Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya di 26’ê Nîsanê de li Qamişloyê hatibû lidarxistin û Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî tevlî bibû. Piştî konferansê rêveberiya Şamê wiha got, “Em heta mitabeqetek netewi di bin navê federalîzm û xweseriyê de ava nebe, bi awayekî eşkere hewildanên avakirina kantonên cihê an jî cudaxwaz red dikin.” Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî daxuyaniyên ku YPG’ê hedef digrin, dabû.
Parlamantera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku di şandeyê de cih digre, destnîşan kir ku ev konferans xwedî girîngiyekî dîrokî ye û bertekên li dijî belgeya ku hat weşandin nirxand.
BINGEHA JIYANA HEVPAR
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ser ziman ku konferans berhema hewldanekî demdirêj e û konferansê wiha nirxand: “Em qala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku demeke dirêj e rûbirûyê rastiya şer e, lê tevî van şeran jî îro konferansekî wiha girîng pêk anî. Ev cihê teqdîrê ye. Konferans tevî cudahiyên hizrî, îdeolojî û cudahiya partiyên siyasî Kurdan li hev kom kir. Wê rojê li wê derê nêzî 400 delegeyên Kurdan hebû. Hemû têgihiştinên cuda helwestekî hevpar pêşkêş kirin, lewma ev konferans bi tîpên zêrîn li dîrokê hat nivîsandin. Li konferansê ji xeynî ENKS, YNK û PDK em jî hem wekî şandeya partiya xwe û hem jî bi navê DBP û TJA li wê derê bûn.
Gava ku em lê dinêrin di pêngava ewil de xalên ku ji bo maf û statuya Kurdên li Sûriyeyê dijîn werin misogerkirin, cih digrin. Lê dema em li cewhera wê dinêrin, ev bingeha xebata avakirina jiyana hevpar a li Sûriyeyê ye. Cihê ku em wekî Bakur û Rojhilatê Sûriye yan jî Rojava bi nav dikin, ne cihê ku tenê li Kurdan pêk tê ye. Tevî gelên Ereb, Elewî, Tirkmen, Sûriye, Xiristiyan gelek komên bawerî û qewmî li wê derê jiyan dikin. Ev xebatekî ku mafên wan jî mîsoger dike.”
GEŞEDANEKÎ ERÊNÎ BANDOR LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ DIKE
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bilêv kir ku geşedanekî erênî ya li parçeyekî Kurdistanê bandor li parçeyên din jî dike û wiha got: “Encamekî erênî yan jî nerênî ku li parçeyekî Kurdistanê derdikeve, bandor li parçeyên din jî dike. Mînak dema em li parçeya Bakur dinêrin rastiya gel ku 100 sal in di xaka xwe de tê înkarkirin heye. Ev rastiya gelekî ye ku bi ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe tine tê hesibandin. Lê tevî vê jî têkoşînekî sedsalî heye. Bi taybet di çarçoveya rastiya têkoşînê de ku di 50 salên dawî de gihiştiye lûtkeyê, em bandora banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk dibînin ku Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir.”
SERDANA ME NE VEŞARTÎ BÛ
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bertekên li ser konferansê û li ser Kurdên li Rojava jî nirxand û destnîşan kir ku ew wekî şande ne veşartî çûne serdanê û wiha got: “Polîtîkaya Tirkiyeyê ku Rojavayê ji bo xwe gef dibîne heye. Lê divê êdî vê derbas bikin. Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin bi hemû gelan re jiyana hevpar ava bikin. Têkoşîna vê didin.
Li aliyê din sardana me ya ji bo wê derê ne veşartî bû. Tevlîbûna me ya li konferansê jî ne veşartî bû. Ji ber ku me piştî banga Birêz Ocalan li Başûr hin hevdîtinan pêk anî. Di encamê de me bi bikaranîna balafirgeha Tirkiyeyê çûn Hewlêrê û ji wê derê jî derbasî Rojava bûn. Me hevdîtinên xwe yên li wê derê li ser hesaba medya dijîtal a partiya xwe parve kir.
Me di serdanên xwe de armanc kir ku em bizanibin Kurd/aktorên Kurdan ji bo vê pêvajoyê çi dihizirin? Ev yek ji mijarên ku Birêz Ocalan jî mereq dikir, jixwe me hevdîtinên xwe yên li Başûr li ser wê pêk anî. Sedema me ya çûyîna Rojava û hevdîtinên me yên li wê derê jî ew bû ku em bizanibin nêzîkatiya Kurdên li Rojava ji bo pêvajoya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin çi ye? Nêzîkatiya gelên ku li Rojava jiyan dikin çawa ye? Banga civaka demokratî çawa dinirxînin? Yan jî di civakîkirina vê aştiyê de çi dihizirin? Rêxistinên civaka sivîl, şexs an jî partiyên siyasî yên li wê derê çi dihizirin? Ji bo me şansekî mezin e ku rastî konferansê hat. Bi rastî ji bo me pir hêja ye ku em wê rojê li wê derê bûn û me şahidî ji kêliiya dîrokî re kir.
Derbarê daxuyaniyên Ahmed Şara û Hakan Fîdan ên piştî konferansê de jî dixwazim bibêjim ku naveroka konferansê parçekirinê çênake yan jî ji bo Tirkiyeyê nabe gef. Min niha jî diyar kir, em qala modelekî dikin ku gelê wê derê ji bo jiyana hevpar ava dikin. Ji ber vê yekîtiya li wê derê wê li Tirkiyeyê nede windakirin. Berovajî naskirina yekîtî û statuya li wê derê wê ji Tirkiyeyê re bide qezenc kirin. Polîtîkaya ku qala pêvajoya aştiyê ya bi Kurdên di nava sînora xwe de dike, qala hewldana avakirina aştiyê dike û li dijî Kurdên derveyî sînorê xwe dijminahiyê dike, wê ji Tirkiyeyê re nede qezenckirin.”
TÊKOŞÎNEKÎ CIDÎ YA BI PÊŞENGIYA JINAN HEYE
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît hevdîtin û çavdêriyên xwe yên li herêmê jî ragihand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em qala parçeyekî ku têkoşînekî cidî derxistiye dikin. Ew berxwedan hîna bi awayekî xurt li ser piyan e. Lê li aliyê din bandorên şer jî li bajaran tê hîskirin. Mînak em çûn Reqayê, bandorên şer li her derê dihate dîtin. Gelek cihên ku pirsgirêkên cidî lê tê jiyîn heye, lê tevî wê jî têkoşînekî ku xwedî li modela jiyana nû derdikeve û vê modela jiyana nû di pêşengiya jinê de li her derê derdixin holê heye û ev li her derê tê dîtin. Xebatên bi pêşengiya jinan li her derê heye û di vê xalê de helwestekî pir bi rûmet tê nîşankirin.”