Yekşem, 15 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partî wê sibe biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hatayê civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî: Me li Munihê daxwaza Kurdan anî ziman

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Edeneyê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê rewşa xizaniyê ya jinan: Gihîştina tendurustî, xurek û mafên bingehîn tune ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan di roja 3’an de ye: PAJK’ê banga têkoşîna hevpar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ruhê seferberiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Bi ruhê dema nû em zimanê dayikê li her qadê bi pêş ve bibin
Kurdistan

KJK: Bi ruhê dema nû em zimanê dayikê li her qadê bi pêş ve bibin

Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê got, pêvajoya nû ji bo pêşvebirin û birêxistinkirina zimanê dayikê zemîneke nû ye û bang kir ku li gorî ruhê pêvajoyê bi seferberiyê zimanê dayikê bê pêşvebirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîteya Perwerdeyê ya Koma Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kudî bi sernavê ‘Em Perwerdeya Zimanê Kurdî bikin Bingeha Serketina Aştî û Civaka Demokratîk’ daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê bi vî rengî ye:

EM DEST BI PÊVAJOYEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ DIKIN

“Bi munasebeta roja 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, bi biryardariya ku xebat û perwerdeya zimanê kurdî bibe hîmê serkeftina banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO, ji Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mîr Celadet Bedirxan heya bi Viyan Amara û Zozan Fatimê em tevahî kedkar û mamosteyên nemir ên zimanê kurdî bi minet bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Her wiha em vê roja Cejna Zimanê Kurdî, di serî de dayîkên Kurd ên kedkar û parêzvanên esasî yên zimanê kurdî, li tevahî mamoste û xebatkarên zimanê kurdî yên bi baweriyek mezin li hemberî hemû êrîş û astengiyên siyaseta bişaftin û qirkirinê yên li ser çand û zimanê kurdî hatine sepandin bêhesab ked dane, li ber xwe dane û serê xwe li ber zilmê netewandine pîroz dikin û silav dikin.     

Roja 27’ê Sibata îsal, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO re, weke gelê Kurd em ketin serdemeke dîrokî û girîng. Bi vê banga dîrokî re li ser esasê krîterên aştî û demokrasiyê weke giştî gelê Kurd û jinên Kurd em ketin qonaxeke nû ya xebat û têkoşîna pêşxistina mafên xwe yên ziman, çand û nasnameya neteweyî.

GELÊ KURD ÊDÎ POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ QEBÛL NAKE

Di tevahî cîhanê de zimanê dayîkê çawa ku ji bo her gelekî mijareke jêneger e, ji bo gelê Kurd hîn bêhtir mijareke jêneger e, ji ber sed sal zêdetir in gelê Kurd bi awayek sîstematîk rastî her cureyê siyaseta bişaftin, qirkirin û bindestiyê hatiye. 

Zimanê kurdî nîşana hebûn û nasnameya gelê Kurd e. Gelê Kurd wek gelekî qedîm ê cîhanê, îro di encama têkoşîn û berxwedaneke mezin a salan de ji dunya alemê re eşkere kiriye ku ew gelekî serhildêr û birûmet e, xwedî nasname, ziman, çand û dîrok e. Êdî gelê Kurd tu siyasetên bişaftin, înkar û qirkirinê li ser xwe qebûl nake.

EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEVLÎ AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK BIBIN

Çawa ku 52 sal in di her qonaxeke zehmet û aloz de Rêber APO bi fikra welatê azad û civaka demokratîk wek gelê Kurd û jinên Kurd em gihandine firehiyê, bi heman awayî îro jî bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re zemînek nû ava kiriye ku qada perwerde û zimanê kurdî jî li ser bingeha hişmendiya bûyîna Neteweya Demokratîk, xebata pêşxistina zimanê dayîkê di her qada jiyanê de birêxistin bikin. Ev qonaxa nû, di pêşengiya jinan û ciwanan de ji bo tevahî civakê derfeteke girîng û dîrokî ye ku bêhtir bi zimanê xwe biaxivin, zarokên xwe bi zimanê dayîkê perwerde bikin, ji heft salî heya heftî salî her kesek xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derbikeve. Em bawer dikin, her kesê xwe berpirsiyar dibîne wê li gorî ruhê vê pêvajoya nû ya Aştî û Civaka Demokratîk, di her qada jiyanê de girîngiyê bide pêşxistina zimanê xwe yê dayîkê û bi ruhê seferberiyê tevlî xebatên avakirina civaka demokratîk komunal bibin. 

Bi vê bîr û baweriyê em Cejna Zimanê Kurdî li tevahî dayîkên Kurd û gelê Kurd pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cemîl Bayik: Hevrê Fûat jiyanek bû ku ji bo Partî, gel û azadiyê hatibû fedakirin
Nûçeya Pişt re Îran: Eger pêkanînên DYE’yê bêne rakirin, em amade ne peymanê qebûl bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Erdogan: Bi vê destûra bingehîn Tirkiye nikare ber bi siberojê ve bimeşe

Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan diyar kir ku nepêkane bi destûra bingehîn a darbekaran civak bibe…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanên Azadiyê li Kopê hatin pêşwazîkirin: Bijî Serok Apo!

Çalakgerên di 'Meşa Mezin a Azadiyê' de ne, li navçeya Kopê bi dirûşma 'Bijî Serok…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji rêxistinên DYE’yê ji bo Kurdan name ji Rubio re

5 rêxistinên mafên mirovan, lihevkirin û aştiyê yên DYE'yî yên li New Yorkê ji Wezîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?