Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPJ’ê şehadeta şervanên xwe Tolîn Tolhildan û Hela Serêkaniyê ragihand
Rojava

YPJ’ê şehadeta şervanên xwe Tolîn Tolhildan û Hela Serêkaniyê ragihand

YPJ'ê diyar kir ku şervanên wan Tolîn Tolhildan û Hela Serêkaniyê şehîd bûn û got, "Bûn stêrkên geş ku li ezmanê Kurdistanê her tim dibiriqînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) der barê şehadeta 2 şervanan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê wiha ye:

“Di dîroka têkoşîna me de, gelek lehengên jin hene ku bi her kêliya jiyana xwe dibin mînak û bi her gava xwe dibin rênîşander. Bi kesayeta xwe ya ku bi felsefeya azadiyê ava kirine dibin parêzvanên rêya heqîqetê. Hevrêya me Tolîn Tolhildan û Hela Serêkaniyê jî bi dildariya xwe ya ji bo azadiyê û bi sekinên xwe yên şoreşgerî, bûn yek ji wan stêrkên geş ku di asîmanê Kurdistanê de her tim dibiriqin. Di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me, em ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêya me Tolîn Tolhildan, di nava refên têkoşînê de bi kedkarî û hevaltiya xwe ya kûr dihate naskirin. Wê bawer dikir ku azadî ne tenê armancek e, lê şêwazekî jiyanê ye. Ji ber vê yekê, di her kar û xebatê de bi eşq û azweriyeke mezin tevdigeriya. Rêheval Tolîn, ji roja ku gav avêt nava refên YPJ’ê di her kêliya jiyana xwe de, li dijî tarîtiyê, bû ronahî û li dijî koletiyê bû qêrîna serhildanê. Ji bo hevalên xwe bû mînaka fedakariyê; di nava her gava wê de keda jiyanê hebû. Îro, bîranîna wê di dilê her şervaneke azadiyê de zindî ye. Şehadeta wê, ne dawiyek e, lê destpêka meşeke nû ya ber bi serkeftinê ve ye. Şoreşgerî, meşa li ser xeteke zirave ku her kêliya wê bi talûke û fedakariyê dagirtî ye. Hevrêya me Tolîn, dema ku li ser erka xwe bû, di dîroka 29’ê Adara 2026’an li bajarê Hesekê di encama qezayeke leşkerî de gihîşt mertebeya şehadetê. Şehadeta wê di encama qezayê de, êşa hevalên wê giran kiribe jî, lê vîna wan a tolhildan û şopandina rêya wê xurttir dike.

Di nava rûpelên dîroka me ya berxwedanê de, her şehîdek dibe stêrkek û rêya me ronî dike. Hevrê Hela Serêkaniyê, bi dildariya xwe ya ji bo axê û bi sekna xwe ya bi rûmet, li ser axa pîroz a Rojavayê welat, li navçeya Çilaxa, mohra xwe li dîrokê xist. Hevrêya me Hela, weke keçeke bi rûmet a vî gelî, ruhê berxwedanê yê Serêkaniyê di dilê xwe de her tim zindî girt. Wê dizanibû ku parastina welat ne tenê wezîfeyek e, lê deynê ser milê her mirovekî azadîxwaz e. Ji ber vê yekê, li her bihosta axa ku lê xebitî, bi eşq û baweriyeke mezin tevdigeriya. Hevrêya me Hela Serêkaniyê li gundê Sefa yê girêdayî navçeya Çilaxa, bi giranî birîndar dibe û tevî hemû hewldanan hevrêya me Hela di dîroka 1’ê Adara 2026’an de gihîşt mertebeya şehadetê. Ew birînên ku li bedena wê vebûn, bûn şahidê herî mezin ê dilsoziya wê ya ji bo felsefeya; “Jin, Jiyan, Azadî”. Hevrê Hela heta nefesa xwe ya dawî nîşan da ku îradeya jina azad tu carî nayê şikandin. Hevrêya me Hela di nava rêhevalên xwe de bi van taybetmendiyan dihat naskirin: Di her şert û mercî de, bêyî ku bêje “zehmet e”, bi kedeke mezin beşdarî xebatan dibû. Ji bo hevalên xwe bû çavkaniya moral û hêzê; di çavên wê de her tim hêviya serkeftinê hebû. Ew birîna ku bû sedema şehadeta wê, îro di dilê me de bûye soza tolhildanê û mezinkirina têkoşînê. Meşa wê ya nîvco mayî, îro di destê bi hezaran jinên ku li ser şopa wê dimeşin, ber bi serkeftinê ve diçe.

Şehadeta van herdu hevrêyên me, bangek e ji bo xurtkirina têkoşînê, mezinkirina hevaltiyê û parastina her bihosta vê axê. Em careke din sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrên xwe û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê ala ku wan hildaye, li her derê bi serfirazî li ba bidin. Em bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe ditewînin û soz didin ku em ê xewnên wan ên ji bo Kurdistaneke azad û Sûriyeyeke demokratîk bi israr pêk bînin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber ked û têkoşeriya wan û hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Rêya wan rêya me ye, soza wan soza me ye.”

Nasnav: Tolîn Tolhildan
Nav û paşnav: Rama El Gead
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Navê dayikê: Xufran
Navê bav: Xalid
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 29.03.2026

Nasnav: Hela Serêkaniyê
Nav û paşnav: Emîne Enco
Cihê jidaykbûnê: Reqa
Navê dayikê: Xatûn
Navê bav: Xalid
Cih û dîroka şehadetê: Gundê Sefa-Çilaxa, 01.03.2026

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin
Nûçeya Pişt re NY: Li Sûdanê di encama êrîşên bi droneyan de bi sedan sivîl mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îzmîrê mêrekî keça xwe û xesûya xwe qetil kir

Li navçeya Bornova ya Îzmîrê Doç. Dr. Yûsûf Yilmaz (38), keça xwe ya 4 salî…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa polîsan: Gelek kes hatin binçavkirin

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî meşê gelek kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Bankên Sûriyeyê ji Qeterê tên firotin

Holdînga Estithmar ku navenda wê li Qeterê ye, xwe amade dike ku ji sedî 60’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?