Beşa duyemîn û dawî ya hevpeyvîna Stêrk TV a bi fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan re kiriye, bi vî rengî ye:
Têkildarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk gelek nîqaş têne kirin. Merasîma çekşewitandinê ya 11’ê Tîrmehê li seranserê cîhanê gelekî deng veda. Hûn têkildarî bûyer û qonaxa heyî ya pêvajoyê çi dibêjin? Gelo wê ev merasîmên çekşewitandinê dewam bike?
Roja 11’ê Tîrmehê, gava bi pêşengiya hevalên Besê Hozat û Behzat Çarçel ya bi tevlîbûna 30 hevalan hate avêtin gaveke girîng, dîrokî û watedar bû. Hevalên tevlî vê pêngavê bûne hemûyan pîroz dikim. Peşengî ji serdemekê re kirin. Li gorî pêwîstiyê tevgeriyan; bi sekneke gelekî watedar tiştên hewce kirin. Ji gelek aliyan ve wateyên çekşewitandinan hene. Ji bo me Kurdan jî di gel ku xwe dispêre aliyên mîtolojîk jî bi taybetî qada merasîmê di dîroka me de xwedî cihekî girîng e. Ji ber ku têkildarî van mijaran gelek nirxandin hatin kirin, ez tiştekî gelekî cuda nabêjim.
Eşkere ye ku ev merasîm ji bo tevgera me tê wê wateyê ku stratejiya têkoşîna çekdarî bi fermî û fiêlî bi awayekî teqez bi dawî bûye. Divê rayedarên dewleta Tirk û her kes jî zanibe ku heya niha em ew kes bûn ku me li ser çekan sond dixwar. Me di merasîmên xwe de bi gotina ‘’li ser şeref û çeka xwe’’ sond dixwar. Lê belê me niha çek şewitandine. Ev tê çi wateyê? Ev yek, girêdayî bingeha stratejîk tê wateya guherînekê. Ji ber vê yekê jî merasîm gelekî girîng e. Ji ber wê yekê divê wateya merasîmê jî bi kûrahî were fêmkirin. Ev peyameke girîng e. Hem guherîna di stratejiyê de hem jî asta biryardariya dilsoziya ji bo Rêber Apo û xeta wî nîşan dide.
AZADIYA GELÊ ME GIRÊDAYÎ AZADIYA RÊBER APO YE
Di vê mijarê de me egerên banga Rêber Apo bi cih anîn. A niha jî dewleta Tirk, egera banga Devlet Bahçelî bi cih neaniye. Em niha li benda vê yekê ne. Çarçoveya banga Devlet Bahçelî ya di Cotmeha 2024’an de tê zanîn. Divê niha di vê çarçoveyê de tevbigerin û Rêber Apo bi awayekî fîzîkî bi temamî azad bibe. Sedem wê yekê ev e ku em hemû bangên Rêber Apo bi awayekî bi biryar û yek bi yek bi cih tînin. Rast e; çawa ku Rêber Apo ji raya giştî re jî parve kir, azadiya xwe ya şexsî zêde naxe rojevê û naxwaze em jî vê yekê bikin rojeva xwe ya sereke. Ji ber vê yek jî diyar dike ku weke felsefîk jî azadiya şexsan girêdayî ya civakê ye û azadiya civakê jî girêdayî ya şexsan e û dixwaze bi vî awayî jî were nirxandin. Erê, Rêber Apo bi vî awayî dibêje û em jî rêzê li vê nêzîkatiyê digirin, lê belê gelê me jî diyar dike ku azadiya civakî girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Her wiha beşeke mezin hevrêyên heyî, beriya her tiştî ji bo azadiya Rêber Apo tevlî nava refên me bûne. Ji ber wê yekê jî erê; dibe ku Rêber Apo hin tiştên ku xwe nake pêşanî diyar bike lê belê gotina me jî heye. Em jî diyar dikin ku azadiya gelê me û hevrêyên me girêdayî azadiya Rêber Apo ye.
DIVÊ RÊBER APO LI ÎMRALIYÊ NEMÎNE, DIVÊ BIKARIBE BIÇE HER DERÊ
Mijareke din a girîng ew e ku weke tê zanîn di navbera aliyan de bêbaweriyek heye. Guman hene. Nabe ku ev yek neyê dîtin. Çawa ku ev yek li cem me heye, em dizanin aliyê din jî bi vî awayî nêzîk dibe. Ji bo jiholêrakirina vê bêbaweriyê û pêşketina baweriya beramber jî divê teqez azadiya Rêber Apo were dabînkirin. Yanî ev mijara azadiyê çawa ku ji bo me tê gelek wateyan di heman demê de tê wateya dabînkirina baweriyê jî. Divê Rêber Apo azad bibe û bes li Îmraliyê jî nemîne, divê biçe her derê. Divê azad be; jê re bes qadek neyê diyarkirin. Ger Rêber Apo azad bibe, wê ev yek bi xwe re baweriyekê bîne. Ji bo kê? Ji bo avaniya me ya hevalan ve û helbet ji bo gelê me, dostên me û hemû raya giştî.
Em a niha li ser çapemeniyê dişopînin; roportajên kolanan tên amadekirin; gelê me yê ku li Amedê, Êlihê û li gelek deverên diaxivin, gumanên xwe tînin ziman. Û di vê mijarê de mafdar in. Em bi xwe jî heman tiştî tînin ziman. Ji ber wê yekê jî divê aliyê dewletê vê rastiya civakî li ber çavan bigire û di vê çarçoveyê de nêzîk bibe. Eger bi vî rengî nêzîk bibe, wê demê wê merasîmên çekşewitandinê jî dewam bikin. Lê belê ger bi vî rengî nêzîk nebe û xwe gîro bike, wê ev rewş ji aliyê hevalên me ve neyê qebûlkirin. Di vê mijarê de biryardariyek heye. Weke rêveberî ger me heya niha hevalên xwe qanih kiribe, girêdayî banga Rêber Apo nêzîkatiyek pêş xistibe, ev hemû ew hêvî ne ku wê Rêber Apo di demên pêş de azad bibe. Girêdayî vê yekê xebatên qanihkirinê tên meşandin û em dikarin li gorî ruhê serdemê seknekê nîşan bidin. Divê ev yek were zanîn. Çimkî ger ev yek pêk neyê wê zehmetî rû bidin û bi awayekî xwezayî jî wê dewama wê jî neyê. Ji ber vê yekê jî divê weke mijareke ji rêzê neyê dîtin. Çimkî xala girîng a esas ev e.
Di mijara rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd de bi salan e rêbaza ku herî zêde tê ziman, li meclîsê meşandina nîqaşên têkildarî çareseriyê bûn. Di dawiyê de tam ne xwedî raye jî be, li gel komîsyoneke di bin banê Meclîs de di nava partiyên siyasî de pêvajoyeke nîqaşan destpê kiriye. Gelo hûn têkildarî komîsyona hatiye avakirin, çi difikirin?
Beriya her tiştî her çend dereng hatibe avakirin jî avakirina komîsyon pêngaveke munasîb û erênî ye. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Pirsgirêkeke sedsalê ye. Bêguman beriya wê jî ev pirsgirêk hebû lê belê rewşên beriya wê cuda bûn. Lê belê ev yek li gel avabûna komarê, veguherî pirsgirekekê. Çimkî egerên ku hê di destpêkê de hatin gotin, nehatin bicihanîn; înkarek çêbû. Ji ber vê yekê jî bû pirsgirêkeke sedsalê. Helbet divê ev yek were qebûlkirin ku Plana Şark Islahatê bi ser neket. Dixwestin li gel wê planê Tirkiyeyê bikin yek netew, hemû kesan bikin Tirk û bi rengekî nîşan bidin. Lê belê rastî û xwezaya civakan hene; sosyolojiyên çandî yên ji kûrahiya dîrokê tên hene.
CIHÊ ÇARESERIYÊ MECLÎS E, DIVÊ NÊRÎNÊN ME JÎ BÊNE GIRTIN
Lê belê her çend dereng jî be divê a niha ev pirsgirêk were çareserkirin. Bê guman cihê çareseriyê jî Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ye. Madem hemû nûnerên gel li wir in, li gorî me jî ku me ev yek beriya niha jî dianî ziman, cihê çareseriyê Meclîs e. Meclîs jî dikare bi rêbaza komîsyonê vê yekê bixe rojeva xwe. Ji ber wê yekê weke min anî ziman avakirina komîsyonekê ya li Meclîsê gaveke munasîb e. Em hêvî dikin ku serketî be. Ji ber vê yekê divê ji rêzê neyê nirxandin û bi awayê taktîkî neyê nirxandin. Dîsa divê ne berjewendiyên biçûk ên partiyên siyasî divê berjewendiyên hemû Tirkiyeyê werin esasgirtin. Gelekî girîng e ku ne bi hesabên biçûk ên dengstandinê, divê bi hesaba berjewendiyên gelên li Tirkiyeyê nêzîk bibin. Çimkî mijar, mijareke girîng a stratejîk e. Ji bo vê yekê jî nêzîkatiyeke stratejîk hewce ye. Ne çareseriyeke serveyî, çareseriyeke bingehîn û mayînde hewce ye. Ji ber wê yekê hewceyî bi nêzîkatiyên cidî heye. Em hêvî dikin ku komîsyon jî di vê çarçoveyê de nêzîk bibe.
Helbet em aliyekî vê meseleyê ne. Divê nêrînên me jî bêne girtin. Bêguman ez ji vir têkildarî xebatên komîsyonê tiştekî diyar nakim. Aktor û muxatabê me yê sereke Rêber Apo ye. Divê Rêber Apo fikrên tevgera me yên têkildarî çareseriyê parve bike. Ji ber vê yekê de em hêvî dikin ku serî li Rêber Apo bidin. Bi awayê xwezayî jî divê bi vî rengî be. Hewceyî bi vê yekê heye. Her wiha weke min anî ziman di çarçoveya entegrasyona demokratîk û yasayên azadiyê de wê Rêber Apo nêrîna tevgera me parve bike. Me jî bes nûnerek heye; Rêber Apo ye. Ji xwe ji ber ku Muzakerevan e jî divê ew weke muxatab were dîtin. Bi vî awayî Rêber Apo wê nêrînên me parve bike.
RÊBER APO MUZAKEREVANÊ ME YÊ SEREKE YE
Lê belê ez dixwazim bes balê bikşînim ser mijarekê. A rastî min di bersiva beriya niha de jî anîbû ziman. Ew jî mijara Rêber Apo ye. Rêber Apo muzakerevanê me yê sereke ye. Vaye Nûman Kûrtûlmûş jî weke siyasî di çarçoveya jinûvepêşxistina têkiliyên Kurd-Tirkan a li ser zemîna siyasî de hin tişt anîn ziman. Di vê mijarê divê li ser wê yekê were sekinîn ku dikare çawa li ser aştiyeke rastîn were sekinîn. Li vir mijara stratejîk çi ye? A niha divê li vir ev yek were dîtin; Em ji tu kesî daxwaza merhametê nakin. Mesele ne ev e.
Li Rojhilata Navîn roja îroyîn guherîn û veguherîn bi awayekî bi lez pêş dikeve. Yanî dîzayna xwe dispêre plana Sykes-Picotê êdî hildiweşe. Ji ber vê yekê jî hêzên sermayeya gerdûnî ya niha dixwazin herêmê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Di vê çarçoveyê de talûkeyên têkildarî Tirkiyeyê hene. Bi esasî dewleta Tirk vê yekê dibîne û dixe rojeva xwe; dibêjin ku ‘pirsgirêka me ya manûnemanê heye.’ Ji bo jiholêrakirina vê talûkeyê pêşiyê xwestin me tasfiye bikin. Ev yek pêk nehat, nekarîn pêk bîne. Dîtin ku talûkeya têkildarî manûnemana Tirkiyeyê bi vî awayî ji holê ranabe û dîtin ku hê jî di rojevê de ye. Girêdayî vê yekê bi qasî ku me fêm kir, Devlet Bahçelî li ser navê dewletê bangek kir. Bêguman Rêber Apo jî ev talûkeya li ser Tirkiyeyê dît û di vê mijarê de înîsiyatîf stend. Rêber Apo weke îradeyekê, bi rastî jî biryareke girîng û tu kesî hêvî nedikir, stand. A niha gelek kes diyar dikin ku daxuyaniya Devlet Bahçelî ya di Cotmeha 2024’an de matmayî kiriye û tu kesî tişteke bi vî rengî hêvî nedikir. Yanî tu kesî hêvî nedikir ku kesekî weke Devlet Bahçelî axaftin û bangeke bi vî rengî bike. Lê belê di heman demê de ji aliyê me ve jî banga Rêber Apo jî şokek bû. Dibe ku ji ber ku em fikra Rêber Apo ya guherîn-veguherînê dizanin û li gel rêbazên Rêbertî ne em gelekî nehiyirîn lê belê civaka me ne li benda tiştekî bi vî rengî bû. Bi kurtasî Rêber Apo talûkeya li ser Tirkiyeyê dîtiye û di çarçoveya berpirsiyariyê de nêzîkî wê bûye. Di vê çarçoveyê de xwestiye şerî bide sekinandin. Rîsk stend, înîsiyatîf stend; me jî weke rêxistinê banga Rêber Apo bi cih anî.
Baş e, di vê serdemê de li gel rolên bi vî rengî, vaye li aliyê Tirkiyeyê rola Bahçelî û Serokkomar Erdogan heye; lê belê li aliyê me mîmarê vê yekê Rêber Apo ye. Rêber Apo, weke mîmarê vê pêvajoyê heya niha pêvajo bi yekalî pêş dixe. Her wiha ji aliyê dewletê ve heya niha tiştekî diyar nehatiye kirin; pêngava dewletê ya herî girîng ew e ku li Îmraliyê hin guherîn pêk anîn û avakirina vê komîsyonê ye.
EGER MÎMARÊ VÊ SERDEMÊ DI ZINDANÊ DE BE, AŞTIYA CIVAKÎ PÊK NAYÊ
Lê belê divê ev yek were zanîn ku dema ku muzakerevanê sereke yanî muxatabê sereke di zindanê de be di nava civakê de aştî pêk nayê. Ger di mijara aştiya gelên Kurd-Tirk de ji dil bin, divê Rêber Apo azad be. Dema ku mîmarê vê serdemê li Îmraliyê be, wê çawa di nava civakan de xwişk-biratî û aştî pêk werin! Ev gotina min ne weke şertekî ye; bila tu kes weke şertekî şîrove neke. Di çarçoveya pêşketina vê pêvajoyê de rewşeke xwezayî ya ferz e. Ji xwe Konseya Ewropayê têkildarî naskirina mafê hêviyê biryar standiye. Sala bihurî Konseya Ewropayê salek wext da Tirkiyeyê. Ez ne şaş bin an di Îlonê de yan jî di Cotmehê de wê ev wext tije bibe. Ger Tirkiye yasayên xwe li gorî mafê hêviyê sererast neke wê demê divê Konseya Ewropayê cezayî li Tirkiyeyê bibire. Baş e, ma ne hewce ye ku ji kesê ku ev serdem, pêvajoya aştiyê pêş xistiye, teoriya wê ava kiriye û rol û mîsyona wê bi yekalî bi cih aniye re mafê hêviyê were naskirin û li parlamenta Tirkiyeyê sererastkirinên yasayî werin kirin? Ji bo vê yekê li Tirkiyeyê çi hewce ye; divê yasa werin sepandin. Yanî divê Tirkiye yasayên xwe li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sererast bike. Ev tiştekî normal e. Madem em ê bi rastî jî aştiyê pêk bînin, divê ev yek çêbibe. Yanî weke beriya niha Devlet Bahçelî jî anî ziman, çûk nikare bi baskekî bifire. Ji ber wê yekê jî divê baskê duyem jî ji aliyê meclîsa Tirkiyeyê ve were afirandin û girêdayî vê yekê bi awayekî rast aştiyeke mayînde pêk were. Hewceyî bi vê yekê heye.
Di vê serdema heyî de, kesê ku sosyolojiya civakê dixwîne, wê bibîne ku di hemû serdemên dîrokê de, di hemû serdemên krîtîk de hewceyî bi tifaqa Kurd-Tirkan heye. Hewce nake em bikevin nava hûrgiliyên dîrokê; Nûman Kûrtûlmûş jî di axaftina xwe de qala dîrokê kir; Rêbertiya me jî bi awayekî berfireh diyar dike, lê belê hewce nake ez li vir qala wê bikim.
EGER DEWLETA TIRK JÎ STRATEJÎK NÊZ BIBE, EV PÊVAJOYA DÎROKÎ WÊ BI SER BIKEVE
Tê zanîn; ji bo ku Tirkiye li Rojhilata Navîn weke welatekî demokratîk, geşdar û mezin rola xwe bilîze hewcehiya wê bi Kurdan heye. Bêyî gelê Kurd nikarin vê yekê pêk bînin. Îro li Rojhilata Navîn gelê Kurd xwedî roleke wiha ya girîng e. Divê vê yekê bibîne, li gorî vê yekê biryarê bide û gavan biavêje. Em hene. Em li vir bi awayekî stratejîk nêzîk dibin. Ez bi awayekî eşkere dibêjim; bêguman em ê tedbîrên xwe bistînin. Em neçarî tu tiştî nînin. Em ê tedbîra xwe bistînin, lê belê di heman demê de jî ji bo pêşketina vê pêvajoyê jî bi awayekî cidî nêzîk bibin. Em ji Rêber Apo bawer dikin û girêdayî xeta wî ne. Em dizanin ku vê xetê heya niha li me qet nedaye windakirin, bi xwe re serketin anîne. Wê careke din vê yekê bike. Têkildarî vê mijarê tu dudiliyên me tune ne. Em jidil in, cidî ne û vê serdemê weke stratejîk dinirxînin. Lê belê bêguman em ê tedbîrên xwe jî bistînin. Ger hêza li hemberî me, dewlet jî bi heman awayî nêzîk bibe, biryarên ku baweriyê dide bistîne, wê ev pêvajoya dîrokî ser bikeve; bi rastî jî wê pirsgirêka Komarê ya sedsalî çareser bibe û pêşiya Tirkiyeyê vebe. Wê pêşiya Tirkiyeyê vebe ku bibe komareke demokratî û li herêmê pêş bikeve. Ji ber vê yekê roleke girîng dikeve ser milên komîsyon û TBMM’ê.
Ez li vir tiştekî din diyar bikim: Em lê dinêrin; hin kes û derdorên daxwaza çareseriyê dikin hin detayan tînin ziman. Bi awayekî stratejîk nêzîk nabin û berê xwe nadin xalên stratejîk. Rast e; bo nimûne li zindanan hevrêyên nexweş hene; rewşa wan gelekî girîng e; nabe ku weke tiştekî ji rêzê were nirxandin. Beriya her tiştî rewşeke mirovî li holê ye. Lê belê divê ev serdem bi awayekî rast were pênasekirin; ev serdem, serdemeke gelekî stratejîk e; divê bi awayekî serveyî û ji rêzê neyê nirxandin. Çimkî ger tu bikarî di asta stratejîk de pirsgirêkan çareser bikî wê meseleyên weke girtiyên nexweş û desteserkirina şaredariyan jî bi awayekî xwezayî çareser bibin. Li holê tiştekî weke qeyûman namînin. Ji bo wê nêzîkatiyeke resen hewce ye.
Em lê dinêrin; hin kes weke ku serdemeke normal e qala hin kêmasiyên heyî dikin. Vaye qala hin rewşên mirovî, neheqî, girtin û hwd. dikin. Lê belê ger çareseriya giştî pêk were, jixwe wê ev hemû werin çareserkirin. Di vê çarçoveyê de ez dikarim vê yekê jî bibêjim; tevlîbûna CHP’ê jî ya ji bo komîsyonê gelekî girîng e. Mesele, bi rastî jî meseleya hemû Tirkiyeyê ye. Bi rastî jî di rêya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de ji Tirkiyeyê re derfetek ava bûye. Bêguman derfeta çareseriya hemû pirsgirêkên têkildarî edaletê derdikeve holê. Bi rastî jî ji bo ku Tirkiye di mijara demokratîkbûyînê de pêşxistinê bi dest bixe derfetek ava bûye. Ez di wê baweriyê de me ku wê ev derfet were bikaranîn. Helbet divê di vê mijarê de hemû kes rola xwe bilîze. Girêdayî vê yekê em bi xwe jî tiştên ku dikevin berê me di çarçoveya prensîbên xwe de û bê guman girêdayî perspektîfên Rêber Apo em ê bi cih bînin.
JI BO ME TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ TAKTÎK, SIYASETA DEMOKRATÎK JÎ STRATEJÎK E
Têkildarî banga Rêber Apo ya dawîanîna li têkoşîna çekdarî nîqaşa herî zêde tê kirin, ew e ku ev bang ji bo perçeyên din ên Kurdistanê derbasdar e yan na. Hûn dikarin têkildarî vê mijarê çi bibêjin?
Rêber Apo rêbertiyeke stratejîk e. Banga Rêber Apo, ji bo hemû kesên ku bi awayê stratejîk girêdayî xeta Rêbertî ne derbasdar e. Rêber Apo çi dibêje? Yanî diyar dike ku girêdayî paradîgmaya xwe kûrbûnek jiya ye û di stratejiya têkoşîna xwe de guherînek bi pêş xistiye. Li gorî xeta Rêber Apo di têkoşînê de şerê çekdarî ne rêbazeke wisa ye ku encam jê were standin. Yanî Rêber Apo li gel banga xwe stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye. Ev yek ji bo hemû kesan derbasdar e. Kîjan perçe yan jî alî be ferq nake, divê hemû kesên ku ji fikrên Rêber Apo bawer dikin, bizanibin ku êdî stratejî ne têkoşîna çekdarî û şer e. Êdî ji bo me stratejî siyaseta demokratîk e. Ev yek ji bo hemû kesan derbasdar e.
Lê belê çekberdan mijareke cuda ye. Ew mijareke taktîkî ye. Çawa? Li kîjan welatî şert û merc çawa bin, li gorî wê têkildarî bê ka çek hewce ye yan na dikare biryar tên standin. Mijarên taktîkî ne mijarên jiberkirî ne. Mesele hêzeke çekdarî ye. Ger wê li dewletê yasayên ku baweriyê didin, nebin û li hemberî hebûna wan êrîş werin kirin, wê demê helbet wê xwe bi rêya çekan biparêzin! Yanî banga Rêber Apo ne di çarçoveya ‘çekan deynin û destûrê bidin îmhayê’ de ye. Di wê çarçoveyê de ye ku bila çareseriya siyasî were peydakirin û ji niha û pê ve şerê çekdarî ne rêbazeke be ku tê tercîhkirin. Yanî êdî her çi Rojava be, Rojhilat be û her kî dibe bila bibe ger avaniya rêxistinî ya li wir, girêdayî xeta Rêber Apo tevbigere, wê demê divê di rêbaza têkoşînê de têkoşîna çekdarî û şer esas negire. Rêber Apo bi giştî li hemberî dewleta Tirk têkoşîna çekdarî daye sekinandin. Ji ber vê yekê tu kes li hemberî dewleta Tirk nabe gef û çekan bi kar bîne. Tişta girîng ev e. Tu kes di vê serdemê de, ji bo pêşketina vê pêvajoyê li hemberî dewleta Tirk serî li çekan nade. Lê belê mafê rewa yê her kesî ku gef lê tê xwarin û tê xwestin ku were tunekirin, heye ku xwe biparêze.
Gelo li Sûriyeyê qanûnên ku baweriyê dide heye, ku dibêjin bila QSD dest ji çekê berde?
Mînak niha rayedarên Tirk gelek li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş dikin. Li wê derê QSD heye û dibêjin, “Bila QSD’ê çekê berde.’ Gelo li Sûriyeyê destûra bingehîn heye? Qanûnên ku baweriyê bide mirovan heye? Tune ye. Xwe bi xwe hin sernavên giştî nivîsandine, li gorî wê tevdigerin. Ya girîng jî me dît ku hêzên ewlehiyê ku bi navê dewletê tevdigerin li Lazqiyeyê li dijî civaka Elewî û li Siwêdayê li dijî civaka Durzî çi kirin? Li şûna ku kesên sûcdar dikin bibin li dadgehan bidarizînin, li cihê ku lê ne înfaz dikin. Yanî înfazê bêdaraz heye. Li wê derê dewlet hîna nebûye dewlet! Qanûna ku hûn bibêjin çekên xwe deyne tune ye! Ji ber vê yekê israrkirina li ser vê, zîvirandina berê avê ya ber bi jorê ye. Yanî nameşe. Ji beriya her tiştê divê li Sûriyeyê qanûn hebin. Divê destûra bingehîn ji aliyê her kesî ve were erêkirin. Divê hiqûq hebe. Hiqûq tune ye, lê dibêjin ‘çekan berdin.’ Baş e, li wê derê mirovan jêdikin; ev wê çawa be! Divê hinek bi mantiq bin. Lê ew êdî li dijî Tirkiyeyê çekê bi kar nayinin. Ne tenê li dijî Tirkiyeyê, li hemberî tu kesî bikar neynin. Eger hinek bi ser wan de biçin, helbet mafê wan ê xweparastinê heye û ew ê xwe biparêzin. Bi kurtasî, divê mirov bi vî rengî berê xwe bide vê mijarê.
EGER HEBÛNA HÊZEKÎ DI BIN GEFÊ DE BE, MAFÊ PARASTINA REWA JÎ HEYE
Mînak qala PJAK’ê dikin. Temam, lê PJAK mijareke ku hundirê Îranê eleqeder dike ye. Yanî hûnê mudaxeleyê karên hundir ên Îranê jî bikin? Ji bo ku PJAK’ê çekên xwe berde, divê qanûnên Îranê guncaw bin. Belê, em jî diyar dikin ku divê çekan deynin, lê divê PJAK û dewleta Îranê hevdîtinan bikin, diyalogê bikin û li ser bingeha zîhniyeta çareseriya siyasî çekan berdin. Bi li ber çav negirtina vê yekê re nabe ku bibêjin, ‘çekê berdin.’ Dibe ku pêwîstiya wan li wê derê heye; dibe ku nikarin xwe bêyî çek biparêzin. Eger hebûna hêzekî di bin gefê de be wê hebûna xwe biparêze. Ev mafê wê yê rewa ye. Ev di qanûnên gerdûnî yên Neteweyên Yekbûyî de heye. Yanî mafê parastina rewa ye. Ji ber vê yekê ji bo ku di parçeyên din de stratejiya şerê çekdarî bi dawî bibe, banga Rêber derbasdar e, lê li wan deran wê çek were danîn an ne ev yek mijareke cuda ye ku vî welatî eleqeder dike.
Mînak bi qasî ku em ji çapemeniyê dişopînin, li Sûriyeyê hevdîtin hene. Roportajeke fermandarê QSD’ê hate weşandin; em ji wê derê fêm dikin ku diyalog û hevdîtin hene. Em di çarçoveya wan hevdîtinan de fêm dikin ku li Sûriyeyê pêşî divê artêşeke ku ji bo her kesî ye were avakirin. Yanî hûn kincekî didûrin lê dixwazin ew kinc ji her kesî re bibe. Lê ev kinc ji her kesî re nabe. Ji hinekan re teng be, ji hinekan re fireh. Eger hûn di bin sîwana dewleta Ereb a Sûriyeyê de bibêjin yek dewlet, yek netew û her tiştî bikin yek, hûnê encax pirsgirêkan biafirînin. Yanî divê ev rastî hemû li ber çavan were girtin û Sûriyeyekî yekbûyî were avakirin.
Divê li ser bingeha peymana ku di 10’ê Adarê de di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hate avakirin, nîqaşên çareseriyê werin kirin. Ji bo vê yekê divê her kes alîkariyê bide. Bi vî rengî pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Nexwe bi yek alî hinek tişt dayîna li pêş, encamê nade. Çareserî dikare di nava Sûriyeyê de bê dîtin; pirsgirêk dikarin li wê derê werin nîqaşkirin. Tişta ku min fêm kir, dewleta Tirk li dijî civîna ku wê li Parîsê were lidarxistin e. Ew jî dixwaze beşdar bibe û bibe xwedî par. Berteka wî ji ber vê ye. Bertekên ku nîşan didin divê hinekî di vê çarçoveyê de binirxînin.
Bi kurtasî, eger bi komkirinê bersivê bidim pirsa ku we kir; banga Rêber Apo di aliyê stratejîk de ji bo her kesî derbasdar e, lê mijara çek werin danîn an ne, mijareke ku wê li gorî rewşa welatan were nîqaş kirin e. Ji ber ku ev pirsgirêkên navxweyî yên wî welatî ne. Divê nêzîkatiyeke bi vî rengî hebe.
DIVÊ ZIMANÊ GEFÊ BIDIN ALIYEKÎ
Rayedarên dewleta Tirk dem bi dem gef dixwin. Pêwîstî bi gefan tune ye. Bi qasî ku em dişopînin û dibînin, derfetên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne wekî 2018-19’ê ye. Hem di aliyê hêzan de hem jî di aliyê rêbazên taktîk û teknîk de derfetên wan zêdetir xuya dike. Mînak, berê pergala wan a bin erdê tune bû, lê niha bi temamî pergala binê erdê heye. Pergalên wan ên tunelê heye. Berê pergalên wan ên parastina hewayî tune bû; lê bi qasî ku em dibînin niha heye; ji ber ku hinek amûrên hewayî xistin. Bi kurtasî, derfetê wan heye. Eger rayedarên Tirk di vê demê de bixwazin beralî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, wê ev der tam veguhere çiravê. Tiştekî wiha wê pir şaş be. Û wê nikaribin bi salan ji wê derê derkevin. Yanî divê êdî zimanê gefê bidin aliyekî. Divê êdî pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibin. Dem demeke wiha ye. Ev dem, zimanê gefê narake. Ya din jî, em hevdu nas dikin; di roja me de ne wisa hêsan e ku artêşekî yekser bikeve hundir û wekî berê yekser encamê bigire. Ev karekî ku wê bi salan dirêj bibe ye. Ji ber vê yekê divê êdî qala tiştên bi vî rengî neyê kirin, divê li ser çareserkirina pirsgirêkê li ser maseyê were rawestandin.
EM BI HEZARAN CAR DEYNDARÊ ŞEHÎDÊN XWE NE, BERSIVA LI WAN JÎ SERXISTINA XETA WAN E
Bi qasî ku tê dîtin ev demekî ye şehadetên nû çênabin, lê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hîna daxuyaniyên ku şehadetên cuda radigihîne dike. Hûn li ser vê dixwazin çi bibêjin?
Ez di destpêkê de şehîdên Pêngava 15’ê Tebaxê; di şexsê heval Egîd, Erdal, Bedran, Bêrîvan, Bêrîtan û Zîlan de bi rêzdarî bi bîr tînim. Dîsa hemû şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê di şexsê heval Erdal, Adil, Nûda, Reşît, Rojîn, Gewda û Mehmet Goyî de bi rêzdarî bi bîr tînim. Hemû şehîdên Berxwedana Xwerêveberiyê, di şexsê heval Çiyager, Xebatkar û Zeryan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Di 10 salên dawî de gelek berxwedanên mezin çêbûn, me gelek bedel û gelek qehreman şehîd dan, ez hemû şehîdên vê serdemê di şexsê Delal Amed, Atakan Mahîr, Azad, Çetîn, Yilmaz, Egîd Civyan, Dogan, Berçem, Çîçek, Leyla, Axîn Mûş, Dilgeş, Berwar, Şexmûs û Herekol de bi rêzdarî bi bîr tînim û soza ku me daye wan dubare dikim.
Qehremanên şerên tunalan heye. Hemû bi fedayiyane şer kirin û şehîd bûn. Ez hemû hevrêyan di şexsê heval Şoreş, Delîl, Cumalî, Serhat, Gabar, Nalîn, Hêjar, Nurî, Azê, Çavrê, Mizgîn, Ronahî û Tîjda de bi rêzdarî bi bîr tînim û diyar dikim ku em ê pêwîstiya soza ku me daye wan bi cih bînin.
Hemû şehîdên fedayî yên qehreman, di şexsê fedayiyên me yên herî dawî Asya Alî û Rojger Hêlîn de bi rêzdarî bi bîr tînim û soza ku me daye wan dubare dikim.
Eger em îro li vê derê ne, ev bi saya şehîdên me yên qehreman e. Eger ne wisa ba, dixwestin me bi temamî ji vê derê derxînin. Em hebûna xwe deyndarê şehîdên xwe ne. Eger em jiyan dikin û xwedî derfet in, ev bi saya wan e. Ev pêvajoya ku îro çareserî di rojevê de ye, di encama keda Rêber Apo û şehîdan de pêk hat. Rêber Apo ji bo hemû fedayiyên tevgerê stûna bingehîn û çavkaniya bawerî û cesaretekî mezin e. Hemû heval bi evîna azadiyê û bi dilsoziya bi Rêbertiyê re bi fedayiyane şer kirin. Bêguman di avabûna rewşa heyî de ewil keda Rêber Apo û şehîdan heye.
Ji ber vê yekê divê em her tim bi wesîleyekî şehîdan bi bîr bînin. Divê em di hemû civînên xwe de şehîdan bi bîr bînin. Ji ber ku ev derfet hemû, yanî ji beriya Pêngava 15’ê Tebaxê û piştê wê her tişt bi saya helwesta Rêber Apo û têkoşîna şehîdan pêk hat. Dîrokekî ku bi xwinê hatiye xemilandin e. Em ne carekî, bi hezaran caran deyndar in. Deynê li ser milê me ew e ku xeta wan mezin bikin û bi ser bixin. Û wan bi vî rengî bikin nemir. Şehîd paşeroj û pêşeroja me, duh û îroyê me; her tiştê me ne.
Eger ez vegerim ser pirsa we; Hinek şehadetên me yên ku me di dema xwe de neragihandine heye. Bi taybet şehîdên salên 2017-18-19’ê hene. Di van sê salan de şer pir giran bû. Ji gelek cihan di demê xwe de agahî nehatin girtin, dema ku piştre jî agahî hatin girtin ji ber rewşa şerê dijwar û şehadetên nû, şert û mercên ragihandinê çênebû. Helbet em di vê mijarê de rexnedayîna xwe didin. Kêmasiyekî ye, belê diviyabû em di dema xwe de îlan bikin. Ji ber ku dîrok, ked û jiyanîbûna her şehîdên me hene. Divê hemû hevrêyên me yên qehreman bibin malê dîrok û civakê.
Niha em herî zêde hevalên ku di salên 2017-18-19’an de şehîd bûne, radigihînin. Em ê vê bidomînin. Em ê şehadeta hevrêyên xwe yên ku şehîd bûne û heta îro nehatiye ragihandin, rabigihînin. Bêguman, ev erka me ya li hemberî şehîdên me ye ku divê em bi cih bînin ku em dereng mane.