Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyet wê bi Erdogan re bicive: ‘Divê em di demek nêz de bi Birêz Ocalan re jî bicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa Îtalî name ji Rêber Apo re şand: Azadiya we parçeyekî aştiyê bi xwe ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûarîn bi şertê kontrola edlî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sonay Mengutay a piştî 30 salan hate berdan: Em hemû beşek ji pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA-GEL ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir
Kurdistan

KONGRA-GEL ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL 'Cejna Vejînê' pîroz kir û bi wesîleya salvegera 41'ê ya Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an daxuyaniyek da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA-GEL de hate gotin, “Em salvegera 41’emîn a Cejna Vejînê di serî de li Rêber Apo li malbatên şehîdan, li gelê me yê welatparêz, li dost û hevrêyên xwe pîroz dikin. Bi vê wesîleyê di şexsê Fermandar Egîd de hevrêyên xwe yên ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêk anîn bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Pêngava 15’ê Tebaxê ew pêngav e, ku gelekî bi siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê, bi polîtîkayên qirkirinê li ber tinebûnê bû, li ser bingeha azadiyê jinûve li jiyanê vegerand. Ji ber vê yekê ji aliyê Tevgera Azadiyê û gelê me ve weke Cejna Vejînê tê pîrozkirin.

Ruhê berxwedana Apoyî yê Mazlûm Dogan, Çaran (Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik, Necmî Oner) û çalakgerên rojiya mirinê (Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek) li zindana Amedê li dijî rejîma faşîst a 12’ê Îlonê ya ku dixwest îradeya Têkoşîna Azadiyê bişikîne dan destpêkirin, ji aliyê gerîla ve bi Pêngava 15’ê Tebaxê re li çiyayên Kurdistanê hate belavkirin. Bi ruhê berxwedanê yê Apoyî re agirê azadiyê gihîşt çiyê, pêl bi pêl li çiya, bajar û bajarokên Kurdistanê belav bû.

Pêngava 15’ê Tebaxê ku li her qadên Kurdistanê belav bû, ne tenê pêngaveke leşkerî ye. Di heman demê de li qada civakî û neteweyî hişmendiyeke demokratîk û şoreşgerî afirand. Li gel vê yekê ji aliyê çand, huner û wêjeyê ve jî rê li ber pêşketinên mezin vekir.

Têkoşîna azadiyê ya jinê û artêşbûna jinê ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê de bi pêş ve çû, di afirandina şoreşa ji mejiyê civaka demokratîk de bi roleke stratejîk rabû.

Lewma Pêngava 15’ê Tebaxê ku nîşaneya têkoşîna hebûnê ya gelê me ye, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li qada navneteweyî bingeha destketiyên me hemûyan e.

Asta heyî asta misogerkirina qanûnî ya habûna civakî ya demokratîk a gelê me ye. Ji ber vê yekê di çarçoveya Manîfestoya ku Rêber Apo pêşkêş kir de divê em karên avakirina civaka demokratîk li her qadê bi xurtî bimeşînin.

Ji ber şehadeta fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Urfa û fermandarê pêşeng ê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî û hevalê Bahtiyar Gabar ên bi wesîleya salvegerê şehadeta wan hate ragihandin, em ji malbatên wan ên hêja, gelê me û hevrêyên xwe hemûyan re sersaxiyê dixwazin. Em soza dilsoziya bi bîranîna wan û pêkanîna armancên wan didin.

Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê ku hebûna azad a gelê me afirand û kir ku em bigihêjin vê astê, careke din bi coş pîroz dikin û di sala nû ya têkoşînê de serketinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê êrîşa çekdarî pêk hat
Nûçeya Pişt re Rojnewsê Wedat Hisên di salvegera 9’emîn de bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êdî dema azadiyê ye!

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît çalakiyên li Koln û Elîhê silav kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HDBH’ê li dijî konvoya polîsan çalakî lidar xistin

Milîsên HBDH'ê yên Sînan Dersimê 16'ê Çileyê li Mêrsînê li dijî konvoya wesayîtên zirxî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara Adarê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Berxwedana jinan civaka demokratîk diafirîne’ derket

Rojnameya Newaya Jin di hejmara Adarê de giranî da ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyet wê bi Erdogan re bicive: ‘Divê em di demek nêz de bi Birêz Ocalan re jî bicivin’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Sempatiya Elmanyaya Rojhilat, Berlînê dixe nava fikaran!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?