Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Divê gelên me xwe bi rêxistin bikin, biparêzin û rê nedin dagirkeriyê
Kurdistan

KCK: Divê gelên me xwe bi rêxistin bikin, biparêzin û rê nedin dagirkeriyê

KCK'ê diyar kir ku ew di pêvajoyeke awarte de ne û dewleta Tirk hewl dide rêveberiya xweser ji holê rake. KCK'ê got, "Divê gelê me li her deverê li ser bingeha xweparastinê xwe bi rêxistin bikin, biparêzin û rê nedin dagirkerî û komkujiyan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Bi rêya çeteyên faşîst ên paşverû hewl tê dayin ku kaos û şerê li Sûriyeyê ji nû ve bê mezinkirin. Bi vê armancê, çeteyên ku Tirkiye wan diparêze û bi rê ve dibe, destpêkê êrîşî Helebê kirin, piştre jî berê xwe dan Hama û bajarên din. Di heman demê de êrîşên dagirkeriyê li ser Şehbayê hate destpêkirin. Ji aliyê din ve li ser tevaiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş têne kirin. Mixabin dewleta Sûriyeyê li hemberî êrîşan nekarî îradeyê nîşan bide, gel neparast û hemû herêmên ku çeteyan berê xwe dan, terikand. Vê rewşê gelên Sûriyeyê bi metirsiya komkujiyê re rû bi rû hişt.

Li ser Rojhilata Navîn û Sûriyeyê planeke navneteweyî di meriyetê de ye. Dewleta Tirk bi sûdwergirtina ji vê rewşê dixwaze armancên xwe yên qirkirin, mêtingerî, nijadperestî û dagirkeriyê pêk bîne. Li ser vê bingehê di serî de dixwaze destketiyên gelê Kurd û gelan ji holê rake û Kurdan qir bike. Li pişt êrîşên çeteyan dewleta Tirk û armancên navborî yên dewleta Tirk hene. Eşkere ye ku ev yek wê hîn bêhtir komkujî û qirkirinê bîne serê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, wê gelan berde hev, pirsgirêkan hîn giran bike. Hem li Sûriyeyê hem jî li Rojhilata Navîn roldayina ji bo dewleta Tirk wê encamên gelekî metirsîdar bi xwe re bîne.

Weke tevger em ji destpêkê ve alîgirê jiyana bi hev re, wekhev û azad a hemû gelên Sûriyeyê bûn û ji bo ev yek pêk were ketin nava hewldanan. Avakirina Sûriyeyeke Demokratîk yekane rêbaza çareseriyê ya rast bû ku bi kêrî gelên Sûriyeyê dihat. Me baweriya xwe pê anî ku avakirina Sûriyeya Demokratîk di heman demê de wê tevkariyê li demokratîkbûna Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêkan bike. Ev baweriya me hîn jî dewam dike. Dewleta Tirk jî bi armancên xwe yên nijadperest, qirker û dagirkeriyê dest li rewşa li Sûriyeyê werda û bi vî rengî li pêşiya demokratîkbûna Sûriyeyê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn bû asteng. Bi mejiyekî dij bi Kurd nêzî Sûriyeyê bû, tinekirina rêveberiya xweseriya demokratîk ji xwe re kir armanca bingehîn. Ev yek jî bû sedem ku neçareseriya li Sûriyeyê hîn kûr bibe. Armanca dewleta Tirk tinekirina rêveberiya xweseriya demokratîk, astengkirina çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê ye. Dixwaze Sûriyeyê bike qadeke ku kontrol dike. Êrîşên îro bi destê çeteyan ji nû ve hatine destpêkirin jî bi vê armancê ne. Dewleta Tirk bi êrîşa çeteyan re li dijî Rojava kete nava liv û tevgerê û amadekariya wê yekê dike ku Rojava dagir bike û şoreşê ji holê rake.

Hem li Rojava hem jî li tevahiya Sûriyeyê pêvajoyeke awarte heye. Dewleta Tirk dixwaze ji rewşa heyî sûdê werbigire û polîtîkayên xwe yên dagirkerî û qirkeriyê bixe meriyetê. Bi vê armancê hem çeteyan dide êrîşkirin, hem bi xwe dikeve nava liv û tevgerê û dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, komkujiyan bike û rêveberiya xweser ji holê rake. Li hemberî vê yekê divê gelên me li her deverê li ser bingeha xweparastinê xwe bi rêxistin bike, xwe biparêze, destûrê nede dagirkerî û komkujiyan. Metirsiyên derketin holê tenê bi xweparastina gel dikare ji holê bêne rakirin. Divê gelê me hişyar be, li benda alîkariya ji devereke din nemîne û parastina xwe bi xwe bike. Gelê me divê li her devera ku lê ye bi hêzên xwe yên parastinê tevbigere û bibe yek. Pêvajo Şerê Gel ê Şoreşgerî ferz dike. Li ser vê bingehê divê gelên me parastina xwe bikin û li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Miksê berxwedan didome: Berxwedan jiyan e
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Peyama 8’ê Adarê ya Jinên Êzidî: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin!

Jinên Êzidî ku 8’ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kirin, pêngava ‘Li dijî qirkirina jin…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Civaka Elewî tu carî serî netewandiye û wê netewîne jî

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di salvegera Komkujiya Dersimê de axivî û bilêv…

Ji aliyê Stêrk TV

39 partî û hêzên siyasî: Parastina têkiliyên Ereb-Kurd berpirsiyariyeke neteweyî ye

39 partî û hêzên siyasî li Sûriyeyê diyar kir ku herêmê di pêşdeçûnên pir xeternak…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?