Meclisa Kongra Star têkildarî fermandara YPJ’ê û pêşenga şoreşa jinan Zozan Hesekê (Mnewer Fatimê) ya ku 2’ê Nîsana 2024’an dema li ser erka xwe bû şehîd bibû, daxuyaniyek nivîskî weşnad. Di daxuyaniyê de têkoşîna şehîd Zozan Hesekê hat vegotin û soza xwedîdeketina li mîrasa wê hat dayîn.
Daxuyaniya Meclisa Kongra Star bi vî rengî ye:
“Li van cihên xweda û xwedewandan, li ser axên pîroz ên Mezrabotan gelek lehengên jin û mêr gihan. Ji bo welatê xwe şer kirin, li ber xwe dan û bûn şervanên azadî û heqîqetê. Hevrê Zozan Hesekê(Munewer Fatimê) jî yek ji van şopdarên şervanên heqîqet û azadiyê bû. Ew di şopa dayîka xwedewand Îştarê de dimeşî. Wê hîn di temenekî biçûk de dil dabû doza azadiyê. Li gel wê heqîqet, ji dilbûn, ked, girêdana bi hevalên xwe û welatê xwe ve li ser her tiştî re digirt. Ew bi xwe xwedî rihekî azad û serhildêr bû. Ew rihê serhildêr ê di nav çanda welatparêziyê de hatî hûnandin ji pola qewîmtir bû. Wê qebûl nedikir yek rojekê di bin serweriya dijmin de jiyan bike, ji bo wê azadî ji av, nan û hewayê giringtir bû jê re. Bi fikir û ramana welat ve radibû û dirûnişt. Welatparêzî, girêdana şehîdan û Rêbertî ji bo wê li ser her tiştî de bû. Bi hevalê xwe ve bi dil û can giredayî bû. Wê dil dabû azadiyê û aşqa welat jiyan kir, ji bo wê hîn di temenekî biçûk de tevlî kar dibe. Hin di zaroktiya xwe de ji bo alîkariyê ji bo partiyê kom bike diçe pambo, rêxistina gel dike û şev û roj kar dike, jixwe bi pênaseyeke din em dikarin bêjin ku heval Zozan di nav hevalên xwe de bibû sembola ked û fedekariyê. Bi qasî ji welat hezdikir, ewqasê jî bi hevalên xwe ve girêdayî bû. Ew hevala roja teng bû. Wekî çiyayekê li pişta hevalên xwe bû.
Wê temenê xwe ji bo azadiya welatê xwe feda kir. Hîn di salên 1990’an de tevlî partiyê dibe, diçe qada Rêbertî û xwe bi fikir û ramanên Rêbertî kûr dike û piştî wê derbasî çiyan dibe. Piştî 22 salan li çiyê dimîne, li ber her darû û kevirekî welat kedê dide, li dijî dijmin têdikoşe û dipijê, DAIŞ’a hov êrişê Rojavayê welat dike, heval Zozan li hemberî vê hovîtiyê xwenagre û derbasî Rojava dibe, ew li Kobanê jî tevlî cenga azadiyê dibe. Di her alî dî xwe ji hevalên xwe re dike mertal û bi awayekî bêhempa û bê tirs li ber xwe dide. Ji xwe tirs bi heval re tunebû û xwedî kesayetekî zelal û bê dudilî bû. Ji xwe pirtir parastina hevalên xwe esas digirt. Dilnizim bû û însaneke gelêrî bû, ji aliyê gel ve dihat heskirin. Pir xwezayî bû û xwedî kenekî azad bû. Ji xwe ber dihat heskirinê. Ew jî yek ji lehengên Kobanê bû, ew hevala Arîn û Barînan bû. Ew sembola çiyayê Miştenûr bû.
Ji Kobanê dest pê dike û bihost bi bihost li welat têdikoşe, di qada perwerde, leşkerî û civakî de kar û xebat dike. Taybet jî di nav KPC’ê de kar û xebatekî gelekî giring da meşandin, ew bû mamosteya mamosteyan, ji bo nifşekî nû were avakirin, mamoste perwerde dikir. Di dilê mamosteyan de jî cihekî xwe yê taybet çêkiribû û dihat heskirin. Li herdera çûyê şopa xwe hişt. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Bi qasî ji welatê xwe hesdikir û dilpak bû, ew qasî jî li hember dijmin bihêrs û kîn bû.
Îro em wekî Rojava deyîndarê heval Zozan in. Wê bi dil û can di di rizgarkirin û ji nû ve avakirina Rojava de cihê xwe girt.
Ew û heval Zelal Zagros jî di heman demê de tevlî tevgera azadiyê dibin. Ew hevalên hev ên rojên giran bûn, mil dabûn hev û kar dikirin, şer dikirin, bi hev re soza xwe dan û piştî heval Zelal wê jî jiyan nekir û barkir çû gel hevrêya xwe Zelal. Du hevrê, du dilên dilpak, Zozan û Zelal di rêya Zîlanan de bûn, ew jinên ceger ji pola. Ew in ên rûmeta me, jîn û jiyana me bi wate kirin.
Em wekî hev rê û jinên rêxistinê li hemberî bîranînên wan bejna xwe ditewînin û ji hevrê û malbata bi rûmet re sersaxiyê dixwazin û dibêjin ku heta dawiyê em ê wekî Kongra Star di rêya wê de bimeşin û xwedî li mîrasa wê derbikevin. “