Leyla Mihemed Reşo ya ku bi darê zorê ji Efrînê hat koçberkirin di bin siya şer de berxwedana xwe didomîne û bi hêvî li pêşerojê dinêre.
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyan di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî ser Efrînê kirin û 350 hezar şêniyên Efrînê ji cih û warên xwe bûn. Ji 350 hezar kesên ku bûn şahîdê komkujî û êrîşan, hin wan li ser rêya koçberiyê jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan li 5 wargehên li Şehba hatine avakirin bi cih bûne. Yek jê Leyla Mihemed Reşo (40) ye ku 7 sal in li Wargeha Veger li benda vegera Efrînê ye. Leyla Mihemed Reşo dayika şehîd (Mehmûd Mistefa – 14’ê Îlona 2020’an şehîd bû) ji gundê Anqalê yê navçeya Şiyê ye û li gundê Çeqela jiyana xwe didomîne.
Leyla Mihemed Reşo dayîka 5 zarokan e diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan her 5 zarokên xwe şandin dibistanê û got ku bi taybetî di zimanê Kurdî de gelek pêşde çûne. Leyla Mihemed Reşo li ser jiyana xwe ya beriya ku ji Efrînê koç bikin ev tişt parve kir: “Li Efrînê me jiyaneke xweş derbas kir. Em hem bi sewalkarî û hem jî bi çandiniyê mijûl dibûn. Heywan û axa me hebûn. Me jî alîkariya cîranên xwe dikir. Jiyaneke me ya kolektîf hebû. Rewşa me ya aborî ne zêde baş bû, lê em kêfxweş û aram bûn. Em jiyaneke xwezayî dijiyan.”
‘ŞERVAN AXA ME Û ME DIPARÊZIN’
Leyla Mihemed Reşo bi bîr xist ku wan 58 rojan li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ber xwe dan û wiha domand: “Me êşên mezin kişandin. Dema êrîş pêk hatin ez ne li malê bûm. Ez di nava çalakiyên xweparastinê de bûm. Gundê Xelîl ê navçeya Şiyê bû hedef. Cîran û xizmên min ne li malê bûn. Gihîştin Çeqela Jêr. Min li deriyê mala xwe xist, lê kesî venekir. Xwe ewle kiribûn. Em 7 kes bûn. Em tev li cihekî belav bûn. Min hevalên birîndar û nexweş jî digirt. Zarokên min jî çûn gundê Qenterê yê navçeya Mabeta. Li şûna ku di navbera zarokên xwe û şervanan de hilbijêrin, şervan jî zarokên min bûn. Ew axa me û me diparêzin. Pêdiviya me bi hev hebû. Ji ber vê yekê ez li cem şervanan mam û birînên wan derman kirin. Me ji bo hêza şer xwarin û nan çêdikir. Eger ne ji şervanên me bûna, em ê nebûna.”
GUNDÊ WÊ JÎ DAGIR KIRIN
Dayik Leyla Mihemed Reşo an izman ku piştî artêşa Tirk gihişte gundê Çeqela neçar man gundê xwe biterikînin û ev tişt anî ziman: “Em bi şervanan re li navenda gund bûn. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gihiştin gundê jêrîn. Hevalan ji min re gotin ji wir derkeve. Ez ber bi mala xwe ve çûm. Mamekî nexweş hebû. Ez ê wî bigirim û ji gund derkevim. Min nedixwest mal û gundê xwe biterikînim. Me axa xwe, sewalên xwe û mala xwe li pey xwe hişt. Em bi gelek bûyeran re rû bi rû man. Yên di rê de jiyana xwe ji dest dan heta jinên ku zarokên xwe winda kirin hebûn. Min hevjînê xwe 7 roj winda kir. Min nikarîbû tu xeberek ji ku derê wî bistînim. Hin birîndar bûn, hinek şehîd ketin. Em 35 rojan li gundê Qenterê man. Min xwest vegerim gundê xwe, lê çete bi cih bûbûn. Ez bûm şahidê bi dehan komkujî û şehîdan. Ew jî gihîştin gundê Qenterê. Vê carê em neçar man biçin gundê Coqê yê navenda Efrînê. Em 15 rojan li vir man. Şêniyên gund berê xwe dan gund. Tenê em ji gundên derdorê dihatin. Şer her ku diçû gurtir dibû. Cihê me nema ku em xwe biparêzin. Em neçar man biçin navenda Efrînê. Em bi kincên xwe ji gundê xwe, mala xwe derketin. Me nizanîbû em ê bi ku ve biçin û em ê çi bikin. Em xerîbê navenda Efrînê bûn. Ne nasên me hebûn, ne jî cihê me yê ku em lê bimînin. Me cihek dît, lê ji ber êrîşên hewayî me rehetî tine bû.”
DI ROJA 58’AN DE BER BI ŞEHBAYÊ BI RÊ KETIN
Leyla Mihemed Reşo anî ziman ku dema êrîş li ser navenda Efrînê pêk dihat, ew li depoyeke ku 300 kes lê diman de man û wiha pêde çû: “Rojên dijwar bûn. Em bi 300 kesî li embareke biçûk bi cih bûn. Paşê em ji 300 kesî sê malbat bi tenê man. Me digot heta şervan dernekevin em naçin. Me bi şervanan re hevdîtin çêkir. Ew bêyî me nediçûn. Dev ji me bernedan… Em bi hev re di roja 58. de ji Efrînê derketin. Em sê rojan meşiyan. Me jî nizanîbû em bi ku ve biçin. Gelek kes hebûn ku di rê de winda bûn, mirin û li paş man. Di dawiya roja 3’an de em gihiştin Şehbayê. Mal û gundê me li dû me mabûn.”
LI WARGEHA VEGERÊ LI BENDA VEGERÊ NE
Leyla Mihemed Reşo ku 7 sal in li Wargeha Vegerê dijî bal kişand ser jiyana koçberiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jiyana wargehê û koçberî bi taybetî ji bo jinan zehmet e. Jina ku bi axa xwe ve girêdayî ye, jina ku bi destên xwe mezin dike û diçîne, nikare jiyana koçberiyê bijî. Jixwe jiyana li wargehan pir zehmet e. Havîn pirsgirêkên cuda hene, zivistan jî pirsgirêkên cuda hene. Di havînê de em nikarin ciheke bi sî bibînin. Bi her awayî rûniştina di konan de ne pêkan e. Em zivistanê di nav avê de dimînin. Li konê wek odeyekê bifikirin. Ma li wir hûn dikarin çi bijîn? Ne hêsan e ku mirov hemû hewcedariyên wan di odeyekê de bi cih bîne, lê em li ber xwe didin. 7 sal in me paşve gav neavêtine. Em ê çeteyan ji Efrînê derxin û em ê birûmetî vegerin Efrînê.”