Pêncşem, 18 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rûniştina 10’emîn bi dawî hat: Divê gavên ji bo aştiya pozîtîf bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li meclisê civîna 10’emîn pêk hat: Akademîsyenan li ser destûrek berfireh sekinîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Belgîn Kanat 3 mehan hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku sererastkirinên yasayî ‘demildest bikeve rojevê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş: Divê em tavilê aştiya mayinde pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 3 salên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 2 hezar û 910 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê ji bo sê gerîlayên Ereb merasîma sersaxî û bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran bang kir: Mafê hêviyê kilîda entegrasyona demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş: Em bi milyonan li dû Rêber Apo û pêvajoya nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komalên Ciwan: Em ê xwedî li mîrateya şehîd Rohat Rover derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Çîçek: Stêrka sor a zindanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrxan Karker: Cewhera Îslamê komunal le

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo dermankirina Zeyneb Celaliyan bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Zeyneb Celaliyan name

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Linzê bîranîna Jîna Emînî û jinên hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ’ê bang li jinan kir: Ber bi civaka demokratîk û aştiyê gavê biavêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de banga yekîtî û têkoşînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava Jîna Emînî hate bîranîn, serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    JI 5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Sînan Dersim re demek kurt ma

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herfordê ji bo piştgiriya bi Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî konser tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurd a Swîsreyê armanc dike ku zimanê dayikê li hemû kantonan belav bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara 37’an a Kovara Ciwanên Welatparêz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Çanda Kurd a li Marsîlyayê banga tevlîbûnê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Festîvala Çanda Kurd a 33’emîn peyama azadî û yekîtiya çandî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Di sala 27’an de em têkoşîna li dijî komployê mezin bikin
Kurdistan

KCK: Di sala 27’an de em têkoşîna li dijî komployê mezin bikin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, "Em bang li gelê xwe yê hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku li gel dostên xwe têkoşînê bigihînin asta herî bilind."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek weşand. Di destpêkê de çalakgerên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên ku di dema berxwedana li dijî komployê de şehîd bûn, KCK’ê hemû şehîd bi bîr anî û got, “Gelê Kurdistanê û tevgera azadiyê li ser xeta hûn nikarin roja me tarî bikin li dijî komploya navneteweyî bênavber têkoşiyan. Têkoşîna ku li ser xeta şehîdên hûn nikarin roja me tarî bikin li dijî komploya navneteweyî hate afirandin, mezin kir û veguherand têkoşîna azadiyê ya navneteweyî. Bi vî rengî kir yek ji pêngavên herî mezin ên dîrokê.”

KCK’ê bang li gelê Kurd û hemû hêz û derdorên demokratîk kir ku di sala 27’an de têkoşîna li dijî komployê mezin bikin.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku yek ji operasyonên siyasî yên herî mezin ên dîroka mirovahiyê ye û bi dijminatiyeke mezin, xiyanet û durûtiyê hate kirin, 26 sal li pey xwe hişt. Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û têkoşîna azadiyê ya gelên bindest ên cîhanê hate kirin, her wiha hemû hêzên ku tevlî komployê bûn careke din şermezar dikin.

Rêber Apo bi destpêkirina şoreşa azadiyê ya Kurdistanê hebûna gelê Kurd jinûve misoger kir, lewma komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo gelê Kurd, tevgera azadiyê û milîtanên azadiyê gelekî xemgîn û bi hêrs kir. Çalakgerên hûn nikarin roja me tarî bikin ev xemgînî û hêrs veguherandin çalakiyê û li dijî komploya herî mezin a dîrokê çalakiya herî esîl lidar xistin, nîşan dan ku nêzîkatiya li komploya navneteweyî divê bi çi rengî be û bersiv dan lêgerîna gelê me û tevgera me. Gelê Kurd û tevgera azadiyê li ser xeta hûn nikarin roja me tarî bikin li dijî komploya navneteweyî bênavbera têkoşiyan. Têkoşîna ku li ser xeta şehîdên hûn nikarin roja me tarî bikin li dijî komploya navneteweyî hate afirandin, mezin kir û veguherand têkoşîna azadiyê ya navneteweyî. Bi vî rengî kir yek ji pêngavên herî mezin ên dîrokê. Di şexsê Halît Oral, Aynûr Artan û Selamet Menteş de ku pêşengên vê xeta têkoşînê ne, em şehîdên hûn nikarin roja me tarî bikin careke din bi hurmeteke mezin bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber têkoşîna wan a hêja ditewînin. Di şexsê wan de hemû şehîdên demokrasî û şoreşê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza dilsozî û serketinê ya ku me dane şehîdan careke din dubare dikin.

Komploya 9’ê Cotmehê yek ji bûyerên girîng ên serdema me ye ku divê bê fêhmkirin. Gelek ji hêzên global, herêmî û xwecihî zext li Sûriyeyê kirin, Rêber Apo dît ku dewleta Sûriyeyê nikare li hemberî vê zextê bisekine, lewma neçar ma ku ji Sûriyeyê biçe û komploya navneteweyî jî bi vî rengî destpê kir. Gelek hêz li hemberî Rêber Apo di komployê de li hev kom bûn, bi hev re tevgeriyan. Pêwendiya vê yekê bi encamên xeta Rêber Apo û PKK’ê ya li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn heye. Gelek hêzên ku li ser berjewendiyan li hev nedikirin di nava vê komployê de gihîştin hev. Ev yek jî nîşan dide ku komplo weke operasyon û plana hêzên hegemonîk pêk hatiye. Ji xwe hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ên ku komplo plan kirin û bi cih anîn DYE, Îngilîstan û Îsraîl in. NATO û dewletên Ewropayê jî şirîkê vê planê ne ku xistin meriyetê. Komplo weke operasyoneke NATO-Gladyoyê bi cih hate anîn. Ji bilî DYE, Îsraîl, NATO û dewletên Ewropayê gelek hêz û dewletan piştgirî dan vê komployê, tevlî bûn. Ev hemû ji bo fêhmkirina komployê gelekî girîng in. Heta ku armanca ji komployê neyê fêhmkirin, planên hêzên hegemonîk ên li ser Rojhilata Navîn û bûyerên ku îro li Rojhilata Navîn diqewimin nayên fêhmkirin.

Di navbera komploya navneteweyî û hewldana jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst têkiliyeke gelekî nêz heye. DYE û hêzên modernîteya kapîtalîst Rêber Apo û PKK li pêşiya xwe weke astengî dîtin, lewma kirin hedefa xwe. Ji ber ku xeta Rêber Apo û PKK’ê li Rojhilata Navîn danîn, rêxistinî û mejiyê pergala hevkar, paşverû, nijadperest, qirker, mêtinger a li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn şikand û azad kir. Ev xeta ku li Rojhilata Navîn li ser bingeha jiyana hevpar, wekhev û azad hate afirandin, berjewendiyên modernîteya kapîtalîst xiste nava metirsiyê. Ji ber vê jî di serî de DYE û Îsraîl, hêzên modernîteya kapîtalîst kete nava hewldana lawazkirin û tinekirina PKK’ê kirin. Li ser vê bingehê di çarçoveya hevkariya NATO’yê de piştgiriyeke tam û bêkêmasî dan dewleta Tirk a qirker-mêtinger. Piştî bidawîbûna şerê sar, jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a bi pêşengiya DYE’yê kete rojevê û komploya navneteweyî jî di çarçoveya vê projeyê de hate plankirin û bi cih anîn. Hêzên modernîteya kapîtalîst fêhm kirin ku heta xeta PKK’ê ji holê ranekin ku jinan û gelên Rojhilata Navîn azad dike û çareseriyê ji pirsgirêkên civakî re diafirîne, wê nikaribin Rojhilata Navîn li gorî dilê xwe dîzayn bikin. Ji ber vê jî tinekirina xeta PKK’ê ji bo jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn weke yek ji gavên herî girîng dîtin. Lewma komploya navneteweyî di heman demê de di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de hate plankirin û pêkanîn. Komploya Navneteweyî bû yek ji qonaxên herî girîng ên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn.

Yek ji armancên komploya navneteweyî ew bû ku Kurdîtiya hevkar a bi rabûna PKK’ê re lawaz bû jinûve bîne ser xwe û li Kurdistanê bi bandor bike. Li ser vê bingehê rol ji xeta Kurd ê hevkar re hate dayin, bi taybetî gelekî hewl hate dayin ku ev xeta hevkar li Başûrê Kurdistanê xurt bibe. Ev yek di çarçoveya berjewendiyên modernîteya kapîtalîst ên li Rojhilata Navîn de tasfiyekirina Kurdîtiya azad e ku PKK temsîla wê dike. Hêzên modernîteya kapîtalîst bi esasî xwe spartin Kurdîtiya hevkar û bi vî rengî komploya navneteweyî plan kirin û pêk anîn. Lewma rola Kurdîtiya hevpar a di nava komploya navneteweyî de gelekî mezin e. Fêhmkirina vê rastiyê û têkoşîna xurt a li dijî xeta Kurdê xiyanetkar-hevkar asê herî girîng ê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ye. Xiyaneta bi xeta hevkariya Kurd a li pêşberî rastiya komploya navneteweyî ya ku îro bi tecrîda mutleq dewam dike, vê rastiyê radixe pêş çavan.

Ji bo bûyerên niha li Rojhilata Navîn diqewimin bêne fêhmkirin, fêhmkirina komploya navneteweyî gelekî girîng e. Bi bêbandorkirina xeta Rêber Apo û PKK’ê re bi esasî xwestin modela jiyana azad a Rêber Apo û PKK’ê ji holê rakin ku ji bo gelên Rojhilata Navîn alternatîf e. Bi vî rengî wê astengiya herî mezin a li pêşiya modernîteya kapîtalîst ji holê rakiribûna. Tevlîbûna Îsraîlê bi rengekî çalak li nava komploya navneteweyî, ji ber wê yekê bû ku sîstema modernîteya kapîtalîst di mijara jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de rol dabû wê. Niha bi piştgiriya DYE û dewletên Ewropayê pêşî li Îsraîlê tê vekirin û komploya navneteweyî jî bi rengê tecrîda mutleq dewam dike ku ev yek jî gelek tiştan dide fêhmkirin. Ev rewş bi taybetî rastiya dewleta Tirk û şefê wê yê faşîst Tayyîp Erdogan radixe pêş çavan, maskeyên li pêşiya rûyê wan dadixîne xwarê. Bi nêzîkatiya li Rêber Apo û meşandina polîtîkayên qirkirina Kurdan a bi hemû rêbazên metirsîdar bi rengekî şênber nîşan dide ku hevkar û xizmetkarê polîtîkayên DYE, Îsraîl û NATO’yê yên li ser Rojhilata Navîn e. Ev rastî nîşan dide ku komploya navneteweyî ya ku ji bo tinekirina modela jiyana azad a alternatîf a gelan û jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a li gorî berjewendiyên sîstema modernîteya kapîtalîst ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve tê dewamkirin. Dewamkirina sîstema qirkirin û tecrîdê ya Îmraliyê nîşaneya şênber a vê yekê ye. Tayyîp Erdogan û AKP vê planê pêk tînin ku ev yek jî radixe pêş çavan bê ji bo kîjan armanc û projeyê dixebitin. Wezîfe ji AKP û Tayyîp Erdogan re hatiye dayin ku komploya navneteweyî dewam bikin û li ser vê bingehê polîtîkayên qirkirina Kurdan bimeşînin. Ji bo vê hatin amadekirin û li ser desthilatdariyê hatin bicihkirin.

Dema ku ev hemû tê nirxandin, tê dîtin ku komploya navneteweyî ne tenê ji bo qedandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e, di heman demê de planeke ku li dijî xeta azadiyê ya Rojhilata Navîn hatiye amadekirin, tinekirina jiyana azad û mirovahiya azad ji xwe re kiriye armanc. Lewma komploya 9’ê Cotmehê li dijî xeta azadiyê êrîşeke îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst a li ser gelan û mirovahiyê ye, operasyoneke siyasî ya li ser vê bingehê ye. Di heman demê de têkoşîna li dijî komploya navneteweyî jî têkoşîneke îdeolojîk û siyasî ye. Helwesta Rêber Apo ya ji bo têkbirina komployê û projeya jiyana demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiyê ku di encama kûrbûna li Rojhilata Navîn hate afirandin, kir ku ev têkoşîn ji bo gelan encaman bi xwe re bîne. Rêber Apo li dijî mejiyê modernîteya kapîtalîst ê ku dijminê jinan, civakê, xwezayê ye ku jiyan aniye ber qedandinê, di heman demê de li dijî sîstema serweriya mêr, nijadperest, neteweperest û netewe-dewletperestiyê mejiyê neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk afirand û weke çeka herî bi bandor da destê gelan, jinan û mirovahiyê. Dikare bê gotin, bi pêngava azadiyê ya navneteweyî re li dijî komploya herî mezin a dîrokê têkoşîna azadî û heqîqetê ya herî mezin a dîrokê gihîştiye asta ku pêwîstî pê hebû. Bi pêkanîna armancên pêngava azadiyê ya navneteweyî re wê komploya dîrokî yekemcar bi hemû aliyên xwe bê eşkerekirin û sîstema jiyana alternatîf a serdemê bê afirandin. Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî li ser vê bingehê bi mezinkirina pêngava azadiyê ya navneteweyî û bicihanîna armancên wê re wê bi ser bikeve. Li ser vê bingehê di sala 27’an a komploya navneteweyî de di çarçoveya pêngava azadiyê ya navneteweyî de divê têkoşîn bê mezinkirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin û komploya navneteweyî bi temamî bê têkbirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re ‘Paradîgmaya Rêber Apo ji jinên Ereb re bû derman’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Neteweyên Yekbûyî têkildarî hişê çêkirî hişyarî da

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk di peyama xwe de ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Omer Ocalan ku li Îmraliyê hevdîtin kir, peyama Rêber Apo ya Cejna Qurbanê parve kir:…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk topbaranê li gundê Qûmlixê û pira Qereqozaxê dike

Dewleta Tirk a dagirker li gel komên xwe yên çete bi topbaranê lig undê Qûmlixê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê ji bo sê gerîlayên Ereb merasîma sersaxî û bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê bi hezaran bang kir: Mafê hêviyê kilîda entegrasyona demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş: Em bi milyonan li dû Rêber Apo û pêvajoya nû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

YE, Hindistanê hişyar kir: Hevkariya bi Rûsyayê re wê zirarê bide têkiliyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?