Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker Cejna Qurbanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir.
Mîrxan Karker, da xuyakirin ku qurbanî xwedî sembolek watedar e û got, “Mesele ne tenê mirov biçe serê sewalek jêke. Di dîrokê de zalim û padîşa her tiştê mirovan ji destê wan girtibû. Ev yek mîna ku têrê neke vê carê jî ji mirovan re digotin divê hûn zarokên xwe ji bo me serjê bikin. Dibêjin eger hûn zarokê xwe nekin qurban, wê lehî çêbibe, hûn ê şerpeze bibin, jiyan wê li we biherime û hûnê biçin dojehê. Yanî ji aliyekî ve mirovan ditirsînin û li aliyê din jî hêviyê didin. Dibêjin heke hûn tiştên ku em dibêjin pêk bînin, hûnê biçin bihuştê, eger hûn nekin jî hûnê biçin dojehê. Li dijî vê yekê Pêximber Îbrahîm dibêje ku divê êdî mirov ji bo berjewendiyan, ji bo xatirê desthilatdariyê neyên kuştin û ew semboleke din dibîne.
Lê îro, yên ku navê Pêxember Îbrahîm bi kar tînin, çi ferqa wan ji zalimên wê rojê hene, mîna wan dikin. Ji bo berjewendiyên xwe, li ser navê dewletê, li ser navê olê, li ser navê alê, li ser navê sînor mirovan dikin nava şer, mirovan serjê dikin, didin winda kirin, êşkenceyê li wan dikin. Bi gotineke din, bi şêwazê Nemrûd tevdigerin. Lê Pêxember Îbrahîm ev yek qebûl nekir. Zalimên îro jî ji bo ku gel fêrî rastiyên olî nebe gelek sazî ava kirine.
Mînak budçeyeke mezin ji Diyanetê re tê veqetandin, xebatkarên wê wesayîtên modelên herî dawî bi kar tînin û bi hezaran endamên wê hene. Bi hezaran kesî ji bo mizgeftên ku du kes diçinê didin xebitadin. Li Kabeyê binêrin çiqas sadeye û li cihê ku ew vedikin binêrin. Ji bo ku dizî û derewên xwe veşêrin dibêjin, ‘min ji xwe re qesr ava kiriye û min mala Xwedê jî mîna qesrê ava kiriye’. Bi mîlyonan mirov diçin Kabeyê, lê cihek sadeye. Evana eger bikarîbûna, wê şiklê Kabe jî biguherandana.”
DIVÊ DIJMINÊN KEDÊ BAŞ BÊN NASKIRIN
Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Karker, da zanîn ku desthilatdariya heyî her tim olê bi kar tîne û li ser xizaniyê felsefeyan çêdikin û wiha domand, “Dibêjin mirovên xizan 500 sal beriya dewlemendan diçin bihuştê. Ma eger wisa be li her derê qesrên we hene, mal û milkên we hene, wê demê çima ji bo çûyîna bihuştê hûn qesr û milkê xwe nadin xizanan. Ev minafiq, bêol û gawir bi awayekî eşkere henekên xwe bi civakê dikin. Ev kesên ku olê bikar tînin, gotinên wan tişteke û jiyana wan tişteke. Divê em van dijminên kedê baş nas bikin. Ji ber vê yekê, divê gelê me, mirovên xwedî bawerî, mele, mirovên xwedî zanebûna olî, van minafiqan teşhîr bikin. Bi vê wesîleyê em careke din Cejna Qurbanê ya gelê me yê berxwedêr, Rêbertiya me û alema Îslamê pîroz dikin.”
Peyama Cejna Qurbanê ya Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker wiha ye: