Doza Kobanê bi parastina siyasetmedara girtî Gultan Kişanak a li ser esasê xwe dewam kir. Di bêhnvedanê de Kişanak li salona dadgehê bi siyasetmedarên girtî re sohbet kir û bal kişand ser “Berxwedana zindanan.”
‘EM NE BERSÛC IN DOZDAR IN!’
Kişanak di berdewamiya parastina xwe de diyar kir ku ew ne dozeke sûc, ji ber têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê tên darizandin û wiha got, “Ez û hevalên xwe ne bersûc in, em dozdar in. Em li dijî kesên ku li dijî mafên mirovan û mafên jinan şer dikin, ne. Em dozê li kesên ku em bi salan rehînên siyasî girtine, dikin. Em dozê li kesên ku van komployan saz kirine dikin. Her çiqas me ji bo aştî û çareseriyê hewqasî hewl da jî em dozê li kesên ku di şer de israr dikin û zarokên vî welatî dişînin mirin û kuştinê dikin. Em dozê li kesên ku ji bo parastina aştiyê me didarizînin dikin.”
DI NAVBERA BIREZ OCALAN Û DEWLETÊ DE HEVDÎTIN DESTPÊKIRIN
Di navbera PKK û hikûmetê de hevdîtinek dest pê kiribû. Di navbera birêz Ocalan û dewletê de muzakere dest pê kiribû. Pêvajoyek bû ku em beşdar bûn ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di rêyeke demokratîk de ku ji aliyê hikûmetê û Partiya Aştî û Demokrasiyê ve hatibû qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de jin di bin navê têkoşîna azadiya jinê de hatin gel hev û tevlî pêvajoya çareseriyê bûn. Me xwest em tevlî bibin da ku bibînin ka pirsgirêkên me çi ne. Me bi hezaran civîn li ser çawaniya bidestxistina wekheviya zayendî ji perspektîfekê pêk anî. Em çûn her derê. Di encama van hewldanan de Ceylan Bagriyanik jî di nava heyeta Îmraliyê de cih girt. Dema ku aqilmendmand hatin avakirin, me têkoşîna ku jin zêdetir bibin xwedî vîm meşand. Di encama têkoşîna me de jin di nava heyeta aqilmendan de cih girtin. Niha hûn van hemûyan wekî sûc tînin pêşberî me, lê ne sûc in. Ez wan kesên ku pêvajoya çareseriyê xera kirine sûcdar dikim. Ez li hemberî kesên ku mase hilweşandine, dozdarê wan kesên ku Peymana Dolmabahçeyê rojek berê îlan kirin û paşê gotin haya me jê tune ye, me.
Gelek îdia hene ku ez beşdarî hin çalakiyên der barê Birêz Ocalan û grevên birçîbûnê yên sala 2012’an de bûm. Me di televîzyonan de bihîst ku ne tenê me, dewletê jî qebûl kir ku mîsyona Ocalan a aştiyê heye û îradeya wî ya çareseriyê heye. Îhtîmala çareseriyê, aştiyê heye. Birêz Ocalan rola xwe bi vî awayî nirxand. Îro jî axaftina birêz Ocalan dema ji Sûriyeyê derket tê bîra min û gotibû; “Ez ji bo pirsgirêkê çareser bikim diçim Ewropayê. Ez mirovekî vê axê me. Wezîfeya min aştî ye, ger hûn dixwazin beşdarî vê mijarê bibin ez li vir im.” Ji wê demê heta niha ji bo aştiyê daxuyaniyan dide. Dewlet jî vê dizane.
DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN
Nizanim beşdarî meşa 15’ê Sibatê bûme, nizainm ji bo rojbûna Ocalan çûme merasima Halfetiyê. Hey hikûmet, di sala 2013’an de Hakan Fîdan ku niha Wezîrê Karên Derve ye, nameya birêz Ocalan anî. Sirri Sureyya Onder jî li Amedê xwend. Ev daxwazên aştiyê yên rewa, demokratîk in. Niha ji bo ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dîsa grevên birçîbûnê hene. Di sala 2012’an de ev daxwaza civakî zêde bû. Sadullah Ergîn telefonî min kir û got, ‘Me nameyek ji Ocalan girt, me da birayê wî. dawî li van grevên birçîbûnê bînin.” Wezîrê Karên Hundir ê wê demê. Têkoşîna aştiyê li gorî atmosfera siyasî naguhere. Ji bo jinan mijareke prensîb e. Li gorî konjuktura siyasî ‘canê min xwest ez ê Kişanak bigirim û qeyûm tayîn bikim’. Nemimkûn e! Ez niha di hemannoqteya sala 2013’an de me.
DU ALIYÊN PIRSGIRÊKÊ HENE
Du aliypn pirsgirêkê hene. Di xala yekem de ku bi şerê çekdarî ve girêdayî ye, dewlet jî dizane ku hêza Ocalan heye ku xwînê rawestîne. Ji bo rawestandina xwînê deriyê Îmraliyê vekin. Di dema hilbijartinan de ji bo bidestxistina dengan xera nekin. Em dikarin ji bo zarokên vî welatî bi awayekî siyasî biaxivin û çareser bikin. Her wiha bernameyên ku Ocalan derbarê çareseriyê de weke bernameyek siyasî pêşkêşî hikûmetê kiriye jî hene. Dibêjin: ‘Li Sûriyeyê şer derket, rêxistinê dema li wir derfet dît, pêvajo xera kir.’ Salona dadgehê ne cihê vê nîqaşê ye. Werin em komîsyonekê ava bikin û li pêşberî saziyên sivîl biaxivin.
KÊ ÇI XELETÎ Û ÇAWA KIR?
Kê çi xeletî û çawa kir? Em van xeletiyan dibînin û çareserî û bernameyeke nû derdixin pêş. Bila MÎT arşîvên xwe veke û belgeyên xwe pêşkêş bike. Li Îmraliyê çi hat axaftin? Li Qendîlê behsa çi hat kirin? Bi me re çi hat axaftin? Hemû arşîv li wir e. Ez weke jineke ku jiyana xwe bi xwendin, nivîsandin û têkoşînê derbas kiriye dibêjim, heta pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê neyê çareserkirin pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê çareser nabe. Em dikarin pira aştiyê ava bikin. Dema ku emperyalîstan dev ji mêtingeriya klasîk berda û ji vê erdnîgariyê derket; pirsgirêka Kurd parçe kirin û li vê erdnîgariyê ji bo me weke derd û bela hiştin. Ger Tirkiye vê pirsgirêkê çareser bike dê pirsgirêkên Iraq û Sûriyeyê jî çareser bibin. Ji ber ku em nikarin pirsgirêkan li vir çareser bikin, em wî cihî wekî xetere dibînin. Divê her kes çavnebariya me bike, em ê çareser bikin. Divê em bibin welatekî ku ji bo aştiyê bibe mînak, ne ku şer gur bike. Ya ku dê vî welatî rizgar bike aştî û çareserî ye. Dema ku ev yek li vî welatî pêk hat, bibînin ka pozîsyona jeopolîtîk çawa vediguhere avantajê. Rêya me vekirî be, rêya me aram be.”
Parastina Kişanak dê sibê saet di 10.00 de berdewam bike.