Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Cansiz hate entubekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Komalên Ciwan ‘fermandarê ciwanan’ Ronî Gever bi bîr anî
Kurdistan

Komalên Ciwan ‘fermandarê ciwanan’ Ronî Gever bi bîr anî

Koordînasyona Komalên Ciwan femandarê ciwanan Ronî Gever û hevrêyên wî bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya 8’ê Cotmehê ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hatibû gotin, “Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê hevrêyê me Şivan Cîlo Gever û hevrêyên pê re Kerîm Avareş û Şervan Perwer di 16’ê Hezîrana 2023’an, ji milîtanên pêşeng ên PKK’ê hevrêyê me Ronî Baz Gever 10’ê Tîrmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.”

Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan a li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Di şexsê Şivan Gever, Ronî Gever,  Şervan Perwer  û Kerîm Avareş  de em bejna xwe li beramber bîranîn û lehengtiya hemû şehîdên şoreşê ditewînin. Soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarê xeta egîdî û fedayîtiya Apoyî bibin, ya ku bi berdêlên giranbuha hatiye ava kirin.

Têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê di pêşengtiya Rêber Apo de nîv sedsal zêdetire berdewam dike. Bandora vê jî niha di asteke gerdûnî de ye. Hêz, kûrahî û mafdariya ramanên Rêber Apo, wê di serdema niha û ya pêşiya me de jî diyarker bibe. Bêguman haveynê vê tekoşînê jî ji guleya yekemîn heya roja me ya îro, ruhê ciwan ê Rêber Apo ye. Wî ruhî bi xwe re dîroka lêhengiyê ava kir. Bi wêrekî, dildarî, fedakarî û hezkirina ciwanên Kurdistanê, doza azadiyê bêyî westan û rawestan gihişte roja me ya îro. Yek ji wan pêşengan jî Heval Ronî Gever bû. Salên dûr û dirêj pêşengtiya pêvajoyên pir hesas û krîtîk kir. Di hemû qonaxên çarenûsê diyar dike de, Heval Ronî karîbû bi awayek herî serfetî xîtabî ciwanên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bike.

Herêm û derdora Şehîd Ronî lê mezin bû, çanda qedîm a jiyana komunal a Zagrosan li karakterê heval Ronî bar kiribû. Şehîd Ronî karakterê xwe yê ku ji çiyayên Sumbil û Cîlo girtî, bi hosatiyekê şoreşgerî bi modernîteya demokratîk re kire yek.

Ji ber vê jî; 
wekî Rûbarên Zapê, herikbar û bi çoş,
wekî gelî û deriyên Çarçela û Govendê efsûnî,
wekî kevî û qeşayên kevnar jî berxwedêr bû. 

Heman demê malbata di nav de jî mezin bibû, çanda serhildêriya qebîle û eşîrên komunal nav xwe de dihewand. Ji destpêka têkoşîna me heya roja em ya îro, Eşîra Gewdan tu carî ji xeta welatparêziyê tawîz nedan. Binemala hevrêyê me bi sekna xwe pîvanên welatparêziyê her tim bilind kirin û hevrê fermandarên wekî Şehîd Cûdî Gever û Şehîd Ronî Gever diyarî tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê kirin.

Heval Ronî wekî zarokek serhildanan, hîn di biçûkatiya xwe de tevgera azadiyê nas dike û piştî mezin dibe beşdarî nav kar û xebatên ciwanan dibe. Ji 2007’an heya sala 2019’an jî di kar û xebatên ciwanan de li her çar parçeyên Kurdistanê bost bi bost têdikoşe.Ruxmê ewqas ked û ezmûnên xwe jî Heval Ronî her tim lêger û tîbûna xwe ya azadiyê mezintir dikir. Bi dilnizmî, kedkarî, fedakarî wêrektî, manewiyata xwe û bi gelek xisletên din ên milîtantiya Apoyî, her cihê çûyê di dilê hevalên xwe û gelê xwe de cihek nayê jibîrkirin ava kir. Heman demê her karê ku kir jî derveyî serketinê pîvanek din qebûl nekir. Ew taybetmendiyên Şehîd Ronî jî dihişt ku her pêvajoyê de karên stratejîk û pêngavên mezin bavêje. Di pêşxistina pêngavên wekî ‘Êdî Bes e, avakirina nasnameya YDG-H, Pêngava Serîhilde û hwd de’ di gelek xebatên bingehîn yên bi vî rengî de rol û ristek esasî dileyîze. Bi vî ruhê encamgir û serhildêr navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka ciwanên şoreşger de nivîsand. Heman demê bi ûslûbê xwe yê çêker û bandorker jî hezaran ciwan tevlî nav refên azadiyê kirin û perwerde kirin. Heman demê bi wan taybetmendiyên xwe yên kolektîf, parveker û rêxistinî re di nav gel de hestên bi nirx ên azadî û welatheziyê ava kir. Ango hem perwerde tarzê Şehîd Ronî yê jiyanê bû, hem jî jiyana wî ji me hevalên ciwan re wekî akademiyekî û wekî dibistanekî şoreşê bû.

Bi kesayeta xwe ya pir alî jî her cihê kû lê bûya, wekî pêşeng û rêzanekî dihate qebûl kirin. Bi xwezayî bûyîn û çanda gelêrî ya ku di xwe de hewandibû, di her gotin û tevgerek ya xwe de dida nîşankirin û dibû çavkaniya moralê. Bi xwe perwerdekirinê û pratîkên serketî, asta ku di xwe de ava kiribû, bibû mînaka rexnedayîna rast a hevaltiya kêm. Bi parastin û mezinkirina hestên xwe yên şoreşgerî jî di kesayeta xwe de kêlî bi kêlî aliyên hunerî pêş dixist.

Ji bo Heval Ronî şerê azadiyê dihat wateya avakirina rûmeta jiyanek hunerî. Ango jiyana ji aliyê mêtingerî û dagirkeriyê ve hatibû diyar kirin red kiribû. Li beramberî vê bi hêrs û nefretek mezin şer kir. 

Heval Ronî, bigewdebûna ruhê Apoyî yê rêxistinî û çalakbûyî bû. Ji ber vê jî her cihê lê bû  parazvanek yeman yê xeta Apoyî bû. Hem nirx parastin hem jî li ser zêde kirin şêwazê wî yê jiyanî bû. Mîrasa ku dewirgirtibû, di kesayeta xwe de bi pêkanîna paradîgmayê re bersivand. Kûrbûna wî ya îdeolojîk jî dihişt ku bi xwe re paradigmayê bibe her derê. Bawerî û xebata Şehîd Ronî ya ji bo serxistina Sosyalîzma Demokratîk di jiyana civakê de, guhertin û vegûhertinên bingehîn çêdikir. Bi xeta bîrdoziya azadiya jinê, her tim di nava hewildayîna kesayeta xwe ji nû ve avakirinê de bû. Bi nêzîkatiyên xwe yên ji dil û bi hurmet nêzî hemû hevalên jin dibû. Heman demê li beramber hêza pêşengtiya jinê kelecanek pir mezin jiyan dikir. Bi lêhûrbûnên fedatiya Apoyî her tim hewil dida bi jinê re hevaltiyek rast bike.

Pêwîste baş were zanîn ku di welatek wekî Kurdistanê de jiyanek bi rûmet, encax bi têkoşîna gelê me yê welatparêz û bi keda fermandarên wekî Şehîd Ronî û Şehîd Şivan Geveran pêkan e. Rêber Apo bi pêşxistina pêvajoya civaka aştî û demokratîk re derfet û rêya jiyanek nû avakiriye. Ruxmê ewqas tecrîda girankirî jî, Rêber Apo dixwaze tekoşînê bi serkeftinek dîrokî bixemilîne. Em wekî Tevgera Ciwanên Apoyî, bihêrs û nefretek mezin, di salvegera 27. Komploya navnetewî de diyar dikin kû em ê xeyalên şehîdên xwe ya fîzîkî azadiya Rêber Apo pêk bînin. Diyar dikin kû em ê tucarî ji xet û sekna Şehîd Ronî’an tawîz nedin û bi rihê fedayîtiya milîtaniya Apoyî heta dawiyê tekoşînê bilind bikin.

Li rastiya şehîdan xwedî derketin, erka herî sereke ya şoreşgerî û mirovî ye. Şehîd remzên azadiyê yên herî şemildarin. Heval Ronî jî bi aliyên xwe yên xwe gihandî asta gerdûnî, bû mînak û pîvana komûnalîstiya Apoyî. Em jî wekî tevgera Ciwanên Apoyî pêwîste li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li hemû qadên tekoşînê, divê ciwan xwedî li bîranîna wan derbikevin.

Li ser vê esasê, em dubare fermandar û pêşengê xwe yê manewî û serkeftî bi heskirin û minnetdariyek mezin bibîrtînin û soza xwe ya pêkanîna xeyal û armancên wan dubare dikin. Di şexsê malbata hêja ya Şehîd Ronî de sersaxiyê, ji hemû gel û ciwanên Kurdistanê re dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Nirxandinên Nêçirvan Barzanî nayên qebûlkirin!
Nûçeya Pişt re Di êrîşên bi şev de Kiev û 9 herêm di nava tarîtiyê de man
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Soydan Akay: Manîfestoya Rêbertî divê bê gihandina gel

Soydan Akay diyar kir ku ji bo pêvajoya nû divê bersiva pirs û fikarên gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrişên li ser Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin

Dîmenên ku hatin bidestxistin careke din nîşan dan ku êrişên li ser Kobanê ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Swîsreyê jin ji bo greva 14’ê Hezîranê xwe amade dikin

Swîsre ji bo greva 4’an a jinan a 14’ê Hezîranê xwe amade dike. Yekîtiya Jinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?