În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo gavên şênber bêne avêtin divê em têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîst sal in diçe Amarayê: Ez ê ji bo aştiyê bi rê bikevim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK: Li Iraqê biryara girtina partiyan biryareke siyasî ye, li dijî destketên gelê Kurd e
Rojane

KNK: Li Iraqê biryara girtina partiyan biryareke siyasî ye, li dijî destketên gelê Kurd e

KNK'ê biryara girtina 3 partiyan li Iraqê weke biryareke siyasî ya li dijî destketiyên Kurd pênase kir û bang li hikumeta Iraqê kir ku dest ji vê biryarê berde.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Tebax 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî biryara Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ya li ser girtina 3 partiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê; Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiay Eniya Têkoşîna Demokrasiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryar siyasî ye û li ser zextên dewleta Tirkiyeyê hatiye wergirtin.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Weke tê zanîn ev e demeke dirêj e, hatûçûn û serdanên heyetên her du welatan zêde bûne û li van hevdîtin û rûniştinan li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, gelek xalan li hev kirine. Herî dawî 22.04.2024’an de Serokkomarê Tirk Erdogan serdana Iraqê kir û di encamê de di navbera her du welatan de, 26 peyman hatin imzekirin. Di nava van peymanan de yên herî girîng ew bûn ku li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê ne. Divê hemû Kurd û Kurdistanî bizanin serdan û lihevhahatinên dagirkeran ne li ser xêrê ne. Piştî vê serdanê hikumeta Iraqê PKK weke hêzeke qedexe bi nav kir û kete di nava xebatên dijber de. Niha jî 3 partiyên din ên Kurdî jî qedexe dike.

Di 10. salvegera jenosîda Şengalê de, qedexekirina Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), ne tesedûf e. Biryara jinavbirina vîn û îradeya bawermedên Êzidî ye û berdewama êrîşa DAÎŞ’ê ye.  

Ev biryar û ev kiryar belkî niha li dijî hinek partiyên Kurdistanî tê xuyakirin, lê di encamê de li dijî hemî gelê Kurdistanê ye û têkbirina destketiyên gelê me amanc dike. Bi van biryar û kiryarên xwe hikumeta Iraqê, hêdî hêdî dikeve ser aqliyet û xeta partiya Baas. Eger pêşiya vê siyasetê neyê girtin, statûya federal ya Herêma Kurdistanê jî di navde, hemû destketiyên gelê Kurd wê têk biçin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, hemî hêzên demokrat yên Iraqê û hemî Iraqiyên ji welatê xwe hez dikin, vê tehlîkeyê bibînin, vê meseleyê cidî binirxînin û li dijî vê helwestê rawestin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), du partiyên Kurdistanî ne û heman demê de endamên KNK’ê ne. KNK li dijî girtin û qedexekirina partiyên siyasî ye. KNK van partiyan weke partiyên din ên partiyên meşrû û rewa dibîne. KNK biryara Encûmena Bilinda Dadweriya Iraqê, weke biryarekî siyasî dibîne, red û şermezar dike.”

Di dawiya daxuyaniyê ev bang hate kirin:

“Bi vê munasbetê em weke KNK bang li hukumeta Iraqê dikin û dibêjin ev rêya we girtî rêyek şaş e û rojeke zûtir vê helwesta xwe biguherin û vê biryarê paşde bigirin. 

Her wiha em bang li hemî hêz, partî û saziyên Kurdistanî dikin ku li hember vê biryarê rawestin û destketiyên gelê Kurdistanê biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Edeneyê çar caran erd hejiya
Nûçeya Pişt re Kalkan: Faşîzm bi berxwedaneke radîkal û bi bandor dikare bê hilweşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya danûstandinên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Kolanên girtî yên dînîtiyê

Cîhan, mixabin, dişewite. Û ev agir her kû diçe mezin dibe. Û ji ber hin…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Li Rûsyayê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşeke mezin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ji bo gavên şênber bêne avêtin divê em têbikoşin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 3’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?