Rojnamevan Lezgîn Îbrahîm ku ji berxwedana Kobanê ya destpêkê û ya îro re şahidiyê dike, Ji ANF’ê re axivî. Lezgîn Îbrahîm anî ziman ku gelê Kobanê xwedî hişmendiyeke dÎrokî ye, bi ruhê berxwedanê yê vê hişmendiyê xwedî motîvasyoneke xurt e. Lezgîn Îbrahîm diyar kir ku dagirkirina Kobanê weke êrîşa li ser paşeroja Rojava tê dîtin û got, “DAÎŞ beriya ku xwe bigihîne Kobanê beşeke mezin a Sûriye û Iraqê bi dest xistibû Veguherîbû hêzeke welê ku gelek artêşan nekarî li pêşiya wan bisekine. Artêşa li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê nekarîbû xaka xwe biparêzin û çek ji wan re hiştibûn. DAÎŞ’ê berdabûn ser Kobanê. Her kesî girîngiya vî bajarê biçûk zanîbû. Eşkere bû ku bi bidestxistina Kobanê re êrîş li ser Şoreşa Rojava hate kirin. Piştevaniya gel, yekîtî û seferberiya topyekûn Kobanê li ser piyan hişt.”
KOBANÊ LI CÎHANÊ DENG VEDA
Lezgîn Îbrahîm ragihand ku berxwedana Kobanê ji bo gelê Kurd û Kobanê tê wateya jinûve vejînê; vî bajarê biçûk navê xwe li cîhanê belav kir û got, “Eger ne ji berxwedana Kobanê bûya, şer nekiribûya û berdêl nedabûya, ev têkoşîn li cîhanê deng vendida, bala civaka navneteweyî nedikişand û piştgirî wernedigirt. Eger civaka navneteweyî dengê xwe bilind kir ev yek bi saya berxwedana wêrekî ya Kobanê ye. Li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ku tirs berdabû nava tevahiya cîhanê vî bajarê biçûk tenê bi hêza xwe li ber xwe da û kir ku bala her kesî biçe ser Kobanê. Bi vî rengî Şoreşa Rojava hate bihîstin, li cîhanê deng veda. Kobanê ji bo gelê Kurd veguherî cihekî pîroz. Di heman demê de li nava gelan jî bû xwedî cihekî bi wate. Ji ber vê jî ragihandina Roja Kobanê ya Cîhanê kir ku ev berxwedan û piştevanî bibe sembolek.”
JI BO DESTHILATDARIYAT TIRK BIRÎNEKE
Lezgîn Îbrahîm anî ziman ku êrîşa dagirkeriyê ya sala 2014’an a li ser Kobanê û gef û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên niha ji hev cuda nîne û diyar kir ku êrîşên wê demê jî bi piştgiriya dewleta Tirk hatin kirin. Lezgîn Îbrahîm li ser sedemên êrîşên dawî yıên dewleta Tirk ên li ser Kobanê got, “Berxwedana Kobanê projeya dewleta Tirk a li ser Rojava ser û bin kir, DAÎŞ a ku bi her awayî piştgirî jê werdigirt hate şikandin û hêzên ku ji gelek aliyan ve piştgirgî didan dewleta Tirk bi berxwedana Kobanê re piştgirî dan YPJ û YPG’ê. Ya herî girîng jî bi berxwedana Kobanê re sîstema Rêveberiya Xweser, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her deverê belav bû. Lewma dixwaze tola DAÎŞ’ê ya têkçûnê hilîne. Ji bo dewleta Tirk êşa Kobanê birîneke ku dewam dike. Dewleta Tirk xwest Kobanê bide valakirin, lê nekarî. Li gel êrîşên ji çar aliyan ve jî gel bi sebir li benda azadiyê sekinî. Gel wê êş û zilma wê demê ji bîr neke.”
BERXWEDAN JI NÛ VE ZINDÎ DIBE
Lezgîn Îbrahîm diyar kir ku xweparastina gelê Kobanê ya di vê demê de, rewşa wê ya seferberiyê berxwedana sala 2014’an ji nû ve zindî kir û got, “Di vê demê de ku êrîşên giran ên dewleta Tirk li ser Kobanê hene, gel bi ruhê seferberiyê tevdigere. Kobanê ji bo parastina tax, kolan û gundên xwe yekîneyên xweparastinê ava kir. Ev ruhê têkoşînê berxweedana Kobanê ya sala 2014’an tîne bîra mirovan. Di nava gel de fikrê ‘Êdî QSD heye, pêwîstî bi şer nîne’ serwer nîne; her kes bi daxwaza roja destpêkê ketiye nava liv û tevgerê. Armanca wan a îro têkbirina rêveberê DAÎŞ’ê êrîşên dewleta Tirk e. Bi dersên ji dema bihurî wergirtî bi baldarî tevdigerin. Ji ber vê yekê jî gelê Kobanê bi biryar e ku cara duyemîn dewleta Tirk têk bibe.”