Di daxuyaniyê de sirgûn û komkujiyên heta niha li Êzidiyan hatiye kirin, hate bibîrxistin û hate gotin, “Di vê demê de jî gefên li ser bawerî û çanda Kurdên Êzidî dewam dikin. Faşîzma AKP-MHP’ê ku mejiyê xwe mejiyê DAÎŞ’ê ye, êrîşên xwe yên komkujiyê yên li ser gelê me yê Êzidî di vê meha pîroz de jî dewam dike.”
Di daxuyaniyê de işaret bi gefên qirkirinê yên dewleta Tirk a nijadperest û Erdogan ên li ser Şengalê hate kirin û hate gotin, “Bi wesîleya vê cejnê em bang li sazî û rûspiyên Êzidiyan dikin ku ji bo yekîtî û rêxistiniyê bi berpirsyarî rabin, yekîtiya Êzidiyan pêk bînin, ji bo statuya Şengalê û avakirinê li her derê berxwedana xwedîderketina li Şengalê mezin bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Weke KCDK-E em cejna Êzî ya xelkê xwe yê Êzidî pîroz dikin, hêvî dikin ku ev cejn ji bo gelê me yê Êzidî û hemû Kurdistaniyan aştî, statu û azadiyê bîne.”