Dadgeha Şoreşa Tehranê ya dewleta Îranê duh bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Nerazîbûnên dijî biryarê her ku diçe zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) daxuyaniyek belav kir. KJAR’ê di daxuyaniya xwe de bang li raya giştî ya Kurdistan û Îranê kir ku piştgiriyê bidin Werîşe Mûradî û got, “Beriya ku dewleta Îranê bigihi armanca xwe, ji hevdengiyek cîhanî em rê lê bigirin. Wek hevrêyên Werîşe Mûradî em ê têkoşîna wî bidomînin.
Siyaseta navxweyî û derve ya dewleta Îranê di demên dawî de ketiye nava qeyranek kûr û ewqas aloz bûye ku êdî her ku diçe kûrtir dibe. Ev qeyran ji ber nêzîkatiya rejîmê ya dijî jinan, netew û hemû faktorên bûne sedema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Li şûna ku hewla çareseriya pirsgirêkan bide, siyaseta xwe ya bêdengkirinê zêdetir dike û cezayê ne mirovane li ser çalakvanan disepîne.
Tevî hemû pêvajoyên ne mirovane û cezayê darvekirinê ji bo jinek têkoşer, israra rejîmê ya li ser kiryarên dijî mirovahiyê, kuştina jinan nîşana tinebûna wêye.
Ji serdema hevala me hatî girtin heya niha, li gelek herêm û cîhanê çalakiyên piştevaniyê ji bo Werîşe Mûradî hatin lidarxistin. Piştgiriya hemû pêkhateyên civakê, taybet jî ji bo jinan dewam bike. Ji bo vê em bang li çalakvan, têkoşer û jinan dikin ku ji bo Werîşe Mûradî rabin ser piyan û rê nedin rejîma Îranê bigihe armanca xwe.”