Desteya Rêveber a Kongeya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê rewşa dawîn a Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji nêz ve geşedanên li welatê xwe Sûriyeyê dişopînin. Em ji Xweda dixwazin ku serkeftin bibe para hemû pêkhateyên olî û etnîkî yê Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê bi destên xwe çarenûsa xwe pêk bînin û nehêlin ajandayên herêmî û navdewletî biryarên wan desteser bikin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: “Hilweşîna zulma Baas’ê li Sûriyeyê bûyereke mezin e, ji hemûyan tê xwestin ku şad bibin, destên xwe bibin hev ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, Sûriyeyeke azad, Sûriyeke şaristanî.”
Kongreya Îslama Demokratîk daxuyaniya xwe wiha dewam kir: “Em wek Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin ku gelê Kurd parçeyek bingehîn ê Sûriyeyê ye û rastî neheqî, înkar û qirkirina çandî û fîzîkî ya ji aliyê rejîma berê ve hatiye. Divê heqî derbikeve holê, neheqî ji holê rabe û ev gel li ser axa xwe Suriyeyê bi hemû mafên xwe yên çandî, civakî û siyasî bijî.”