Konferansa ku di navbera 12-15’ê Sibatê de li paytexta Kolombiyayê Bogotayê pêk hat, bi beşdariya 400 delegeyan hat lidarxistin. Di roja çaremîn a konferansê de deklerasyona encamê ji raya giştî re hat ragihandin.
Piştî deklerasyonê, şanogerî û şahiya muzîkê hatin lidarxistin. Bername bi komkirina jinan a li “bazara aboriya piştgiriyê” û bi çalakiyên çandî berdewam kir.
Di çarçoveya konferansê de her wiha li dijî êrîşên komên paramîlîter ên li Abya Yalalyê yên li ser zarok, jin û civakê, meşek hat lidarxistin. Piştî meşa ku bi armanca parastina jiyan û mafên mirovan hat kirin, ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane merasîmeke sembolîk hat lidarxistin.
Jinan pergala neolîberal, kapîtalîst û paramîlîter a ku jiyana civakê û zarokan dike hedef rexne kirin; ji bo gerdûn, xweza û avê minetdariya xwe anîn ziman.
Hat diyarkirin ku li Kolombiyayê ji ber êrîşên komên paramîlîter her sal bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin.

