Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. Li gorî rapora KCDP’ê, di meha Mijdarê de 32 jin hatine qetilkirin û 26 jin jî di nava şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat diyarkirin ku ji 32 jinên hatin qetilkirin 7 jê ji ber ku dixwestin di derbarê jiyana xwe de biryarên weke hevberdanê, redkirina lihevhatinê û redkirina zewacê bidin, hatine qetilkirin. Yek ji jinên hatin qetilkirin ji ber ku şahidê mirina jinê bû û yek jî bi îdiaya ku pere dixwaze hat qetilkirin.
KCDP: Di Meha Mijdarê de 32 jin hatin qetilkirin
KCDP’ê rapora derbarê jinên ku di meha Mijdarê de hatine qetilkirin, eşkere kir. Hat ragihandin ku 32 jin hatine qetilkirin û 26 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike