Rojek zivistanê bû, tovên kulîlkên ku wê çandibû li gel du hevalan me kom kir û xist nava kevnekî. Tovên wan kulîlkan di nava kefa destê min de bûn, ku hevala Hêvî Ûmût bi destê xwe şîn kiribû. Bi wan tovan bi rê ketibûm. Her wiha bi fikar bûm, ku ji ber min xistibû nava kevnekî êdî li nava axê şîn nebe.
Dema ku hatim, min destpêkê berê xwe da gorên hevalên şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn. Şehîdgeh tarî bû; ji ber vê yekê zehmet bû ku gora ku lê digeriyam bibînim. Bi çira di destê xwe de demekê li gora hevala şehîd Hêvî Ûmût geriyam, lê min nekarî bibînim. Ez ê ji şehîdgehê derketibûma, li tiştekî hilkumîm. Tişta ku lê hilkumîm wêneyek bû. Ew wêneyê ku li ber bê ketibû, wêneyê şehîd Hêvî bû. Dibe ku nexwestibû bêyî wê bibînim biçim, nizanim.
Piştî ku min silav û hezkirinên xwe pêşkêşî wê kir, piştî hefteyekê bi tovên di destê xwe de çûm û min ew çand. Lê belê ji ber ku demeke dirêj min ew veşartibû, ji bo şînbûna wan ne bi hêvî bûm. Li gel vê jî min li nava axê reşand û av da.
Îro 10’ê Mijdarê ye. Sibe salvegera şehadeta wê ye. Hevala Hêvî beriya salekê şehîd bû.
Vê carê bi hevalekê, li gel tembûra ku şehîd Hêvî gelekî jê hez dikir em çûn. Piştî ku find hatin vêxistin tişta destpêkê li ber çavê min ket ew kulîlkên rengîn bûn ku bi ruhê Hêvî şîn bûbûn. Weke wê berxwedêr bûn, narîn bûn, bedew bûn.
Hin mirov weke navê xwe ne… Ji ber vê yekê taybetmendiyên xwe li derdora xwe belav dikin. Ew tov jî bi vî rengî şîn bûbûn. Piştî ku em li ber serê wê rûniştin û me stranek got, min li wan stêrkan nihêrî ku dibiriqîn. Ji ber ku gerîlayekê gotibû, ‘Stêrk bi rengekî bi me re diaxivin’.
Ez jî pê re axivîm û min got, ‘Ez li şûna te hatim’. Nebihîstibe jî hîs kiriye. Di dilê me de ji êşê bêhtir hêvî heye. Bi dehan hevrêyên jin û mêr ên li wê derê razan e, vê yekê dikin.
Weke ku “Hemû bi hev re dibêjin ‘Hêvî ji serketinê hêjatir e’.” Hîs dikim ku ew jî dixwazin em wan bi vî rengî bi bîr bînin. Çi bê kirin wê kêm bimîne. Zanim lê jibîrnekirin û bi hêvîbûn ji bo siberojan vediguhere armanca herî mezin. Şehîd Hêvî jî welê ye. Bi kulîlkên rengîn vê yekê bi bîra me dixe.
* Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Hêvî Ûmût (Sediya Ehmed) 11’ê Mijdara 2024’an dema ku ji bo beşdariya li merasîma salvegera rizgarkirina Şengalê bibe, di êrişa hewayî ya dewleta Tİrk a dagirker de şehîd bûbû.

