Şoreşa Rojava di jiyana gelan ya çand û hunerî de bû sedema veguherîneke girîng. Di vê serdemê de bi armanca bihêzkirina mîrateya çandî ya gelan Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) hatin avakirin.
Hîlala Zêrîn, rê li ber jinan vekir ku bi awayekî çalak tevlî hunerê bibin û di mijarên weke wekheviya zayendî ya civakî û mafên jinan de xebat bi rê ve bir û di heman demê de jî parastina dewlemendiyên çandî kir. TEV-ÇAND’ê jî bi armanca parastin û pêşxistina dewlemendiyên çandî yên Rojava gelek proje û çalakî pêk anîn.
Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Hîlala Zêrîn, li gel ronîkirina dîrok û heqîqeta jinan parastina van dewlemandiyan kir û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên xwedî bawerî, ziman û çandên cuda tîne ba hev. Tevger bi armanca teşwîqkirina azadiya jinan û çandacivaka komunal rêbazên hunerî bi kar tîne. Hîlala Zêrîn xwe dispêre Tevgera Çandê ya Kevana Zêrîn ya di sala 2016’an de li Qamişloyê hatî birêxistinkirin.
Hîlala Zêrîn ya ku ji çalakiyên çand û hunerî yên Kevana Zêrîn sûd wergirtî, li gel konferansa xwe ya duyemîn ya di sala 2020’an de bi navê xwe yê îroyîn kar û xebatên xwe bi rê ve dibe. Navendên Hîlala Zêrîn li Qamişlo, Efrîn-Şehba, Hesekê û li herêmên rizgarkirî (Reqa, Tebqa, Minbîc û Dêrazor) hene. Bi saya studyoyên Sîne Jin û Şehîd Berçem di çand û hunera jinan de gelekî pêş ket. Di bin sîwana tevgerê de 11 komên folklorê, 12 komên muzîkê û 3 kêmên şanoyê bi tevahî 23 komên hunerî cih digirin. Her wiha Hîlala Zêrîn têkildarî perwerdeya zarokan jî kar dike. Di nava xebatên xwe yên têkildarî berxwedanî û têkoşîna jinan de fîlmê muzîkal ‘’Kezîya Sor’’ jî cih digire.
TEV-ÇAND’ê di sala 2005’an de piştî ku yekem konferansa xwe li Helebê li dar xist, xwe bajar bi bajar bi rêxistin kir. TEV-ÇAND’a ku li gel Şoreşa Rojava xebatên xwe yên di avakirina komunên hunerî de zêde dike, di rêya pêşxistina çanda neteweya demokratîk de pêngavên girîng avêtin. Di sala 2015’an de bi 4 komunana Komuna Sînemayê (Komuna Fîlman a Rojava), Di sala 2016’an de li gel 17 komunan Komuna Folklorê, di sala 2017’an de li gel 13 komunan Komuna Şanoyê û di sala 2023’yan de li gel 23 komunan Komuna Muzikê dest bi kar û xebatên xwe kirin. Tê plankirin ku di sala 2025’an de jî Komuna Wênesaziyê were avakirin.
Em ê lêkolîna komunên sereke yên hunerî yên li gel Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND’ê pêş ketine, bikin.
HUNERGEHA WELAT
Ji ber zextên rejîma Baasê ya Sûriyeyê çand û hunera Kurdî di wan serdeman de zêde pêş neket. Hunermendên Kurd yên ku medikarîn bi awayekî azad hunera xwe pêşkêş bikin, yan berhemên xwe veşartin, yan li gel kêmên biçûk bi awayekî veşartî parve kirin yan jî neçar man ku koçî welatên cuda bikin. Lê belê li gel Şoreşa Rojava di çand û hunera Kurdî de serdemeke nû dest pê kir.
Ne tenê bi çand û hunera Kurdî, gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êdî mafê jiyankirina çanda xwe ya bi awayekî azad bi dest xistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piştî pevçûnên dijwar yên li gel dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hate rizgargirin, di Tîrmeha 2014’an de Hunergeha Welat hate vekirin. Ev navend bi daxwaz û pêşniyarên Şehîd Welat hate avakirin. Şehîd Welat ku endamê rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê bû, di dawiya sala 2013’yan de di encama êrîşeke çeteyên Cebhet El Nusrayê ya li ser herêmê de tevlî karwanê şehîdan dibe.
BERHEMA YEKEM, DESTANA GENIM
Bi armanca zindîhiştina bîranîna Şehîd Welat û bicihanîna daxwaza wî navê wî li navenda hunerê hate kirin. Hunergeha Welat ku ji sala 2014’an heya 2018’an ji pêvajoyeke avabûnê derbas dibe, her çend ne perwerdeyeke akademîk nebe jî giranî da perwerdeyeke ku pêdivîyan bi cih bîke. Di vêpêvajoyê de di mijarên weke çêkirina muzîkê, qeyda muzîkê, amûrên muzîkê, hunerên dîtbarî, produksiyon, derhênerî û senaryoyê de perwerde hatin dayîn. Piştî sala 2018’an jî Hunergeha Welat xebatên xwe bi awayekî profesyonel bi rê ve birin. Yekem berhema Hunergeha Welat bû ‘’Destana Genim’’ ku di sala 2015’an de hate derxistin. Nija jî Hunergeha Welat giraniyê dide muzîka zarokan û li ser projeyên muzîkê yên jibo zarokan dixebite.
Hunergeha Welat ji destpêka avabûna xwe heya niha 50 klîbên muzîkê amade kir ku di nav wan de klîbên weke ‘’Serêkaniyê, Avaşîn, Hey Zapê, Xurfanî, Serhildan, Şervano, Nazê Nêrgiza Hewşê, Keziyên Tolê, Zeriyên Şeşdaran, Serok, Şêladizê, Li Herî Jorê, Xanimê” cih digirin. Yek ji klîban ku piraniya wan bi Kurdî û Erebî ne, bû klîbeke ku bi zimanên hemû gelên li herêmê dijîn.
Xoşman Qado yê yek ji avakar û endamê Hunergeha Welat, armanca Hunergeha Welat bi van gotinan anî ziman: ‘’ Hunergeha Welat projeyek e ku bi armanca veguherandina dîtbarî ya çand û hunera gelên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hatiye avakirin. Ji bo pêşketinê jî pêşengtî da perwerdeyê.’’
Xoşman Qado da zanîn ku deriyên Hunergeha Welat ji bo hemû hunermendan vekirî ye û got: ‘’Her çend Hunergeha Welat bi armanca nîşandana çand û hunera Kurdî hatibe avakirin jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bilî Kurdan Ereb, Ermenî, Sûryanî, Çerkez û Tirkmen jî dijîn. Hunergeha Welat di destpêkê de giranî da çand û hunera Kurdî lê belê bi hembêzkirina çand û hunera gelên li herêmê hewl dide ku pêşiyê li qirkirina çandî bigire û paradîgmaya neteweya demokratîk esas digire. Armanca sereke ya Hunergeha Welat ew e ku heqîqeta Şoreşa Rojava derxîne holê.’’
KOMUNA FÎLMAN A ROJAVA
Komuna Fîlman a Rojava ku paradîgmaya modernîteya demokratîk esas digire, armanc dike ku sînemaya modernîteya demokratîk pêş bixe. Ev paradîgmaya ku xeteke ekolojîk û azadiya jinan esas digire, di pêşketina Komuna Fîlman a Rojava de xwedî roleke girîng e. Ev komun cih nadecihêkarî û neteweperestiyê û ferasetên ku gel û jinan ji hev cuda dike, red dike. Komuna Fîlman a Rojava pêşengtiya jinan esas digire û xebatên xwe bi rê ve dibe.
Komuna Fîlman a Rojava di sala 2015’an de li Dirbêsiyê ava bû. Bi armanca belavkirina çanda sînemayê bi xebatên akademîk dest bi karê xwe kir û bi avakirina Akademiya Şehîd Yekta Herekol giranî da perwerdeya piporbûna di sînemayê de. Di vê pêvajoyê de di sala yekem a Akademiya Şehîd Yekta Herekol de 11 fîlm û di sala din de jî 7 fîlm hatin kişandin. Ku filmên ‘’Bajarên Wêranbûyî, Ji Bo Azadî û Kobanê’’ di nava wan fîlman de cih digirin. Li gel mezûnên ewil ên Akademiya Şehîd Yekta Herekol Komuna Fîlman a Efrînê hate avakirin; lê belê piştî dagirkeriya dewleta Tirk Komuna Fîlman a Efrînê derbasî Şehbayê bû. Di sala 2018’an de Komuna Fîlman a Kobanê ava bû û li Serêkaniyê studyoyaya dûblajê hate vekirin. Lê belê di sala 2019an de li gel destpêkirina dagirkeriya dewleta Tirk, kom neçar ma ku xebatên xwe li Qamişloyê bidomîne.
4 KOMUN HENE
Komuna Fîlman a Rojava ku li gorî projeyan xwe birêxistin dike, hem li gorî hejmara endamên xwe û hem jî li gorî pêdivîyên projeyan cih, wext û mekanan diyar dike. Di bin banê Komuna Fîlman a Rojava de li Kantonên Kobanê, Heleb, Efrîn-Şehba û Cizîrê komun cih digirin. Her wiha li gorî pêdiviyan li kantonan Komuna Fîlman a Rojava jî tên avakirin.
NÊZÎKÎ 30 FÎLM HATIN KIŞANDIN
Komuna Fîlman a Rojava heya niha nêzîkî 30 fîlê kişandine û ji bilî 3 fîlman post produksiyon jî di nav de hemû xebatên xwe li Rojava pêk anîn. Komun di amadekariyeke fîlmekî nû de ye û armanc dike ku vî fîlmî jî di demeke kurt de temam bike. Her wiha belgesela ‘Jinwar’’ jî ji aliyê vê komunê ve hate kişandin û wê ji bo bîranîna zarokên ku di 13’ê Mijdara 1960’î de li Sînemaya Amûdê hatibûn qetilkirin, li Amûdê solanoke sînemayê veke.
PARGÎN
Pargîn a ku bi armanca têkoşîna li hemberî qirkirina çandî hatiye vekirin, girêdayî pêwistiya saziyeke ku çanda gelan nîşan bide û wan belge bike, di sala 2014’an de kete rojevê. Lê belê ji ber êrîşên zêde yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2020’an de hate avakirin.
Gund weke mekan tên tercîhkirin û yek ji wan mekanan jî Gundê Besta Sus ê Dêrikê ye. Pargîn weke navendeke çand û hunerê ya girêdayî çand û hunerên gelan lêkolînan dike, xebatan dike. Pargîn bi taybetî jî li ser çand û hunera Kurdî disekine û di gelek qadên curbecur de xebatan dimeşîne û hewl dide ku çanda Kurdî bi cîhanê bide nasîn û belav bike. Her wiha ji bo ku nifşên nû çanda xwe rast binase jî perwerdeyên profesyonel dide.
Endamê Pargînê Îbrahîm Feqe têkildarî Pargînê axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Pêvajoyeke me ya perwerdeyê ya nêzîkî 6 mehan çêbû. Endamên Pargînê ne ew kes in ku xwe di warên sînema, şano yan jî di qadên cuda de pêşxistin e; hemû endam zarokên h-ji Gundê Besta Susê ne. Li gel beşên kamera, montaj, dekor, cil û berg û ronahiyê jî beşeke ku lêkolîna çalakiyên çandî dike jî heye. Me girîngiyeke mezin jî da dengbêjiyê. Her wiha me mazûvaniya xebatên weke ‘’Destana PKK’’ û ‘’Keziyên Sor’’ jî kir û di nava van xebatan de cih girt.
Îbrahîm Feqe têkildarî plana xebatên Pargînê yên di pêşerojê de jî axivî û got: ‘’Me îsal giranî da pêşketina zarokan ya di nava çand û hunera Kurdî de û di vê çarçoveyê de perwerde da zarokan. Her wiha wê berhemên me yên têkildarî têkoşîna şehîdan jî çêbibin ku wan ji şoreşê re xizmeteke mezin kirine û nirxên mezin afirandine. Niha xebateke me ya li ser Şehîd Tekîn Goyî heye. Her wiha em li ser cil û bergên Kurdî jî lêkolînan dikin.
Em ê projeyên xwe yên li ser zarokan bidomînin. Li Kurdistana Rojava bi tenê Kurd najîn; ji ber vê yekê di serdema bê de em ê berhemên têkildarî çandên Sûryanî, Ereb, Ermenî û Asûrî jî biafirînin. Em hewl didin ku di 4’ê Nîsanê de festîvaleke ku bi çar roj û çar şevan berdewam bike, li dar bixin ku ev demeke dirêj e em li ser vê yekê jî difikirin. Her wiha yek ji armanca me ew e ku em li bajarên din ên cuda navendên Pargînê vekin.’’