Sêşem, 3 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 3’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Divê Demirtaş û Mızraklı tavilê azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Rapor ne encam e, deriyek hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo ‘guhertinên qanûnî yên şênber’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana Selahattîn Demîrtaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Dem, dema yekrêzî û pêkanîna yekbûnê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bo çekdarên rejîmê: Dev ji rejîmê berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Êrîşên Îranê yên li dijî hêzên Kurd nîşaneya tirsê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî bi telefonê bi hev re axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaya: Yekîtiya neteweyî ya Kurd êdî ne tenê nîqaşeke teorîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmergeyan bang li Sûdanî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kongra Star civîna jinan a 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê civîna 8’ê Adarê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê pêngava ‘Niha dema jinê ye’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S’ê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hamburgê têkoşîna jinan û piştevanî hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Koçberên Efrîn-Şehbayê: Em daxwaza vegera bi ewle dikin
Rojava

Koçberên Efrîn-Şehbayê: Em daxwaza vegera bi ewle dikin

Bi hezaran kesên ku ji neçarî ji kantona Efrîn-Şehbayê koçber bûn bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirinê daxuyanî dan û daxwaza vegera bi ewle û rûmet kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Gelê kantona Efrîn-Şehbayê yûn ku ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji neçarî cih û warûn xwe terk kirin. Bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina kantona Efrîn-Şehbayê li bajarên Kobanê, Heleb, Tirbespiyê, Tebqa û Reqa daxuyaniyên hevpar hatin dayîn.

KOBANÊ

Bi boneya salvegera yekemîn a koçberkirina bi darê zorê, bi daxwaza vegera ewle bo malên xwe, daxuyanî li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê mamoste Şêrîn Îbrahîm û bi zimanî erebî ji aliyê rêveberê Saziya Avê ya Kantona Firatê Mehmûd Rehîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gelê me bi fikareke mezin rewşa xelkê Efrînê dişopîne. Ev koçberiya berdewam beşeke din a êşa xelkê Efrînê ya ji sala 2018’an ve ye. Binpêkirin berdewam dikin, ji desteserkirina milkan û girtinên keyfî bigire heya koçberiya sîstematîk û guhertina demografîk a li herêmê, ku binpêkirineke aşkera ya zagona navneteweyî û prensîpên mafên mirovan e. Ji bo raya giştî ya herêmî û navneteweyî aşkera bûye ku armanca van binpêkirinan guhertina pêkhateya demografîk û bêparkirina niştecihên xwecih ji mafê wan ê xwezayî yê mayîna li ser axa xwe ye.”

Di daxuyaniyan de ev daxwaz hatin rêzkirin:

“Mafê vegera ewle û bi rûmet a xelkê Efrînê bo malên xwe mafekî bêqusûr e ku divê bê şert û merc û bê sînorkirin di bin çavdêriya navneteweyî de ku parastina sivîlan misoger dike û ji bo pêşîgirtina li her kiryarek tolhildanê an jî zorbazîyê, were garantîkirin.

Divê ketin bi Asayîşê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn) re were kirin da ku ewlehiya niştecihan were garantîkirin.

Divê hemû astengî bên rakirin, her wiha operasyonên desteserkirinê rawestînin û milkan vegerînin xwediyên wan ên rewa.

Em dewleta Tirk wekî hêzeke dagirker, li gorî qanûnên navneteweyî, ji rewşa heyî ya li Efrînê berpirsiyar dibînin û em daxwaz dikin ku ew polîtîkayên xwe yên piştgiriya van binpêkirinan rawestîne û rê bide niştecihên xwecih ku bê tirs vegerin.

Em bi tundî binpêkirinên ku ji hêla komên çekdar ve têne kirin, di nav de revandin, zorbazî û desteserkirina erd û malan şermezar dikin, di heman demê de em wan ji aliyê qanûnî û exlaqî ve bi tevahî berpirsiyarê êşa gel dibînin.

Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku van sûc û binpêkirinan bi awayekî giştî belge bikin û zextê li ser aliyên berpirsiyar bikin da ku rêz li mafên sivîlan bigirin û wan biparêzin.”

HELEB

Rêxistina Kongra Star a Helebê nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û koçberên kantona Efrîn-Şehbayê li pêşiya hola 8’ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê hatin gel hev û daxuyaniyek da. Endamên Kongra Star Rîhan Elo û Meys Şaşo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, salvegera koçberkirin ne bûyereke ji rêzê ye ku di dîrokê de tê tomarkirinê, li birîneke vekirî di bîra nifştan de ye û  îşa rakirina ji kokê ya du caran û nebûna ewlehiyê vedibêje, di heman demê de siyaseteke sîstematîk li dijî hebûn û nasnameya gelekî ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Peymana 10’ê Adarê ji bo koçberan bibû hêviya vegera ewle li warê xwe, lê hikumeta veguhêz der barê pêkanîna peymanê de ji erkên xwe direve.

Her wiha hate bibîrxistin ku şêniyên Efrînê tevî hemû êşan jî bi mafê xwe yê vegera bi ewle û rûmet li warê ve girêdayî ne.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku erkên xwe yên qanûnî û exlaqî pêk bînin, ji bo rawestandina binpêkirinan zextê bikin û hesabê ji berpirsên sûcan bikin. Bang li tevahî hêzên sûriyeyî jî hat kirin ku piştgiriyê bidin.

TIRBESPIYÊ

Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê jî daxuyaniyek li pêşiya Mala Êzidiyan a bajarê Tirbespiyê da. Daxuyanî ji aliyê endama yekitiyê Meryem Cindo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êriş, sûc û koçberkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrîn-Şehbayê kirine, bi tundî hatin şermearkirin.

Bang li rêxistinên hiqûqî, civaka sivîl û Neteweyên Yekbûyî hatin kirin ku berpirsyariyên xwe yên mirovî û exlaqî pêk bînin, hesab ji berpirsên binpêkirinan bipirsin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku koçberên Efrîn-Şehbayê bi QSD’ê bawer in û wekî mîsogeriya parastina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nav kir.

TEBQA

Rêveberiya Kar û Barên Koçberên Kantona Efrîn-Şehbayê yên li kantona Tebqayê jî daxuyaniyek li Wargeha Azadî da.

Daxuyanî bi amadebûna nûnerên meclis, nivîsgeh û saziyên kantona Efrîn-Şehbayê tevî bi dehan koçberên Efrîn-Şehbayê hat dayîn. Irûba Xelîl Ebid û Mihemed Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirina di dema koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê (2 Kanûn 2024) gelek kes beriya ku derbasî herêmê bibin li bendên kontrolê hatin revandin û hinek ji malên wan hatin revandin û çarenûsa hinekan ne diyar e.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku ji ber mercên dijwar ên koçberiyê, hin malbat bi şertê dayîna 2000-5000 dolaran vegeriyan gundên xwe.

Hate diyarkirin ku çete zextê li malbatan dikin ku gefan li wan dixin li xeraceyên mewsima zeytûnan bidin.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret pê hatin kirin ku bi deh hezaran koçberên Efrîn-Şehbayê yên di kampan û wargehan de dimînin mercên zehmet ên kêmbûna hêmanên jiyanê dikişînin û rola aktîf a rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî tune ye.

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî, di serî de DYA û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hat kirin ku ji bo dawîanîna dagirkeriya Tikr û çeteyên wê û ji bo vegera ewle ya koçberan li warê wan bi lez bikevin nava tevgerê.

REQA

Bi dehan koçberên ji Efrîn-Şehbayê yên li kantona Reqayê jî der barê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Dibistana Omer Elûş ji aliyê endama Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Reqayê û koçber Cuma Kalo ve hat xwendin.

Cuma Kalo diyar kir ku di peymana 10’ê Adarê  bendeke taybet ji bo vegera ewle ya koçberan hatbû, lêheya niha ev bend pêk nehatiye û di encamê de êşa bi hezaran malbatên koçber kûrtir bû.

Kalo diyar kir ku koçberî di çarçoveya guhertina demgorafîk de sînordar nîn e, lê belê sûcekî şer e ku armanc dike koka gelekî raka û çand û dîroka herêmekê biguhere.

Cuma Kalo bang li hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser kir ku bi lez peymana 10’ê Adarê bi cih bînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Asyayê karesata lehiyê: Hejmara qurbaniyan hezarî derbas kir
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser budçeya sala 2026`an nîqaş kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir ku di dema berxwedana li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê jin paşeroja Sûriyeya nû ava bikin’

Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Arîfe Bekir destnîşan kir ku bi yekîtiya jinan paşerojeke azad…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina li Şamê bi dawî bû

Hevdîtina şandeya leşkerî û ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

DYA’yê 1250, Îran’ê jî 560 hedefên hatine lêdan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Starmer: Em bi guhertina rejîmê ya ji esmânan bawer nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bo çekdarên rejîmê: Dev ji rejîmê berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump dibetiya hêza bejayî li Îranê red nekir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?