În, 2 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Em bejna xwe bi rêzdarî li ber nirx û bîranînên Seyît Riza ditewînin
Kurdistan

KCK: Em bejna xwe bi rêzdarî li ber nirx û bîranînên Seyît Riza ditewînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, pêşengê berxwedana Dersimê Seyît Riza û hevrêyên wî yên hatin darvekirin bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

KCK’ê li ser salvegera şehadeta Seyît Riza û rêhevalên wî yên di 15’ê Mijdara 1937’an de hatin darvekirin daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê, destnîşan kir ku Pîr Seyîd Riza bi serî-netewandina li hember dijmin, mîrateya berxwedanê di serî de ji gelê Kurdistanê ji bo mirovahiyê û hemû gelên bindest hiştiye û got, “Armanca me ya sereke ev e ku em vê bîranîna biqîmet bi cih bînin û ji gelê xwe re azadiyê bînin. Em dubare soz didin ku em ê bigihêjin vê armancê û li hember bîranîn û têkoşîna biqîmet ya Seyîd Rizayan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye, “Salvegera darvekirina pêşengê berxwedana Dersimê Seyîd Riza nêzik dibe. Em Seyîd Riza û rêhevalên wî ku bi wî re hatine darvekirin bi bîr tînin. Em di şexsên wan de kesên di Komkujiya Dersimê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û hişmendiya qirker şermezar dikin. Em dibêjin ku têkoşîna gelê me wê hesabê hemû komkujiyan bipirse.

Yek ji komkujiyên herî dermirovî yên dîroka mirovahiyê Komkujiya Dersimê ye. Êşeke mezin daye gelê me, dilê me gelek êşandiye. Bi deh hezaran mirov bi gule, sirgun, bombebaran û gazên kîmyewî hatin qetilkirin. Zarokên ku hêj nehatine dinyayê jî di zikê dayikên xwe de hatine kuştin û yên sax jî bi saxî hatin qetilkirin. Çemê Mûnzûrê bi xwînê herikiye. Ji ber vê yekê jî Komkujiya Dersimê di hişê gelê Kurdistanê de bû sedema êş û hêrseke mezin. Komkujiya Dersimê di bîra gelê Kurd de cihê xwe girtiye û ti carî dê ji bîr neçe.

Bêguman Komkujiya Dersimê di çarçoveya komkujiya Kurdan de hatibû kirin. Dewleta Tirk a ku zîhniyet û siyaseta mêtinger a qirker bi rê ve dibe, ji bo tinekirina gelê Kurd bi dehan komkujî pêk aniye. Lê mixabin mirov dikare bibêje ku Komkujiya Dersimê ji hemûyan girantir e. Komkujiya Dersimê, dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û tarîtiya vê hişmendiyê bi awayê herî eşkere derxistiye holê. Loma, di serî de Komkujiya Dersimê, mirov nikare bêyî qebûlkirin û rûbirûbûna komkujî û qirkirinên li ser gelê Kurd û gelên din, xwendineke rast a dîrokî bike. Dîsa di serî de Komkujiya Dersimê, heta em hesabê hemû komkujiyan ji berpirsiyarên komkujiyan nepirsin, em nikarin erka dîrokê li ser milê bar kirî bi cih bînin, bibin xwediyê heqîqetê û rast bijîn. Bêguman Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pêşvebirina hişmendiya azadiyê, bi têkbirina hişmendiya qirker û mêtinger û bi rizgarkirina gelê Kurdistanê, vê erka dîrokî bi cih tîne û ji berpirsiyaran hesab dipirse. Têkoşîna me ya ku li ser bingeha azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş dikeve û xwe dispêre jiyaneke hevpar û wekhev a gelan, hişmendiya qirker, mêtinger û qirker ji holê radike û dîroka azadiyê ji nû ve dinivîse.

Em dubare hişmendiya qirker, mêtinger û dagirker şermezar dikin û di şexsê Pîr Seyîd Riza û rêhevalên wî de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Pîr Seyîd Riza bi serî-netewandina li hember dijmin, mîrateya berxwedanê di serî de gelê Kurdistanê ji bo mirovahiyê û hemû gelên bindest hiştiye. Armanca me ya sereke ev e ku em vê bîranîna biqîmet bi cih bînin û ji gelê xwe re azadiyê bînin. Em dubare soz didin ku em ê bigihêjin vê armancê û li hember bîranîn û têkoşîna biqîmet ya Seyîd Rizayan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Germiyanê cotkarek bamiyeyan diçîne
Nûçeya Pişt re TJK-E’yê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê ku 2 hefte berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş ê giran Îsmet Çardak ê ku bi hinceta "ji bo ewlehiya gel xeternak…

Ji aliyê Stêrk TV

Di 8 rojan de 3 jin hatin qetilkirin

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 8 rojên…

Ji aliyê Stêrk TV

23’yemîn Festîvala Çandê ya Munzûrê dest pê kir

23’yemîn Festîvala Çandê ya Munzûrê ya bi şîara ‘’Dersim jiyan e; dest bi xweza, îrade,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Berhem Salih bi awayekî fermî wek Serokê UNHCR’ê dest bi erka xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara koçberên ku ji ser Deryaya Manşê re gihîştine Îngilîstanê di asta rekorê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Hersonê êrîşa dronê pêk hat: Li gorî rayedarên Rûsyayê 24 kes mirine

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?