Dewleta Tirk ji êvara 23’ê Cotmehê û vir ve êrîşî temamiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike; qadên sivîl, firin, stasyonên elektrîk û avê, dibistan, nexweşxane, parzûngeh û kargeh bombe kir. Heta doh danê nîvro di êrîşan de 12 kes hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer li ser êrîşên dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî.
DIXWAZIN JI MIROVAN XALÎ BIKIN
Koçer anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ne cara yekê ne, lê belê her carê êrîşên xwe zêde û berfireh dike û diyar kir, armanc ji van êrîşan ew e ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide koçberkirin. Koçer got, “Êrîşî qadên aboriyê, stasyonên elektrîkê û firinan dike ku deverên xizmeta ji bo gel e. Dixwaze gel koçber bike û li herêmê guhertina demografîk pêk bîne. Dewleta Tirk li ser tinekirina gelê Kurd israr dike. Destpêkê qala aştî û çareseriyê kir, piştre jî dest bi êrîşan kir. Ti sedemeke dewleta Tirk nîne ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, lê belê ev yek mejiyekî li dijî Kurdan e. Ji bo wan her kesên Kurd terorîst in û divê bêne kuştin. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, hebûna Kurdan li dijî xwe weke gefekê dibîne. Hesabê wê yekê dike ku bi qetilkirina Kurdan wê nehêle li Rojhilata Navîn bibe xwedî statu.”
SIYASETA QIRKIRINÊ
Koçer ragihand ku li Rojhilata Navîn guhertinan destpê kirine, dewleta Tirk ji aliyê leşkerî, siyasî û dîplomatîk ve bi her derdorê dikeve nava têkiliyan, hewl dide pêşî li Kurdan bigire ku nikaribe sûdê ji vê guhertinê werbigire û got, “Îdîa dike ku ew alîgirê aştiyê ye. Halbûkî Kurdan 8 caran şer sekinandin û hewl dan aştiyê pêk bînin. Li gel vê yekê jî dewleta Tirk di tasfiyekirina Kurdan de israr kir û vê israra xwe dewam dike. Bi heman mejî û siyasetê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dike. Bi vî rengî dixwaze gel ji cih û warê wan bike, îradeya gel bişikîne û welê lê bike ku nikaribe destketiyên xwe biparêze. Jin, zarok û mirovên extiyar qetil dike; gundan û malan hildiweşîne. Li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî sûcê şer dike. Siyaseta qirkirin û hilweşandinê dimeşîne. Bi taybetî divê DYE û Rûsya dawî li bêdengiya xwe bînin; naxwe wê bibin hevparê qirkirinê. Hêzên navneteweyî bi kîjan sedemê qada hewayî pêşkêşî dewleta Tirk dikin û êrîşan ji nedîtî ve tên?”
HÊZ Û ÎRADEYA ME YA BERXWEDANÊ HEYE
Koçer destnîşan kir ku bi van êrîşên bêperwa û dijminan e tasfiye li ser projeya demokratîk tê ferzkirin û got, “Dewleta Tirk ji çareseriya pirsgirêka Kurd re ne amade ye. Weke ku min got, di qirkirinê de israr dike. Ji ber vê yekê jî divê gelê me yekîtiya xwe xurt bike, bi rêveberî û hêza xwe ya leşkerî re di nava yekîtiyê de tevbigere. Em bi vî rengî dikarin rûmeta xwe biparêzin. Em berxên stuyê xwe li ber kêrê nînin. Hêza me ya parastinê û rêveberiya me heye. Li dijî êrîşên qirkirinê yekane rêya xweparastinê yekîtî ye. Divê em qada xwe ya jiyanê bi parêzin, siyaset û sîstema xwe biparêzin, hebûna xwe ya çandî û fîzîkî biparêzin û vê yekê jî bi hev re bikin. Divê her kes xwe ji vê re amade bike. Eger nikaribin li ber xwe bidin em ê tine bibin. Îradeya me ya berxwedanê, hêza me ya civakî û leşkerî heye.”
DIVÊ RÊVEBERIYA ŞAMÊ HELWESTA XWE DIYAR BIKE
Koçer ji rêveberiya Şamê jî xwest ku helwesta xwe ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk diyar bike û got, “Helwesta xwe heta niha diyar nîne. Êrîşî xaka Sûriyeyê dike, êrîşî welatiyên Sûriyeyê dike, êrîşî binesaziya aborî ya xelkê Sûriyeyê dike. Divê hikumeta Şamê helwestê nîşan bide. Hêzên navneteweyî jî divê li hemberî van êrîşan bibe xwedî helwest. DAÎŞ a ku hêzê ji êrîşên dewleta Tirk werdigire vê yekê weke firsendê dibîne. Divê mirov baldar bin.”
DIVÊ EM JI GUHERTINÊN CIDÎ RE AMADE BIN
Koçer anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha tawîz nedaye, daketiye qadan, nerazîbûna xwe nîşan daye û got, “Bêguman em ê serî li ber van êrîşan netewînin. Em ê hinek zor û zehmetiyan bikişînin, lê belê em ê rûmet û xaka xwe biparêzin. Divê her kes bikeve nava vê hewldanê. Ev êrîş ji bo şikandina îradeya gelê herêmê ye. Ji bo tasfiyekirina projeya neteweya demokratîk e. Hewl dide li herêmê pêleke koçberiyê biafirînin. Li hemberî vê yekê divê her kes helwesteke cidî nîşan bide. Em ji bo berxwedanê amade ne û em ê li ber xwe bidin. 12-13 sal in Şoreşa Rojava li ber xwe dide. Em ji berxwedan û têkoşîneke hîn xurt re amade ne. Dubare dikim; gelê me divê li dora rêveberî û hêzên xwe yên parastinê bicive, ji ber ku li herêmê wê guhertinên gelekî cidî pêk werin. Divê em ji vê re amade bin.”