Bi tespîta Rêber Apo, ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bi operasyona li dijî wî destpê kiribû. Rêber Apo diyar kiribû ku derketina wî ya ji Sûriyeyê pêwendiya xwe bi operasyona NATO-GLadioyê heye.
Ji bo Rêber Apo ji Sûriyeyê derkeve 2 rê li pêşiya wî bûn; Çiya û Ewropa. Rêber Apo di wê baweriyê de bû ku eger berê xwe bide çiyê wê şer giran bibe, eger berê xwe bide Ewropayê jî wê derfetên lêgerîna çareseriya dîplomatîk-polîtîk biafirin. Rêber Apo dawiya dawî biryar da ku berê xwe bide Ewropayê û di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Di nava çar mehan de, heta 15’ê Sibata 1999’an bi Komploya Navneteweyî ya bi serkêşiya DYE’yê û bi tevlîbûna Gladio ya NATO’yê û piştgiriya gelek dewletan Rêber Apo dîl hate girtin û piştre ew şandin Girtîgeha Îmraliyê.
Hêzên hegemonîk û welatên ku piştgirî didan van hêzan li gorî berjewendiyên xwe tevlî komployê bûbûn;
* Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîl; Projeya BOP û dagirkirina Iraqê,
* Rûsya; Projeya Herikîna Şîn û krediya IMF a ji deh milyar dolarî,
* Yewnanistan; Ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe ya Ege û Qibrisê bi Tirkiyeyê re,
* Welatên din ên tevlî komployê bûn, rewşa wan ji welatên navê wan hate bilêvkirin ne cudatir bû.
Rêber Apo di vê çarçoveyê de rûyê rast û veşartî yê NATO’yê di seferên xwe de dît û tespîta wê yekê kir ku komplo di şexsê wî de ketiye dema herî krîtîk a rejîma qirker.
OPERASYONA HERÎ GIRÎN A DÎROKA NATO’YÊ
Rêber Apo di parêznameya xwe ya 5’emîn de Komploya Navneteweyî nirxand û ev analîz kir: “Pêvajoya çar mehan a ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an muthîş derbas bûbû. Ji bilî hegemonaya cîhanê DYE’yê ti hêzê nikarîbû di nava vê pêvajoyê de operasyona ji çar mehan pêk bîne. Rola hêzên şerê taybet ên Tirk di vê pêvajoyê de ew bû ku tenê bi balafirê min bibe Îmraliyê, ew jî ji xwe bi kontrol bû. Pêvajo teqez pêvajoyeke welê bû ku operasyona herî girîn a dîroka NATO’yê hate kirin. Ji xwe li her devera ku çûn, kesî helwesteke dijber nikarîbû nîşan bida. Yên ku nîşan didan jî di cih de dihatin bêbandorkirin. Rûsya ya mezin jî bi rengekî şênber hatibû bêbandorkirin. Helwesta Yewnan ji xwe têra eşkerekirina her tiştî dikir. Tedbîrên ewlekariyê yên li mala li Romayê ya ez lê dimam û tedbîrên li derveyî malê jî her tişt radixist pêş çavan. Tedbîrên awarte yên ji bo dîlgirtinê hatibûn wergirtin. Nedihiştin ku gavekê biavêjim derve. Tîmên ewlekariyê yên taybet heta bi deriyê odeya lê dimam her der bîst û çar saetan kontrol dikirin. Hikumeta D’Alema hikumeteke çep demokrat bû. D’Alema bê tecrûbe bû, wî bi tena serê xwe nekarî biryarê werbigire. Li tevahiya Ewropayê geriya. Îngilistanê jê re got, divê biryara xwe bi xwe werbigire; piştgirî neda wî. Helwesta Brukselê zelal nebû. Dawiya dawî em radestî dadgeriyê hatin kirin. Di vê helwestê bandora Gladioyê hebû. Ji xwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladio lê gelekî xurt bû. Berlusconi hemû hêza xwe xistibû nava liv û tevgerê. Ew zilamekî Gladioyê bû. Ji ber ku min zanîbû Îtalya nikare min rake, neçar mam ji wir biçim. Bêguman Tirkiyeyê di berdêla vê de veguherandibûn welatê peykê û pê bawer ê DYE û Îsraîlê. Pêvajoya ku qala globalbûyînê dihate kirin, Tirkiye pêşkêşî kapîtalîzma fînansê ya global hatibû kirin.”
DESTPÊKA OPERASYONA IRAQÊ
Di dewama parêznameya xwe de Rêber Apo got, “Senaryoya dagirkirina Iraqê pêwendiya xwe bi teslîmkirina min heye. Dagirkerî bi operasyona li dijî min destpê kir.” Rêber Apo bi dewamî got, “Heman mijar ji bo dagirkirina Efganistanê jî derbasdar e. Ya rast yek ji gavên esasî yên bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn (BOP) a mezin û gava wê ya destpêkê operasyona li dijî min bû. Ecevît belasebep negot, ‘Min fêhm nekir bê Ocalan ji bo çi teslîmî me kirin’. Çawa ku bi kuştina welîahdê Awûstûryayê ji aliyê neteweperestekî Sirp Şerê Cîhanê yê Yekemîn destpê kir, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî bi operasyona li dijî min destpê kiribû.”
Wê dewam bike…