Pêncşem, 1 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Tirk Şam sor kir ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: Sala 2025’an nîjadperestiya li dijî Kurdan, koçberan û Elewiyan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokên DEM Partiyê peyama sersalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Rojhilata Navîn dema qala aştiyê tê kirin wext hêdî diherike û astengî derdikevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gokyildiz: Elewiyên li Sûriyeyê ketin nava pêvajoyeke berxwedanê ya bêçek lê rêxistinbûyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê peyama sersalê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > KJK’ê: Divê têkoşîna ekolojîk li dijî şewatên sîstematîk bê berfirehkirin
Civak & Ekolojî

KJK’ê: Divê têkoşîna ekolojîk li dijî şewatên sîstematîk bê berfirehkirin

Koordînasyona KJK’ê da zanîn ku şewata daristanan ‘sîstematîk e’ û banga berfirehkirina têkoşîna ekolojîk kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tebax 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê li ser malpera xwe bi daxuyaniyekê bal kişand ser qirkirina ekolojiyê û bandorên wê. KJK’ê, da zanîn ku şawatên daristanan ên li Kurdistanê encama polîtîkaya şer a taybet in û ên li rojavayê Tirkiyeyê jî encama xemsarî û rantê ne.

LI DIJÎ MIROV Û GERSTÊRKAN ŞERÊ TINEKIRINÊ

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

Em di pêvajoyeke welê re derbas dibin ku bandorên texrîbatên ekolojîk roj bi roj zêde dibin. Sedema vê yekê jî, mijarên jîngehê yên gerdûnî yên weke guhertina avhewayê, qirêjiya jîngehê û windakirina cihêrengiya biyolojîk e.

Gerstêrka ku em lê dijîn, bi destê desthilatdarî û kedxwarî ku ji aliyê mirovan ve hatine keşfkirin ve, ber bi hilweşînê ve tên birin. Ji ber polîtîkayên ku ekosîstemê li ber çavan nagirin, çavkaniyên me yên jiyanê yên bingehîn ên weke av, hewa û axê tên qirêjkirin û tinekirin. Helwestên xweperest, berjewendperest, hiyerarşîk û exlaqî yên îflaskirî, li dijî gerstêrka me û jiyanê bi xwe şerê tinekirinê dimeşîne. Endustriyalîzm ku stûna bingehîn a sîstema talanker a kapîtalîst a li ser esasê berhevkirina sermayeyê ye, ne tenê kedxwariya mirovan îstîsmar dike, di heman demê de xwezayê jî weke objeyek dibîne û xerckirina bêsînor a li ser wê weke maf dibîne. Çavkaniyên xwezayî bi awayekî hovane tên xerckirin û çopên pîşesaziyê yên di dema hilberînê de derdikevin holê, av, ax û hewaya me jehrî dike. Dewlet ne tenê zemînê ji bo vê sîstema îstismarkirinê ji bo şîrketan amade dikin, di heman demê de bi şer û çekên ku ew hilberînin, piştgiriyê didin û vê pêvajoyê hêsantir dikin.

YEK JI PIRSGIRÊKÊN HERÎ BINGEHÎN ÊN JÎNGEHÊ ŞEWATA DARISTANAN E

Texrîbata îro ya li ser daristanan, yek ji mezintirîn pirsgirêkên jîngehê yên cîhanê ye. Her sal bi mîlyonan hektar daristan tên tinekirin, ku dibin sedema gelek pirsgirêkan, ji guherîna avhewayê, heta kêmbûna cihêrengiyê biyolojîk. Dar û daristan ji bo hevsengiya ekosîstemê pir girîng in. Ji ber vê yekê daristan wekî “pişikên gerstêrka me” têne binavkirin. Daristan hêmanên bingehîn in ku hevsengiya hewa, av û axê diparêzin. Birîna daristanan avhewayê diguherîne, cihêrengiya wê ya biyolojîk wêran dike û zirarê dide av û axê.

BI PROJEYÊN LI DIJÎ JÎNGEHÊ RE, GIYANA XWEZAYÊ TÊ TINEKIRIN

Li Tirkiyeyê, wekî li deverên din ên cîhanê, santralên hîdroelektrîkê (HES), JES, GES, Rêya Kesk û projeyên madenê zirareke mezin dane jîngehê. Ziwabûna çavkaniyên avê, tinekirina qadên daristanan ji bo çêkirina rê, qirêjiya hewayê ku gihîştiye astên ku jiyanê tehdît dikin, berhemên ku ji ber bêqezenciyê di zeviyan de mane, zêdebûna hişkesaliyê û şorbûna axê nîşaneyên zelal ên hilweşîna ekolojîk in. Têkiliyên hilberînê yên pergala kapîtalîst hem sedem û hem jî encama vê hilweşînê ne. Ev pergala neheq û bêwijdan çavkaniya krîza ekolojîk e. Îro, gelek herêmên Tirkiyeyê, bi taybetî Kurdistan, hilweşînek xwezayî ya berfireh dijîn.Navê vê talan û komkujî ye. Zêdebûna rêjeya şewatên daristanan ji ber zêdebûna germbûna gerdûnî nîşan dide ku ew ji hêla hin koman ve têne destpêkirin.

LI KURDISTANÊ ŞERÊ TAYBET, LI TIRKIYEYÊ JÎ XEMSARÎ Û RANT

Her çiqas şewatên daristanan li rojavayê Tirkiyeyê ji ber xemsarî û rantê rû didin jî, em dizanin ku şewat û birîna daristanan li bajarên Kurdistanê wekî polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin. Ev pêvajo, ku di salên 1990’î de bi valakirina gundan dest pê kir, îro jî bi polîtîkayên birîna daristanan berdewam dike. Tiştê ku li vir diqewime ne şewateke sade ye, kiryareke eşkere ya birîna daristanan û talankirinê ye. Ev pêkanîn guhertoyek modernîzekirî ya polîtîkayên şer ên faşîst û cudakar in û sûc in ku li dijî wijdanê mirovan derdikevin. Hem polîtîkayên bidestxistina qezencê û hem jî polîtîkayên şerê taybet di wêrankirina xwezayê de li Kurdistanê rol dilîzin. Ev polîtîka ne tenê çanda me, di heman demê de erd, ekosîstem, hewa û ava me jî hedef digirin. Ji ber ku her dareke şewitî ne tenê nebatek e; ew di heman demê de hêlîna bi hezaran çûk û kêzikan e û stargehek ji bo heywanên kovî ye.

NAVÊ VÊ QIRKIRINA JIYANÊ YE

Her çiqas daristaneke wêrankirî ji bo vegera rewşa xwe ya ewil hewcehî bi dehsalan dibîne, mixabin hin ekosîstem bi awayekî mayînde zirarê dibînin. Şewat dibe sedema wêrankirina jîngehên jiyanê û windakirina debara mirovên ku xwe dispêrin çandinî û xwedîkirina heywanan. Ne tenê gundek dişewite; bîranîn, kevneşopî û girêdanên civakî yên bi zehmetî hatine bidestxistin jî di agir de dişewitin. Navê vê qirkirina jiyanê ye. Dewleta Tirk Kurdistan wekî herêmeke ewlehiyê ya taybet îlan kiriye, talankirina daristan û xwezayê wekî mafek rewa dibîne. Îro, wêrankirina xwezayê li Kurdistanê di bin çavdêriya dewletê de berdewam dike. Ev talankirin, ku ji hêla dewletê ve tê teşwîqkirin û heta rasterast tê kirin, bi tevahî nayê qebûlkirin.

ŞEWAT SÎSTEMATIK IN

Em diyar dikin ku şewatên ku hema hema rojane li welatê me derdikevin, bi bêhişmendî an jî bi hewaya germ nikare bê ravekirin. Ev agir bi awayekî sîstematîk tên pêxistin. Ji ber vê yekê, divê em têkoşîna rêxistinkirî li dijî berpirsiyarên van karesatan berfirehtir bikin. Divê em polîtîkayên wan ên hovane yên rantê û pêkanînên mêtinger deşîfer bikin û ji wan hesab bipirsin. Divê em hevgirtin û têkoşîna kolektîf li seranserê Tirkiye û Kurdistanê xurt bikin. Divê em daristan, çavkaniyên avê, kanan, ax û baxên zeytûnên xwe bi hev re biparêzin. Em tenê dikarin van hilweşînan bi têkoşîna kolektîf a bi hemû beşên civakê re, rawestînin. Ji ber ku heke em daristan, ax, hewa, av û enerjiya xwe neparêzin, jiyana me jî dê ligel xwezayê wêran bibe. Li dijî desthilatdariya zalim ku roj bi roj mîrateya me tine dike, divê em xwedî li daristan, ax, hewa, av û enerjiya xwe derkevin. Eger têkoşîn neyê meşandin, bi tinekirina xwezayê re wê jiyana me jî tine bibe. Li dijî talan û tinekirina bedewbûn û bereketa ku xweza diyarî me kiriye, divê bêyî rawestandin têkoşîna xwe ya ekolojîk berfireh bikin. Îro, em şahidê têkoşînên hêja yên komên dilxwaz, rêxistinên civaka sivîl, gelê herêmî û jinan li gelek deveran in. Helwesta biryardar a jineke 80 salî ku vê dawiyê ji gundekî Muglayê ber bi Enqerê ve çû da ku li dijî qanûna madenê ya ku li Meclîsa Tirkiyeyê tê nîqaşkirin derkeve û her wiha qîrîna kesên ku li ber Meclîsê şaxek zeytûnê girtin û gotin, “Ger ev biqede, jiyan jî diqede,” mînakên girîng ên vê têkoşînê ne.

ŞEWAT Û TALAN VEGUHERÎ PIRSGIRÊKA MAYINDE

Şewat û talankirina daristanan veguheriye pirsgirêkeke civakî ya mayinde. Ji ber van hemû sedeman em vê yekê dibêjin; şewat ne tenê afeteke xwezayî ye, encamek ji xemsarî û polîtîkayên kar-qezencê ye. Êdî roj hatiye ku mirov li ber zilma van kiryarên zalim ên şîrket û dewletan rabin ku bi tinehesibandina jiyana mirovan, heywanan û daran tenê ji bo qezenca xwe tevdigerin û talan dikin. Roj ne ew roj e ku em hêrsa xwe veşêrin. Tenê di nava pênc salên dawî de qadeke daristanî ya bi qasî 55 hezar qadên futbolê şewitî, hate şewitandin. Eger li hemberî vê yekê têkoşîn neyê weşandin, ku navê xwe felaket e, wê kengî û ji bo çi têkoşîn bê meşandin? Dem hatiye ku li hemberî van êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jiyan û paşeroja me têne kirin, dem hatiye ku em rê, gotin, hêrs, nerazîbûn, serhildan û çalakiya xwe bikin yek.

DIVÊ TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK BÊ MEZINKIRIN

Divê em ji bîr nekin, sebra ‘Dayika me-Xweza’yê heta cihekî ye. Û ew ti carî ya ku lê hatiye kirin ji bîr nake. Beriya her tiştî divê em jin li ber vê talankirina xwezayê rabin. Em bang li rêxistinên jinan û hemû beşên civakê dikin ku parastina xwezayê weke pîvaneke parastina jiyan û paşerojê bibînin û li hemberî van derdorên zalim, mêtinger û rantxur têkoşînê bilind  bikin. Li hemberî kiryarên mêtinger ên ku welatê me Kurdistanê bê daristan dihêlin û pêşkêşî rantxuran dike, em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna ekolojîk li her qadê bi rengekî rewa, bi bandor û girseyî bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îsraîlê muxalefeta li dijî şer mezin dibe
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK’ê xwest qirkirina 1915’an bê qebûlkirin

KNK'ê qirkirina sala 1915'an a bi destê Osmaniyan li hemberî gelênxwecihî yên Mesihî hate kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Wezîrê Edaletê destpê kir

Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Gel li dijî polîsên ku xwestin Hevşaredara Dersimê binçav bikin derketin

Polîsên Tirk hewl dan Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan a ku erka wê hat desteserkirin binçav…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Trump ragihand ku ew ê Muhafizên Neteweyî ji sê bajaran vekişîne

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li bazarê bertek nîşanî mûçeya kêmtirîn dan: Em nan bi deyn dikirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Berxwedana Elewiyan li Sûriyeyê dikare rê li ber pêşerojeke demokratîk veke’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?