Rojiya mirinê ya mezin kete sala 43’an ku li dijî zext û êşkenceya rejîma cûnta ya leşkerî ya 12’3e Îlonê li zindana Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de ji aliyê girtiyên PKK’ê ve hate kirin.
Ev rojiya mirinê ku di encamê de M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan, ne tenê li zindanan her wiha bandoreke cidî li derve jî kir. Ruhê berxwedanê û baweriya ji xwe da civaka Kurd, agirê serhildanê dada. Ev çalakî bû kevirekî diyarker ê têkoşîna azadiyê ya bênavber.
Ji berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê nivîskar Fûat Kav qala wê demê û bandora çalakiyê kir.
‘HEDEFA DARBEYA LEŞKERÎ YA 12’Ê ÎLONÊ PKK BÛ’
Fûat Kav anî ziman ku armanca darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î tinekirina tevgera PKK’ê bû û got, “Li gorî plana wê, PKK wê biqediya. Wê demê rêber û kadroyên pêşeng ên tevgerê xwe vekişandibûn Rojhilata Navîn. Beşek ji kadroyan jî hatibûn girtin. Di serî de Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr gelek berpirsyarên herêmê li zindana Amedê dihatin ragirtin. Ev der weke qadeke pîlot hilbijartibûn. Planeke îmhayê û êşkenceyeke gelekî giran ketibû dewrê. Salên hovane bûn.”
Kav destnîşan kir ku li hemberî hovîtî û êşkenceya li zindanê Mazlûm Dogan xwe veda kir; Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bedena xwe dan ber agir, ev hovîtî şermezar kirin û diyar kir ku li gel van hemûyan jî zext û zordariyê dewam kir.
Kav qala biryar û pêvajoya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an kir:
“Li gel van çalakiyan jî êşkenceyê dewam dikir. Lewma pêwîstî bi çalakiyeke nû hebû. Ev çalakî diviyabû hîn berfireh, demdirêj û girseyî bûya. Tenê çalakiyeke bi vî rengî dikarîbû hem bandorê li hundir hem jî li deve bike û dawî li kiryaran bîne. Lewma biryara destpêkirinan rojiya mirinê hate dayin.
Pêşengên vê biryarê jî Mela Pîr û M. Hayrî Dûrmûş bûn. Biryar li salona dadgehê hate ragihandin. Ya rast rojiya mirinê wê berê bihata destpêkirin, lê belê heyeta dadgehê bi ti awayî mafê axaftinê nedida M. Hayrî Dûrmûş, lewma 3-4 mehan hate dirêjkirin. Eger mafê axaftinê hatibûya dayin dibe ku Adar an jî Nîsanê bihata destpêkirin. Wê ji 14’ê Tîrmehê re nehatibûya taloqkirin. Lê belê ji ber ku mafê axaftinê bi derengî ji M. Hayrî Dûrmûş re hate dayin, ew ragihandin dereng hate kirin. M. Hayrî Dûrmûş biryar li salona dadgehê ragihand.”
‘AXAFTINA HAYRÎ DÛRMÛŞ DÎROKÎ BÛ’
Fûat Kav destnîşan kir ku axaftina M. Hayrî Dûrmûş di asta manîfestoyê de ye bû û bi vî rengî dewam kir:
“Hayrî Dûrmûş wê rojê ev tişt ji heyeta dadgehê re got: ‘Em PKK’yî ne; kadro û pêşengên vê tevgerê ne. Daxwaza me serxwebûna Kurdistanê û azadiya gelê me ye. Em dixwazin li Kurdistanê sosyalîzmê ava bikin. PKK ji bo vê hate avakirin. Stratejî û rêbaza xwe ya têkoşînê li ser vê yekê hate diyarkirin. Me xwe li gorî vê yekê bi rêxistin kir.
Ji ber vê yekê hûn nikarin me li vê derê darizînin. Ji ber ku hûn dewleteke mêtinger in. We Kurdistan dagir kirine, ziman û çanda me qedexe kirine. Em dixwazin dewleta Tirk ji Kurdistanê derkeve. Em dixwazin li vê derê parastina siyasî bikin, lê belê we ev maf ji destê me standin û bi rêk û pêk hûn êşkenceyê li me dikin.
Li hemberî vê yekê Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik, ji bo ev êşkenceyên we bisekinin bedena xwe şewitandin û şermezar kirin. Lê belê li gel vê yekê jî êşkence dewam dike. Ji bo li ber van kiryaran hemûyan rabim ji îro û pê ve dest bi rojiya mirinê dikim’. Bi vî rengî rojiya mirinê da destpêkirin.
Heyeta dadgehê got, ‘Nelezînin. Em ê pirsgirêkên we çareser bikin û mafê axaftinê bidin we’. Li gel vê yekê jî Hayrî Dûrmûş got, ‘Hûn derewan dikin, li vê derê we gelek soz dan lê belê bi cih neanîn. Lewma ez ji we bawer nakim’.
Piştre di serî de Kemal Pîr û Alî Çîçek komek ji hevalan gotin wê dest bi greva birçîbûnê bikin. Êvarê dema ku hatin zindanê me bihîst. Ji xwe ew şeş heval neanîn gel me; birin cihekî cuda.
Ez wê wextê ne li dadgehê bûm; Akîf Yilmaz jî ne li dadgehê bû. Di roja duyemîn de herdu heval tevlî komê bûn. Piştî rojekê hevalekî din jî tevlî grevê bû. Dûre bi dorê gelek heval tevlî rojiya mirinê bûn. Ev hejmar di demeke nêz de gihîşt 20-30 kesî.”
‘HEVALAN PAŞVE GAV NEAVÊTIN’
Yek ji çalakgerên rojiya mirinê Fûat Kav anî ziman ku berxwedana rojiya mirinê li mehên havînê rast hat, di vê demê de êşkenceyê dewam kir û got, “Dema rojiya mirinê germ bû. Av nedidan. Di nava wan şert û mercan de bêyî kêm bibe dewam kir. Heta roja 50’î ti rayedarî nepirsî ‘Hûn çi dixwazin, hûn çima di greva birçîbûnê de ne?’. Qet ne xema wan bû.
Lê belê piştî roja 50’î rewş nebaş bû, piştî ku xeteriya mirinê nêzîk bû, hatin. M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Kemal Pîr û hin hevalên din rakirin nexweşxaneyê. Hem hewl dan îqna bikin hem jî destwerdaneke tibî bikin. Armanca wan ew bû ku nehêlin heval li zindanê şehîd bikevin.
Lê belê li gel van hemûyan jî hevalan paşve gav neavêtin. Kemal Pîr di roja 57’an de şehîd bû. Piştre jî M. Hayrî Dûrmûş, dûre Akîf Yilmaz û Alî Çîçek şehîd ketin.”
Fûat Kav ragihand ku piştî mirinê rêveberiya girtîgehê diyalog bi girtiyan re danî, daxwaza rawestandina êşkenceyê û mafê parastinê qebûl kir.
‘DI PÊŞKETINÊN ÎRO DE PARA ŞEHÎDÊN 14’Ê TÎRMEHÊ MEZIN E’
Fûat Kav destnîşan kir ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ne tenê bandor li zindanan kir, her wiha bandor li pêşketinên li derve jî kir û got, “Piştî ku hevalên Hayrî û Kemal şehîd bûn, Rêber Apo li Rojhilata Navîn civîneke awarte lidar xist. Di civînê de got, ‘Ev yek peyamek e, divê em encamekê ji vê wergbigirin’. Ev encama wergirtî jî Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Li ser vê yekê vegera li Kurdistanê û pêngav hate destpêkirin.
Vê yekê ne tenê bandor li gerîla û kadroyên partiyê kir; bandor li ser civakê jî kir. Bi taybetî ciwan gelekî bi bandor bûn. Dibe ku vê bandorê salên destpêkê yekser xwe nîşan neda lê belê hişyarbûnekê destpê kir. Ber bi salên 1990’î re ji nava ciwanên li zanîngehê hişyariyeke cidî destpê kir û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Bêguman ev yek gav bi gav civakî bû.
Eger têkoşîna azadiyê ya Kurd gihîştibe vê astê, bi hezaran gerîla vî şerî dimeşînin, li her devera cîhanê Kurd xwedî li nasnameya xwe derdikevin û qala azadiyê dikin, bêguman di vir de para şehîdên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê mezin e. Îro bûn deng û berxwedana gelê me. Di danîna maseya çareseriyê ya li Îmraliyê de para xwe heye.
Girava Îmraliyê îro veguheriye akademiyekê. Rêber Apo Îmrali ji zindanê derxistiye û veguherandiye akademiya îdeolojîk û çareseriyê. Bêguman ev yek bi keda Rêber Apo, keda berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û şehîdên din pêk hat.”