Cîgira Serokatiya Koma DEM Partiyê Gulîstan Koçyîgît anî ziman ku ji bo Şaredariya Esenyûrtê tayînkirina qeyûm tê wateya desteserkirinê û got: ‘’Hem li dijî lihevkirina bajêr û tifaqa demokratîk êrîşek heye û hem jî li ser Kurdbûna Ahmet Ozer krîmînalîze tê kirin û girtina bi hincetên derewîn heye.
Cîgira Serokatiya Koma DEM Partiyê Gulîstan Koçyîgît têkildarî mijarên weke tecrîd, rewşa Meclîsê, êrîşên li ser ziman û desteserkirina Şaredariya Esenyûrdê ji ajansa me re axivî.
Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku li Meclîsê berberiyeke zêde heye û got: ‘’Partiyên din ên Meclîsê li hemberî gotinên gelekî ras û mafdar jî di çarçoveya feraseta xwe de tevdigerin. Di van rojên dawiyê de li dijî Bakur û Rojhilatê êrîş hene. Divê her kes li dijî vê yekê derkeve. Ji ber ku cihên sivîlan tên bombebarankirin, qad û tesîsên jiyanî tên bombebarankirin. Dema ku mijar dibe xaka gelê Kurd û mexdûriyetên gelê Kurd em dibînin ku gotinên me nayên guhdarkirin û di çarçoveya pêşdarazekê û refleksa dewletê ya klasîk de li nêzî mijaran dibin. Ev yek me gelekî aciz dike. Desthilatdarî li şûna çareserkirina pirsgirêkan, helwesteke êrîşkarî nîşan dide. Bo nimûne li Xana Axpar û Mêedînê şewatek derketibû û şewat nehatibû vemirandin. Di encama şewata berbehs de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Dema ku me li Meclîsê ev mijar anî rojevê, me dît ku bi argûmanên gelekî cuda mijarê îhmal dikin. Geleke mijarên bi vî rengî hene. Feraseteke ku bi temamî di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevdigere, guh nade me, hewl nade ku fêm bike û li hemberî rexneyên me guhên xwe digire heye. Mijareke din jî ew e ku arîtmetîkeke ku zêdetir zilam diaxivin, zilam nîqaşê dikin û zilam hikm î didin, heye. Ev yek jî me gelekî aciz dike.’’
Koçyîgît di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand êrîşên li ser zimanê Kurdî û wiha pêde çû: ‘’Em her cure polîtîkayên înkarê yên li ser çand, ziman û hebûna Kurdî qebûl nakin. Mebi salan hewl da bidin fêmkirin ku em Kurd in, ziman, çand û dîrokeke me yên cuda hene. Ev yek hate qebûlkirin lê belê bi rêbazên cuda polîtîkayên red û înkarê hê jî didomin. Hem polîtîkayên tunekirina fîzîkî û hem jî rewşa qirkirina çandî heye. Vê yekê bi qedexekirina govend, stran û festîvalên me pêk tînin. Dema ku em li Meclîsê diaxivin jî weke ‘’zimanê nayê zanîn’’ nêzîk dibin û axaftinên me qut dikin. Li dijî hemû nirxên me yên çandî û zimanî êrîş heye. Şaredariyên me desteser kirin û qeyûm tayîn kirin. Peykerên navdarên Kurd rakirin. Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî girtin. Hewl didin ku dîroka gelê Kurd tune bikin. Ev yek jî me gelekî aciz dikin. Ziman û çanada me heye û bi hezaran salan e ku em li ser van xakan dijîn. Em ji cihekî cuda nehatine. Em hêmanên sereke yên van xakan in. Em dixwazin bi awayekî azad û wekhev bijîn. Pergaleke ku di sedsala 21’emîn de li dijî ziman û çandan polîtîkayên îkarê bi rê ve dibe heye û bi rastî jî ev yek nayê fêmkirin. Divê em li hemberî vê ferasetê rawestin û li ber xwe bidin. Divê em zêdetir xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Divê em di nava jiyana rojane de zêdetir bi zimanê xwe biaxivin. Komîsyonên me yên ziman û çandî hene. Xebatên me yên têkildarî zaravayan hene. Em tekstên xwe bi du zimanan Kurdî û Tirkî diweşînin. Civînên xwe jî bi du zimanan li dar dixin. Helbet ev yek têrê nakin. Ji ber vê yekê divê em li her derê di nava jiyana rojane de zêdetir bi Kurdî biaxivin û bijîn. Ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û li her derê bê bikaranîn em ê bi hev re têkoşînê mezintir bikin.’’
Cîgira Serokatiya Koma DEM Partiyê Gulîstan Koçyîgît bal kişand ser hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdê û ev yek anîn ziman: ‘’Birêz Abdullah Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorê sereke ye. Ev eşkere û zelal e. Ger di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de niyeteke wan hebe, divê bi lez tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin. Divê şert û mercên ewlehî, azadî û tenduristiya wî werin dabînkirin. Bandora Birêz Ocalan a di nava civakê de tê zanîn. Her wiha bandora wî ya di nava raya gîştî de jî tê zanîn. Birêz Ocalan ne kesekî jirêzê ye. Helbet di bin vê tecrîdê de pêvajo nayê birêvebirin. Birêz Ocalan ev 44 meh in yan jî ji sala 1999’an ve ye tê rehîngirtin. Çima tecrîd têsepandin, Tirkiye hiqûqa xwe û peymamên navneteweyî nasepîne? Divê em van yekan bipirsin. Divê ev yek derveyî çareseriyê werin pirsîn. Li holê bêhiqûqiyeke mezin heye. Em dibêjin ku terîd êşkence ye. Êşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye. Sûcekî li dijî mirovahiyê tê kirin. Me ev yek li Meclîsê gelek caran aniye ziman. Tu kes li hemberî vê yekê dengê xwe dernaxîne. Hem mijareke bi vî rengî heye û hem jî mijara têkilyên aşitiyê heye.’’
Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de têkildarî desteserkirina Şaredariya Esenyûtdê axivî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’AKP, ji sala 20162an ve ye Tirkiyeyê bi rejîma qeyûman bi rê ve dibe. Destpêkê şaredariyên me desteser kir. A rastî desteserkirina şaredariyan awayê birêvebirina AKP’ê ye. Desteserkirina bi darê zorê ye. Desteserkirina şaredariyên Amed û Wanê di heman demê de tê wateya desteserkirina şaredariyên Edene û Muglayê jî. Bêhiqûqî li cihê tê sepandin sînordar namîne. Me got ku wê ev yek belav bibe seranserê Tirkiyeyê lê belê bi awayekî cidî li nêzî vê gotina me nebûn. Herî dawiyê Şredariya Esenyûrdê desteser kirin. Ev yek xespeke eşkere ye. Ev yek li hemberî tifaq û lihevkirinê êrîşeke eşkere ye. Her wiha li dijî nasnameya Ahmet Ozer êrîşek heye. Mijara krîmînalîzekirinê heye. Ahmet Ozer profesor e, dekantî û rektorî kirye. Tu girîngiya van namîne; çimkî têkildarî nasnameya wî ya Kurd hedef tê girtin û bi hincetên çêkirî û derewîn tê binçavkirin û girtin.’’