Dîwana Hevserkoatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Cejna Partiyê ya 46’emîn a PKK’ê pîroz be” û di serî de ji Rêber Apo re, ji hemû endamên PKK û PAJK’ê yên li çiyê, zindanan, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ji malbatên şehîdan, ji gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn re peyama pîrozbahiyê şand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Şehîdên me yên partiyê ku xwediyê esasî yê destketiyan hemûyan e ku bi berdêlên mezin û lehengiyê hatin afirandin, bi vê wesîleyê bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin. PKK mîlada azadiyê ya Kurdistanê ye. Beriya PKK’ê hemû serhildan têk çûn, hêvî şikestibû û rastiyeke gelê Kurd hebû ku teslîm hatibû girtin û di gora ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’ hatibû nîşandan. Bi Têkoşîna Azadiyê ya mezin a PKK’ê re pêşî li qirkirina Kurdan hate girtin.
‘PKK MÎLADA BÛYÎNA KURDÊN AZAD E’
PKK berhemê Rêber Apo ye. Jinûve bûyîna gelekî ku hemû hebûna xwe jê hatibû standin, destana vejîna jiyana azad e. Ji ber vê yekê PKK mîlada bûyîna Kurdên azad e. PKK’ê dîroka Kurdistanê bi ser xwe ve anî ku ji aliyê sîstema mêtinger qirker ve hatibû berevajîkirin. Bi berxwedana xwe ku xwe dispêre hêza xwe, kir ku gel bi xwe bawer be. Bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA Starê şoreşa civaka demokratîk afirand ku xwe dispêre azadiya jinê.
‘RÊBER APO TÊKOŞÎNA AZADIYÊ NAVNETEWEYÎ KIR’
Hêzên serwer ên ku pêşketinên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê li herêmê afirand li hemberî xwe metirsîdar dîtin, bi plana komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo re xwestin pêşî li vê pêvajoyê bigirin. Hêzên hegemon ên navneteweyî texmîn dikirin ku bi ragirtina Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve li zindana Îmraliyê wê karibin encamê bi dest bixin. Lê belê hêzên hegemon di vê mijarê de xwe gelekî şaş kirin. Rêber Apo li hemberî komploya navneteweyî ya ku hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo dewamkirina plana qirkirina Kurdan a sed salî pêk anîn, bi paradîgmaya neteweya demokratîk a alternatîf têkoşîna jiyana azad navneteweyî kir û planên sîstema serwer têk bir. Rêber Apo ku tinebûna li Îmraliyê lê dihate ferzkirin, bi rêya Manîfestoya Azadiyê li tevahiya cîhanê belav bû û ji mirovahiya pêşverû re bû hêvî, Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd a di bin qirkirinê de bû li çar aliyên cîhanê belav kir.
‘SÎSTEMA DEWLETA TIRK HAT ASTA RIZANDINÊ’
Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li cîhanê belav bû û di serî de jin û ciwan, hemû derdorên li azadiyê digerin xwedî lê derketin. Di vê pêvajoyê de ku em salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê pêşwazî dikin, li çar aliyên cîhanê pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ya ku ji aliyê dostên Rêber Apo ve hate destpêkirin, kete sala duyemîn. Ev pêngav wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tacîdar bibe. Polîtîkaya îmha û înkarê ya sed salî ji her alî ve sîstema dewleta Tirk anî asta rizandin û hilweşînê. Sîstema dewleta faşîst mêtinger, qirker û yekperest; bi polîtîkayên xwe yên berjewendiyan û nakokiyên herêmî û navneteweyî nema dikare dewam bike.
‘BÛYERÊN LI ROJHILATA NAVÎN DESTHILATDARIYA AKP-MHP TIRSAND’
Doktrîna şer a ku rejîma dewleta faşîst ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê di nava deh salên dawî de bi teknîkê meşand, bi doktrîna şer a alternatîf a gerîla bê encam hate hiştin. Ji ber vê eykê jî dewlet di polîtîkayên xwe yên şer de xitimî. Sîstema faşîst di nava krîza aborî û hilweşînê de ye. Faşîzma AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet dixwaze desthilatdariya xwe dewam bike. Krîza mezin a di nava Tirkiyeyê de, li derve jî hilweşîna giran û mirinên girseyî yên ji ber Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li Rojhilata Navîn qewimîn, hikumeta AKP-MHP’ê tirsand. Ji ber ku plana têkbirinê jî ji aliyê gerîla û gelê me ve hatiye têkbirin, vê carê bi planên nû yên bi fen û xefikan li ser bingeha pûçkirina muxalefetê dixwaze pêvajoyê kontrol bike.
‘WÊ NIKARIBIN HILWEŞÎNA XWE RAWESTÎNIN’
Plan plana dewleta kûr e. Planeke şer e ku bi hevkariya Kurdên birayê wan û hevkarê wan HUDA-PAR, PDK, ENKS dixwaze li her qadê li dijî Têkoşîna Azadiyê bixe meriyetê. Bi qeyûman û êrîşên cuda dixwazin zemîna siyasî ava bikin. Amadekariyên êrîşê li ser Rojava hene. Armanca planê ew e ku eger karibin Kurdên azad tine bikin, yan jî asteng bikin û pêşî li Kurdên xayin û noker vekin. Plana aştiyê ya Devlet Bahçelî bi vî rengî ye. Planên xwe yên heta niha çawa bê encam hate hiştin, ev plana dawî jî wê aqûbeta xwe bi heman rengî be. Lê belê ev ê bibe plana wan a dawî. Hem faşîzma AKP-MHP hem jî siyaseta Kurd ên noker çi dikin bila bikin wê nikaribin hilweşîna xwe rawestînin.
‘DI SALA 47’AN A TÊKOŞÎNÊ DE GAVÊN MEZIN DIKARIN BÊNE AVÊTIN’
Ji aliYê têkoşîna me ve di sala 47’an a têkoşînê ya PKK’ê de ji her alî ve gavên mezin dikarin bêne avêtin. Di vê pêvajoyê de ji bo pêşxistina pêngava azadiyê ya ji aliyê dostên me ve hatî destpêkirin, em ê bi hemû hêza xwe berê xwe bidin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya têkçûna polîtîkayên qirkinê yên li dijî gelê Kurd û destpêkirina pêvajoya çareserîyeke demokratîk. Ji ber vê yekê em ê li hemû qadan li gorî pîvanên neteweya demokratîk bi avakirina civakî û bi şertê pêkanîna paradîgmaya azadiyê pêşxistina pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esas bigirin. Girêdayî vê yekê em careke din Cêjna Partiyê ya 46’emîn a PKK’ê di serî de li Rêber Apo, hevrêyên xwe yên li çiya, zindan, li hemû qadan li ber xwe didin, gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn û hevrêyên xwe yên enternasyonal pîroz dikin û di sala 47’an a Têkoşînê de serketinê dixwazin.”