nava şer. Gelek ji wan jî xizmetê ji wan re dikin, yanî dixebitin. Cih wan çêdikin, çeperên wan çêdikin û yên ji hêstiran fam dikin av û erzaqê bi hêstiran ji wan re tînin; Yanî ew xulam in. Welatên wan tê dagirkirin û ew xizmeta dagirkeran dikin. Ewqas ketîbûn gelek xirab e. Dijminek tê û welatê te dagir dike, tu jî jê re dibe alîkar û jê re xizmetê dike. Ev koletî ye. Bê guman ji bo hatina cerdevanan a Başûrê Kurdistanê û tevlîbûna wan a şer, dewleta Tirk ji mûçeyên wan hinekî zêdetir pereyan dide. Bi vî rengî siyaseta li dijî hev dane şerkirin pêk tînin.
Siyaseta dewleta Tirk ev e. Di dema Osmaniyan de rewş bi vî rengî bû û niha jî bi vî rengî ye. Yanî, hûn jî dibînîn, ji Bakur cerdevan tînin, ji Başûr hin kesan dibînin. Gelo PDK bi her awayî xizmetê ji wan re nake? Hûn dibînîn, ji Rojava hin kes girtine ba xwe, li Stenbol û Enqereyê li otelan pêşwazî dikin; ev kes jî pereyan distînin û piştre jî dibêjin “em ENKS’yî ne”. Dewleta Tirk biçe kur, pêşî hevkarên ku îxanet li gelê xwe kirine digire ba xwe. Di dema Osmaniyan de jî vê yekê dikir û niha jî wiha dike. Di dîrokê de ti tevgereke ku ji bo azadiyê li Kurdistanê rabûye ser piyan, bi tena serê xwe ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye têkbirin. Bi giştî di hemûyan de rola Kurdan heye. Ev heqîqet nîşan dide bê ka heta niha Kurd çima bûne kole. Ev neynik e, wêneyekî tiştên qewimîne. Îro yên ku li dijî me şer dikin piraniya wan Kurd in. Ew bi xwe nikarin şer bidin meşandin, ji bo ku encamekê bistînin Kurdan li dijî me bi şêwazên cuda bi kar tînin.
Lê vê carê dewleta Tirk dê wê encamê bi dest nexe. Çima? Êdî hişmendî ava bûye. Raman û zîhniyeta Rêber Apo belav bûye û jin û ciwanên Kurd êdî haya wan ji rastiyê hene. Ji bo vê jî dewleta Tirk êdî nikare gelê Kurd bike du parçe û li dijî hev bide şerkirin. Em dizanin ku cerdevanên destek didin dewleta Tirk û li gel wan disekinin kêm in, hêza me mezintir e. Bawerim banga ku we pirsî, ku min herî dawî kir, bê guman bandor li ser malên cerdevan û li ser zarokên wan kiriye. Ew wisa bi hêsanî nayên. Bê guman zehmetiyên ku rastî wan tên hene. Lazim e serî hildin, dest ji vî karî berdin. Divê ji vê xiyanet û bêbextiyê xwe paqij bikin; Divê bibin xwedî helwest. Dibe ku hin kesan helwest nîşan dan. Dem bi dem em dibihîzin ku hin kes helwestên bi vî rengî pêş dixin, lê di analîza dawî de yên tên jî hene.
Ev mijareke têkoşîna civakî ye. Divê em li dijî vê têbikoşin. Divê welatparêzên me, jinên azadîxwaz, ciwanên Kurd, alîgirê demokrasiyê û gelê me yê welatparêz li dijî sîxurtiyê, cerdevaniyê û îxanetê têbikoşin. Tenê bi bangewazîyekê nabe, divê têkoşîn bê kirin. Ez banga têkoşînkirinê li her kesî dikim. Divê li malê, li kolanê, li her derê têkoşîn bê kirin. Her wiha divê li mala cerdevanan jî têkoşîn bê kirin. Divê em mirovên xwe yên di nava şaşî û kêmasiyê de ne bi vî rengî sererast bikin. Esasê îdeolojiya Rêber Apo çi ye? Em civaka Kurd a hatî xistin, rakin ser piyan; Em kesayeta Kurd ji nû ve biafirînin. Li ser vê bingehê şoreşa vejînê pêk hat. Ji ber vê yekê, em kesên di rêya şaş de ne bînin ser rêya rast. Em ji bo vê yekê hewl bidin û têbikoş in. Ev têkoşîn wê bi pêş bikeve û vê siyaseta dijmin têk bibe.
Em ji cihên cuda agahî digirin ku hin kes hewl didin li ser navê PKK-HPG’ê pereyan kom bikin. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
Ez kêfxweş im ku we ev pirs pirsî. Di vê çarçoveyê de dixwazim hişyarî û bang li tevahiya gelê me bikim. Dîsa eger hevrêyên me guhdarî dikin, divê baldar bin:
Belê, em dibihîzin ku li ser navê PKK an jî HPG’ê mirovên pere ji gel kom dikin hene. Agahiyên bi vî rengî ji cihekî tenê nayên, ji gelek cihan tên. Divê gelê me û hemû welatparêzên me vê rastiyê bi zelalî bizanibin: Em weke PKK an jî HPG’ê li Bakur pere û alîkariyê ji tu kesî kom nakin. Belê, pêdiviya me pê heye, lê ji bo ku em lîstikên dijmin vala derxin, me biryar da ku ti hevrêyên me bi rêya hin kesan pereyan kom nekin, yanî ji bo alîkarî yan jî komkirina pereyan divê tu kesî neyên wezîfedarkirin. Ev dê pêk neyê. Lazim e her kes bi vê zanibe. Tevî vê yekê, yên ji bo komkirina pereyan tên û daxwaza wê dikin, bi îhtimaleke mezin sîxurên di rêveberiya MÎT’ê de ne û li ser vê esasê hatine wezîfedarkirin. Dibe ku hinek ji wan berjewendîperest bin, hinek ji wan pêkhateyên çete bin û ji bo berjewendiyên xwe van tiştan dikin. Divê gelê me li hemberî van kesan hişyar bin. Bi ti awayî alîkarî nedin kesekî û neyên lîstikên bi vî awayî.
Bê guman eger welatparêzek gerîla bi xwe bibîne û fêm bike ku pêwîstiya gerîla bi alîkariyê heye, ew bi xwe dikare bide. Dibe ku pêdiviya hin hevrêyan bi alîkariyê hebe û ez dizanim ku pêdiviya wan pê heye. Lê belê ji bo lîstikên dijmin vala bên derxistin, em dest ji komkirina alîkariyê berdidin û ji holê radikin. Berê jî nebû, lê dibe ku hin yekîneyên me dem bi dem kom bikin. Dijmin bi van pêkanînan dixwaze gelê me bêzar bike, navê tevgera me qirêj bike û gelê me talan bike. Ji bo pêşî li vê yekê bigirin, em rêbazên bi vî rengî ji holê radikin. Lê weke min behs kir; Eger welatparêzên me bi çavên xwe gerîla bibînin û bi çavên xwe bibînin ku hewcehiya hevrêyan heye, bê guman divê her welatparêzek dema pêwîstî pê hebe alîkariyê bide hevrêyên xwe. Teqez dema ku yekser hevrêyan bibînin, ev yek dibe. Ji bilî vê divê kes neyê lîstikên bi vî rengî. Em li ser navê xwe kesekî peywirdar nakin ku “biçin pereyan ji bo me kom bikin.” Divê kes neyê van lîstikan û her kes li vê baldar be.
Ev çend sal in şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dikin. Wekî din, operasyonên artêşa dagirker ên li Bakurê Kurdistanê di rojên dawî de zêde bûn. Pevçûn hebûn û we di bernameya me ya berê de diyar kiribû ku şehîdên we hene. Li ser têkoşîna gerîlatiya Bakur bi giştî hûn dixwazin çi bibêjin?
Weke we jî anî ziman, li Başûrê Kurdistanê yanî li Herêmên Parastinê yên Medyayê her tim şereke dijwar heye. Di vê çarçoveyê de li Zapê niha şerekî mezin û dijwar diqewime. Em bi rojane daxuyaniyan didin. Dijmin her cure çekan bi kar tîne; gazên kîmyewî û çekên qedexekirî bi kar tîne, çekên taktîkî yên nukleerî bi kar tîne. Li dijî tunelan makîneyên sondajê ji Konyayê aniye û dixwaze hin cihan bikole. Xebateke berfireh dikin, şerekî dijwar heye. Ez vê yekê jî bibêjim: Di nava gerîla de profesyoneltî jî her ku diçe pêş dikeve. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê asta profesyonelbûyîn û ruhê fedaî di gerîlatiyê de kûr bûye. Mînak di vî şerî de şehîdên me kêm in. Jixwe em van şehadetên ku pêk tên yekser îlan dikin. Wekî din ti şehîdên me yên din tune ne. Bi taybetî di şerê Zapê de mînak di nava du mehên dawî de ewqas çek tên bikaranîn, lê belê şehîdên me nîne. Ji ber ku profesyonelbûn pêş ketiye. Ev îsbat dike ku hêzeke profesyonel bêyî windahî bide dikare derbeyên mezin li dijmin bide. Gerîla îro vê yekê dike. Şereke mezin heye.
Di rojên dawî de li Metîna hewldanên dagirkeriyê zêde bûn. Mînak, dijmin duh bi şev gundê Bazê û derdora wê, her wiha cihên weke Qesrok û Dergelê girtin destê xwe. Çalakiyên hevrêyan jî çêdibin, lê dijmin çawa dike? Ew bi gelemperî deverên ku heval lê tune be digire. Niha li Metîna taktîkeke bi vî rengî dimeşîne. Yanî li cihên ku dizane heval li wir nîne, an bi rêya hewayî an jî bi wesayîtan ji bejahî ve tê. Wesayîtên wan jixwe di Deriyê Sînor ê Serzerê re derbas dibin û li ku derê bixwazin dikarin biçin, bi serbestî diçin. Di vê alî de PDK û dewleta Iraqê rê li ber wan vekiriye. Bi kurtasî li Metîna her du taktîkan bi kar tîne. Pêşî cihên ku heval lê nîn in dike hedef û dagir dike; Bi vî rengî dorpêçiyê pêş dixe. Ez vê yekê jî bêjim: Li ser rêya di navbera Bamernê û Kanîmasî de niha dewleta Tirk kontrola nasnameyê dike. Ez bawer im, ku eger Nêçîrvan Barzanî jî li wir derbas bibe, ew ê nasnameya wî bixwazin. Beriya bi salan di hevdîtineke me de Nêçirvan Barzanî ji min re got, beriya sala 2005’an çû Tirkiyeyê, li cihekî rûniştin, li sera maseyê li pêşiya her kesî erka wan hatibû nivîsandin, ji wî jî pirsîn bê wezîfeya wî çi ye, li ser vê yekê wî jî got ew Serokwezîr e, lê belê kesê ku ew pirs lê kir jê re gotiye nabe, li Başûr jî nikare bibe serokwezîr û bi vî rengî pirsgirêk çêkirine. Çima bi vî rengî nêz dibûn? Ji ber ku, li gorî wan pergalekî Kurdan û serokwezîrek jî çênabe. Li ser vê bingehê, di wê demê de dewleta Tirk hesab dikir ku PKK şerê çekdarî berdewam nake û ji ber vê jî zextê li Başûr dikir. Mînak, li Dihokê jî tehemûla ala Başûrê Kurdistanê nedikirin û digotin, ‘Em ê van parçeyên qumaşê daxînin.’ Ji ber vê yekê zexta wan a li ser Başûrê Kurdistanê destpê kir, lê piştre dema gerîla ji nû ve dest bi şer kir, dest ji vê yekê berdan û berê xwe dan me.
Niha di esasê xwe de dewleta Tirk Beşûrê Kurdistanê dagir nake, lê belê polîtîkaya îlheqkirinê dimeşîne. Dibe ku niha rûyê xwe ya rast nîşan nede, naxwaze bi rengekî vekirî stratejiya xwe eşkere bike; Ji hikûmetên Iraq û Başûr re dibêje , ‘Ez vî şerî li dijî PKK dikim, ji ber vê yekê divê hûn alîkariyê bidin min.’ Jixwe di vê mijarê de bi PDK re li hev kirine, bi hev re ne. Li ser vê esasî, ew bi vî rengî îlheqê pêk tîne. Mînak her roja Sêşemê li meclîsa Tirkiyê serokên partiyan axaftinên komê dikin. Îro Serokê MHP’ê yê giştî Devlet Bahçelî axivî. Ez pêşnîyar dikim ku rayedarên Başûr û Iraqê guhdarî wê axaftinê bikin. Her kes dizane ku yê îro dewleta Tirk bi rêve dibe Devlet Bahçelî ye. Ew stratejiyê diyar dike, Erdogan û derdora wî jî pêk tînin. Lê yê ku stratejiyê diyar dike Devlet Bahçelî ye. Mînak îro çi digot? Qala Mûsil û Kerkûkê dikir. Qaşo behsa hevokek Atatûrk a derbarê Mûsil û Kerkûkê de dike. Lê di esasê de niyeta xwe vedibêje. Em her tim dibêjin, ‘Ev dixwazin Mîsak-i Milliyê dagir bikin, di dilê wan de ev yek heye, ev dagirkerî vediguhere îlheqê.’ Dibe ku rayedarên Iraq û Başûr zêde qîmet nedabin gotinên me, lê bila Bahçelî guhdar bikin û fêm bikin bê niyeta rastî ya dewleta Tirk çi ye. Dewleta Tirk dixwaze Beşûrê Kurdistanê îlheq bike. Çawa ku Efrîn dagir kirin û piraniya Kurdan ji wir derxistin û sîstemên xwe ferz dikin, dixwazin bi demê re hêdî hêdî heman tiştî li Başûrê Kurdistanê jî bikin. Armanca wan ew e ku vê yekê li hemû Rojava pêk bînin û jixwe vê yekê venaşêrin.
Eger em Bakûrê Kurdistanê binirxînin; Li vir jî gelek operasyon tên kirin. Bi taybetî hin dezgehên çapemeniyê yê Tirkiye û Başûrê Kurdistanê dixwazin vê rewşê çawa nîşan bidin? Pêşî dixwazin dagirkeriya Tirk nerm nîşan bidin. Lê belê xuya ye hin dezgehên çapemeniyê yên li Başûr bi awayekî taybet hatine wezîfedarkirin ku vê dagirkeriyê nerm nîşan bidin. Ya rastî ew dixwazin dagir bikin û îlheq bikin, lê ev dezgehên çapemeniyê hewl didin nerm bikin. Ya din jî ev e; Dixwazin wisa nîşan bidin ku weke PKK niha tenê li Başûrê şer dike. Hem çapemeniya girêdayî AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê û hem jî hin çapameniya li Başûrê Kurdistanê hewl didin wisa nîşan bidin. Lê belê heqîqet ne bi vî rengî ye. Em li her derê li dijî vê dewleta mêtinger-qirker şer dikin. Şerê ku em dimeşînin şerekî îdeolojîk, siyasî, civakî, çandî û leşkerî ye. Belê, her tişt ne leşkerî ye, lê şerê leşkerî jî li her derê heye. Dewleta Tirk ji bo şerê li Bakur, tenê behsa şehîdên me dike. Ji ber ku me li ser teknîkê agahî girtin daye rawestandin, di dema xwe de em nikarin agahî bigirin. Agahî hinek dereng digihêje destê me. Ji ber vê yekê gelek nabe rojev, lê li Bakurê Kurdistanê şerek dijwar heye.
Mînak, rayedarên Tirk bîlançoya par dan; Di nava salekê de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê li dijî me 31 hezar operasyon pêk anîne. Binêrin, wan bi xwe vê yekê îlan kirin. Yanî di navbera me de şerekî gelekî giran heye. Li dijî me her tim êrîş heye û li hemberî vê berxwedanek mezin heye. Ev êrîş li zindanan, li kolanan û li çiyê hene. Li her derê heye. Divê gelê me bi taybetî li parçeyên din vê rastiyê baş bibîne. Li dijî dewleta Tirk a qirker şerekî berfireh tê meşandin. Mînak li Dersim, Cûdî û gelek cihên din dewleta Tirk li her derê bi milyaran pere ji bo çêkirina rêyan xerc kiriye û li ser wan deran qereqol ava kirine. Yanî ji bo xwe li wir biparêzin keleh ava kirin. Ji ber ku nikarin xwe li wir biparêzin. Bi kurtasî li Bakur hewldanek heye; Ew dixwazin me têk bibin, em jî li ber xwe didin, em dixwazin wan vala derxin û di dawiyê de jî têk bibin. Têkoşîneke bi vî rengî heye.
Di şerê ku li Bakur tê meşandin de dewleta Tirk hemû rê û rêbazan bi kar tîne. Em dikarin bêjin ku şer li ser 3 stûnan tê meşandin: Îstîxbarat, teknolojî û şerê psîkolojîk. Îstîxbarat xurt kirine, dixwazin sîxuriyê kûr bikin û dixwazin amûrên îstîxbaratê mîna kamerayan zêde bikin. Mînak, niha tenê bi balafirên bêmirov li dijî me nakevin hewldanan. Dewleta Tirk niha girîngiyeke mezin dide kamerayên erdê. Li ser tiştên weke wênegir, kamera û mobese disekine. Dîsa eger komek hevrê li cihekî tesbît bikin, 2 hevrê jî bin, pêşî balafir û helîkopteran dişînin; bi obûs, her cure çekên giran û hwd. bombe dikin; Piştre diçin ser û bêyî ku şerm bikin hev pîroz dikin. Hûn her tim bi teknîka dûr şer dikin; We tu fedakarî nekiriye! Yanî bi hezaran leşker, cerdevan, sîxur, kontra û ewqas teknolojiyê li dijî 2 kesan bi kar tîne. Dewleta Tirk niha li hemberî me şerekî bi vî rengî yê bê hevsengî dimeşîne.
Mînak ji bo ku ciwan tevlî nebin, dewleta Tirk bi awayekî fermî eroin, tiryakê, hebên hişbiriyê û hwd. li her derê belav dike. Dixwazin ciwanan hînî bikaranîna tiryakê bikin; Dixwazin wan hînî fûhûşê bikin. Ev hemû tenê ji bo ku ciwan nebin welatparêz û tevlî gerîla nebin tên kirin. Bi vî rengî şerê li dijî me şerekî psîkolojîk e, şerekî civakî ye, şerekî çandî ye. Bi vî rengî şerekî berfireh û dijwar tê meşandin.
Gerîlatiya serdema nû divê li gorî vê şêwazeke nû pêş bixe. Hevrêyên ku li Bakur in û li ser vê mijarê lêhûrbûne, jixwe dizanin. Di serdema nû de gerîla ji bo şêwazeke nû pêş bixe guhertin pêk anî. Lê dîsa şêwaza kevn berdewam dike. Yanî ev guhertin têrê nakin. Belê, hevrê ji bo nepenîtiyê baldar in; Di vî alî de hin pêşketin çêbûne, lê li gorî agahiyên ku me karîbû wergirin, di van her sê bûyerên dawî de jî îstîxbarata dijmin di nav de ye. Di bûyera li Glîdax ê de pevçûneke kurt heye; Diyar e ku tenê hevrê Şêxmûs şehîd dikeve. Lê belê li Botanê hem li Pîrosa hem jî li Mawayê şer demeke dirêj dewam kir. Eşkere ye ku dijmin xebateke berfireh a îstîxbaratê dimeşîne. Şopandine. Ji ber ku li gorî agahiyên gihaştin ber destê me, dijmin wir şopandiye. Ya rast, diyare ku ev şêwaz têrê nake. Ji bo bîranîna van şehîdên qehreman ên hêja divê em vê şêwazê veguherînin şêwazekî serketî. Ev hevrêyên me hemû hevrêyên bijarte ne. Ew nirxên vî gelî ne. Ew kur û keçên Kurdistanê yên herî fedekar in. Divê welatparêzên me û hevrêyên me vê rastiyê wisa zanibin. Hemû hevrêyên me yên li Bakurê Kurdistanê fedakariyek mezin raber dikin. Belê; dibe ku niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser eksena tunelan şerekî domdar ê 24 saetan hebe, lê berxwedana ku hevrêyan li Bakur nîşan dan, bi qasî şerên tunelê bi wate û girîng e. Lê belê divê hevrê di ferqa vê yekê de bin; Divê zêdetir ked, fedakarî û nûbûneke zêdetir pêş bixin. Em dixwazin di vî alî de nûbûnê, kûrtir bikin. Bi taybetî piştî van şehdadetên dawiyê, divê em bi awayekî rast xwedî li bîranîna van lehengan derkevin û gerîlatiya Bakurê Kurdistanê bi şêwazek ku qet derbe nexwe, nebe hedefa îstîxbarat û teknîka dijmin, bi rêxistin bikin. Eşkerye ku hewcehî bi şêwazek nû ya tevgerê heye. Di vê mijarê de berpirsyariya me hemûyan heye. Berpirsyariya hevrêyên li wir û ya me jî heye. Em di ferqa vê yekê de ne. Lê teqez di şêwaza tevgerê û rêbazê de divê em guhertineke serketî pêk bînin. Divê ev guhertin ne yek alî be, divê ji gelek aliyan ve guhertin esas bê girtin.
Mînak, dijmin û her wekî din dizane ku li herêmê komek hevrê hene; ji bo tesbîtkirina cihê mayîna li qadê bike, bi mehan wan dişopîne. Li her du cihan jî, dibe ku li Glîdax jî wisa be, dijmin tesbîta noqteyê kiriye. Bi taybetî li Pîrosa û Mawayê dijmin pêşî bi hêza xwe ya teknîk û hewayî li cihên hevrêyan dixin. Jixwe eger bi teknîk û balafiran li noqteyê nexin, ew qet nikarin bi ser hevrêyan de biçin. Eger biçin dizanin ku ew ê bimirin. Hêza wan nîne ku yekser ji bejahî ve bên. Beriya ku bên bi teknîkê li wê koordînateyê dixin.
Eger dijmin cihê koordînata komek hevrêyan tesbît kiribe, tê wateya ku li vir şaşiyek heye. Yanî dijmin derbarê hevrêyan de îstîxbarat kom kiriye. Divê şêwaza tevgerê rê li ber vê yekê veneke. Divê em rê nedin vê yekê. Hewce dike em van kêmasiyan derbas bikin.
Dijmin dixebite. Mirovan dixîne, sîxuran rêxistin dike. Ji bo vê yekê dişopîne û lê temaşe dike. Di vê navberê de ez vê jî bêjim: Hema bêje em hinekê van beşên ku di hedefgirtina van hevalan de xwedî rol in, dizanin. Em ê agahiyên xwe zelal bikin û wê jiyanê jî ji wan re nehêlin. Divê ev were zanîn. Em ê xwîna van hevrêyên xwe yên hêja, li erdê nehêlin. Ev deynê me ye. Vê tevgerê xwîna hevrêyên xwe li erdê nehiştiye û wê nehêle. Li ser xwîna egîdên vî welatî jiyan ji xwe re afirandin, bûyîna xwedî mal û dewlemend bûyîn, wê li cem ti kesê nemîne. Bila ti kes tişteke wiha xeyal nekin; Ev wê li gel wan nemîne! Hesabê vê yekê wê ji wan were pirsîn. Helbet ev li aliyekî lê li vir mijara esas a ku em li ser bisekinin, tarzê tevgera me ye. Yanî divê di tarzê tevgerê de guhertin çêbibe.
Di vê xala ku têkoşîn gihiştiyê de, ji xeynî têkoşîna gerîla têkildarî têkoşînên civakî hûn çi dibêjin? Bi taybetî welatparêz çawa xwedî li wezîfeyên xwe derketin? Dîsa jin û ciwan divê çawa nêzî wezîfeyên xwe yên demê bibin?
Weke gerîla em li ser kêmahiyên xwe lêhêrbûnê dikin; eşkere ye ku di tarzê me yê tevgerê de kêmahî hene û hîn zêdetir pêwîstî bi nûbûnê hene. Lê nebesiyên derdorên me yên welatparêz jî hene. Gelek derdorên me yên paqij û dirûst, xwe didin aliyekî û qet xwe diyar nakin; heval jî bi neçarî diçin yên li berçav esas digirin û mixabin ew jî tên şopandin. Lewma di vî warî de ez dikarim bêjim ku kêmahiyên welatparêzên me jî hene. Mesele welatparêzên xurt ên wisa hebin, kesek dikare li herêmekê di yek seferê de binesaziya têkildarî xebatên salekê yên gerîla pêk bîne û rola xwe bilîze. Di vê demê de bi rastî jî wezîfeyên girîng dikeve ser milê welatparêzên li qadên ku gerîla lê dimînin. Pêdivî bi sîmayên nû hene. Divê xwe deşîfre nekin; divê hevalan jî deşîfre nekin. Welatparêzên me divê xwe mirovên ji rêzê nebînin. Madem ku Kurd e û xwedî li welatparêziya xwe derdikeve, divê ji bo rola xwe bilîze çi ji destê tê pêk bîne. Binêre aha mirovên me bi sewalên xwe û her tiştê xwe ve hatin şewitandin û dewlet xwedî li wan nederket. Madem dewleteke bi vî rengî divê êdî nebe û divê bê guhertin, wê demê divê her kes xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkeve. Têkildarî vê yekê li gelek qadan kêmahî hene.
Ez dixwazim bang li hemû welatparêz, hevalên ciwan û hevrêyên ciwan bikim: Ewane di çarçoveya tevgera serhildanê de weke civakî xebatên cur be cur dimeşînin. Lê hîn zêdetir yên li bajaran, xebatên bi vî rengî dimeşînin. Îro danasîna rol û wezîfeyê ya ciwanan, berfireh e. Jin û ciwan di şoreşa me de pêşeng in. Lê wezîfeya hevpar a hemû welatparêzan ew e ku li dijî sîxuriyê têkoşînê bimeşînin. Divê ti kes li gundê xwe rê nede sîxuriyê, eger hebe divê ji bo deşîfrekirina wî/ê bikevin nav hewldanê. Divê her kes li taxa xwe li dijî sîxurên zindî û nezindî, bi hestiyar be. Sîxurên nezindî kî ne? Sîxurên ne zindî kamera ne; kamerayên li bajar, tax, derdorên gundan, fotokapan her yek ji van sîxurek e. Wezîfeya hemû welatparêzan ew e ku li derdora wan çiqas kamera hebin, wan xera bikin. Kamera aliyekî dibîne; wê demê tu jî ji aliyê din ve here û îmha bike. Bişikîne. Wezîfeya hemû welatparêzan, ciwanên hêja û her kesê ew e ku li dijî sîxuran têkoşînê bimeşînin.
Divê li dijî sîxurên zindî, li dijî kamerayan, cîhazên guhdarkirinê û çavdêriyê bibin xwediyê têkoşînê. Em ji bîr nekin; li dijî xebatên îstixbaratî yên ku dijmin ji her curî dimeşîne, weke civakî eger em nebin xwediyê berxwedaneke bi kok, em ê nekaribin nirxên xwe biparêzin û ti tiştî bi veşartî bi rêve bibin. Binêrin; dîsa derbe li Fîlîstîniyan tê xistin. Em temaşe dikin; li wir jî yên ku rolê herî xerab dilîzin, sîxur in. Yan wê ji kuderê bizanin ku şervanek li kuderê ye! Wêdemê sîxur heye. Ev meseleya sîxur, di meseleyên neteweyî de meseleyeke pir girîng e. Lewma divê welatparêz, bi rengê ku ‘sîxurek heye, em agahî bidin hevalan’ nêz nebin. Jixwe heval nikarin hemûyan bikujin. Wê demê divê tu li ser bisekinî û wê/ê ji gundê xwe derxînî. Divê tu bi rengekî wî/ê bêrol bihêlî. Yan heval nikarin xwe bigihînin hemûyan! Ya din jî hinek kes di nava civakê de tên xistin. Mesele ciwan e; dijmin lingê wî/ê şemitandiye û xistiye xefikê. Divê em wan qezenc bikin. Em nabêjin îla em hemûyan ji holê rakin. Yên em bikarin qezenc bikin, bila em qezenc bikin. Yanî hemû welatparêz, rewşenbîr û Kurdên bi zane divê têkoşîna li dijî sîxuran ji xwe re weke wezîfe diyar bikin.
Mafê ciwanan heye ku li dijî her kesê ku li taxan madeyên hişber difiroşin, bi kar tînin, fûhûşê organîze dikin û sîxuriyê dikin, têbikoşin. Bangek min ya din jî ji bo ciwanên hêja ew e ku tevlî nava refên gerîla bibin. Di vî demê de tevlîbûna nava refên gerîla, di nava xebatên şoreşgeriyê de asta herî hêja û bi rûmet îfade dike. Dijmin dem bi dem vê mijara tevlîbûnê jî dike malzemeya propagandayê, lê tevlîbûn hene û wê dewam bikin. Belê, di asteke diyar de astengî hene, lê divê hevalên ciwan bi hewldanên xwe van astengiyan derbas bikin, xwe bigihînin gerîla û tevlî bibin. Hevalên ciwan divê vê yekê bizanin ku çiqasê xwe bikin xwediyê têkoşînê -ku ev di qada civakî de jî dibe, li dibistanan dibe yan jî bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe- û di xebatên xwe de çiqasê kûr bibin, wê ew qasê jî hêviyên dijmin bişikînin. Ciwan siberoja civakê ne. Ciwan ruhê demê ne. Lewma divê ciwanên Kurdistanê di vê dema dîrokî de, xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve. Banga min ji bo ciwanên keç û xortên Kurdistanê, ev e: Di vê dema dîrokî de li ser xeta Rêber Apo, weke ciwanên hêja yên Apoyî bibin xwedî rol û mîsyon û tevlî nava refên gerîla bibin. Li ser vî bingehî ez her kesê ji dil silav dikim û serketinê dixwazim.