Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên çete yên ser bi wê ve yên salên 2018 û 2019’an, êrişên rejîma Baasê yên 27’ê Kanûna 2024’an û êrişên dewleta Tirk HTŞ û çeteyên DAÎŞ’ê yên 6’ê Çileya 2026’an bûn sedem ku zêdeyî 450 hezar kes ji şêniyên Efrîn, Şehba, Heleb, Serêkaniyê û Girê Spî ji cih û warê xwe bibin û ji neçarî koçî bajarên din ên Rêveberiya Xweser bikin.
Vegera sivîlên bi zorê hatin koçberkirin, yek ji sernavên sereke ji peymana 29’ê Çileya 2026’an a navbera QSD û Rêvebeiya Şamê ye. Di çarçoveya peymanê de gava destpêkê ya şênber di 9’ê Adara 2026’an de ahte avêtin. Konvoya destpêkê ya ji 420 malbatan berê xwe da Cindirêjê, Mabeta û Şiyê û piştî bi rojekê gihîşt herêmê.
Hate plankirin ku karwanê duyemîn jî 12’ê Adarê bi rê bikeve. Li gorî daxuyaniya Meclîsa Koçberan a Efrîn-Şehbayê, karwanê ji 200 malbatan diviyabû vegeriya navçeya Raco û navenda Efrînê. Lê belê vegera navborî 11’ê Adarê bêyî hincetek bê nîşandan hatibû taloqkirin.
Daxuyaniya dihate hêvîkirin îro hate dayin. Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn) li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku karwanê duyemîn 4’ê Nîsana 2026’an saet di 06:00 de wê bi rê bikeve.
Daxuyanî wiya ye:
“Di çarçoveya pêkanîna berpirsiyariya me ya mîrovî û erkê me yê neteweyî li hemberî gelê me û ji bo dewamkirina hewldanên ji bo birêxistinkirina vegera koçberan, dê karwanê duyem ên xelkên me yê koçber ber bi Efrînê ve were rêkirin.
Ev gav di çarçoveya lihevhatinên ku berê hatine kirin de pêk tê, bi taybet piştî nirxandina erênî ya vegera karwanê yekem yê ku bi ewle li cih û warên xwe bi cih bûn .
Karwanê ku ji 200 malbatan pêk tê, dê sibê demjimêr 06.00 sibehê li Çarxerêya Şehîd Yûsif Gulo li bajarê Qamişlo kom bibin û ji wir di riya M4`ê re berê xwe didin bajarê Efrînê.
Em piştrast dikin ku em ê xebata ji bo vegereke bi ewle û rêxistinkirî ya hemû xelkên me, berdwam bikin. Em ji gelê xwe yê ku navê xwe di nav vê karwanê de qeyd kirina ku di dema diyarkirî de li cihê hatiye diyarkirin bin da ku karwan li gorî bernameya hatiye dayin bi rê bikeve. Em hêviya Selametiyî û ewlehiyê ji bo wan dixwazin.”

