Dewleta dagirker a Îranê, serê 8 seatan kesekî îdam dike. Yani her roj 3 têkoşerên sîyasî li sêdare dixe. Piraniya wan têkoşerên ku tên darvekirin têkoşerên Kurd û Kurdistanî ne. Darvekirina wan têkoşeran li ser navê dijminê Xwedê ve tên encamdan. Her roj em ji xew radibin, xebera nexweş ji Rojhilatê welat dibihîzin ku egîdek û têkoşerek hatiye şehîdkirin, xebera şehadeta hevalek di nava zindanê de tê guhê me. Gelo qedera me ew e ku her roj çendîn caran dilê me bişewitê û egîdên me li zindanên rêjîma sêdare ya Îsilamî de werin şehîdkirin?
Zêdetir ji 40 sal dibe ku şoreşa me li bakurê Kurdistanê bi awayekî girseyî dest pê kiriye. Di van 40 salên raburî de, hem gel û hem ji şoreş bi awayekî zelal dewleta Tirk xistin paş hesab û çendîn caran dewlet naçarî hem muzakere û hem ji tengasiya mezin kiriye. Lê muxabin, li rojhilatê Kurdistanê, hem gel û hem ji şoreş roj bi roj zêdetir dikevin tengasiyê û rêjîma Îslamnî ya sêdare roj bi roj bihêztir dibe. Ji bo min ev yek, pirsek pir ciddî ye.
Dewleta Tirk endama NATO’yê ye, pir bi hêz e. Dwletên mezin ya alîkariya eskerî û dîplomasî û aborî ya Tirk dikin. Ruxmê wê jî gelê Kurdistanê û şoreşa me bi awayekî pir girseyî li hemberî vê dewletê li berxwe didin. Lê dewleta Îranê ji bo 44 sal dibe ku li bin zext û zor a dewletên mezin de ye. Ambargoya aborî û siyasî û dîplomasî ji li ser Îranê heye. Ji vê zêdetir ji, gelê me li rojhelat pir hişyar û amade û berxwedêr e. Çima ev rewş bi vî halî roj bi roj xeraptir dibe? Ev piris pir girng e û dem hatiye ku em bi awayekî pir kûr rexneya xwe li şoreş û partîyên me ya siyasî bikin.
Hûn binêrin tenê roja 29’an a meha Rêbendanê rejîma Îranê 4 girtiyên Kurd îdam kirin. Rejîma Îranê 4 egîd û lehengên me îdam kirin. Navên wan têkoşer û Egîdên me; Mohsen Mazlum, Mohammad Faramarzi, Wafa Azarbar û Pzhman Fateh bû. Ew heval 19 mehan di nav a zindanê de bûn. Rejîma Îranê wekî hezaran carên din, ji bo cara dawî destûr da ku ev 4 heval malbatên xwe bibînin. Pişt re jî her 4 heval ji zindana Evînê ya paytext a zulm û sêdare ya Îslamî birin zindana Qizilhîsar. Spêde ya Roja 29 digel banga Allah Akbar, her 4 heval hatin îdamkirin.
Her roj, hiş û xeyal û meraq a min li dor wê pirsê tê û diçe. Gelo em dikarin vê qederê biguherînin? Dikarin vê zulmê bisekînin? Eger dikarin û îmkan heye em bi awayekî cuda xebatê xwe bimeşînin; gelo ew prinsîp û terzên xebatê wê çawa bin? Disa jî ez vê rastiyê tînim ziman ku xebaaa gel û şoreşa me ya li bakurê welat dikare bibe minakek pir baş ji bo ku li rojhilat, ji vî hale perêşan em derkevin.