Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişên dewleta Îranê yên li dijî kolberan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kolberî karekî metirsîdar e, bi êş e û hate gotin, “Bi hezaran xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji ber nebûna derfetên kar û xemsariya berpirsên rejîmê neçar dibin serî li kolberiyê bidin.”
KNK’ê diyar kir ku dewleta Îranê ji aliyekî ve hewl dide civaka Kurd marjînalîze bike û birçî bihêle, li aliyê din jî di çarçoveya siyaseta xwe ya qirkirina sîstematîk de, rasterast Kolberên ku ji bo debara xwe û malbatên xwe dikin û serî li vî karê xeternak dane, hedef digre.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Heta niha hezaran kes hatine kuştin, deh hezaran birîndar bûne û deh hezaran malbat mexdûr bûne. Li gor amarên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, di sala derbasbûyî de herî kêm 48 Kolber hatine kuştin û 427 kes jî birîndar bûne. Tenê di heyama 70 rojên bihurî de herî kêm 17 Kolber û kasibkar hatine kuştin.”
KNK’ê bi bîr xist ku ji ber kiryarên hovane kes nehatiye darizandin û got, “Kasibkar û Kolber ti metirsiyê li ser hêzên çekdar ên Îranê çênakin û tenê dixwazin debara jiyana xwe bikin. Lê hêzên rejîmê weke biçin nêçira pezkûviyan, bê hişyarî êrîşê kolberan dikin û rasterast guleyan li ser wa direşînîn.
Berevajî gelek sozên xwe yên ji bo çareserkirina kêşeya Kolberan, hikûmeta Îranê di du salên borî de tundûtûjiya li dijî Kolberan zêde kiriye. Tu bahane ji van êrîşan û ji kuştina van mirovan re nîne. Ev êrîş û ev kuştin, siyaseta dijminane ya Komara Îslamî ya Îranê ye, ya ku dijê gelê Kurdistanê ye.
Em wek KNK wan êrişên hovane mehkûm û şermezar dikin û daxwaz ji hikûmeta Îranê dikin ku erk û berpirsyariya xwe ji bo parastina jiyana xelkê bi cih bînin. Bi vê munasebetê em carekî din, ji qurbaniyan re rehmetê, ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”