Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Deklerasyona ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kenan Bîlgîn hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zexta li ser girtiyên jin û cezayên wan giran dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Polad hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo zimanê dayikê bang li gelê Kurd kir: Piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li bajarên Serhedê xespa li dijî îradeyê hate protestokirin
Kurdistan

Li bajarên Serhedê xespa li dijî îradeyê hate protestokirin

Xespkirina 3 şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partiyê de, li bajarên Serhedê hate protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm hatin tayînkirin. Tayînkirina qeyûman li bajarên Serhedê û navçeya Cizîr a Şirnexê bi çalakiyan hate protestokirin.  

COLEMÊRG

Rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê têkildarî mijarê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê, gelek deverên navçeyê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Meclisên Dayikên Aştiyên, Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizgul û Şoreş Dîrî, endamên meclisa şaredariyê, endamên şaxên ÎHD û OHD’ê yên Colemêrgê û gelek kes tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî xespkirina îradeyê em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate hilgirtin.

Çalakvan ji rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê heta pêşiya kargeha Zagrosê ya li sûkê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Qeyûm xesp e, em rê nadin qeyûm” û “Bijî berxwedana gelê kurd” hatin berzkirin. Piştî meşê jî Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez axivî.

Piştî daxuyaniyê, girseyê careke din dirûşmên “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Qeyûm xesp e, em ê rê nedin xespê” û “Na ji xespê re” berz kirin û heta avahiya rêxistinê meşiyan.

ÎDIR

Li Îdirê jî bi pêşengtiya DEM Partî, DBP û TJA’yê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî li avahiya DEM Partiyê hate dayin û li gel hevşaerdaran gelek welatî jî tevlî bûn. Hevserokê DBP’a Îdirê Mûrat Yerlîkaya di daxuyaniyê de got ku darbeya qeyûm li dijî îradeya gelê kurd hatiye kirin û ew vê xespa qeyûm nas nakink û rê nadin. Yerlîkaya, bang li gel kir ku li dijî vê xespê dengê xwe derxînin.

AGIRÎ

Rêxstinên DBP û DEM Partiyê yên Agiriyê jî li avahiya rêxistinê daxuyanî dan. Hevşaredarên Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkuş, endamên meclisa giştî ya bajar, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarteke reş a bi kurdî ya “Şaredarî yên me ne, em nahêlin hûn desteser bikin” hate hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” berz kir.

Daxuyanî ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Umut Dogruer ve hate xwendin.  

DEM Partî, DBP, Dayikên Aştiyê û TJA’yê li navçeya Bazîdê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” hate berzkirin. Metna hevpar ji hêla endamê meclisa şaredariyê Tekîn Keskîn ve hate xwendin. Daxuyanî bi dirûşm û çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.

 MÛŞ

Hevşaredara DEM Partiyê Tûba Sayilgan, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên bajar jî ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman li navenda bajar çûn serdana esnafan. Di serdanê de esnafan diyar kirin ku ew qeyûman naxwazin û divê gel xwe bi xwe birêve bibe.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî çalakî hate lidarxistin. Çalakî li Kolana Hunerê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di çalakiyê de axivî û got ku dîrok xwe dubare dike. Gungen, bang li îktîdarê kir ku ji vê biryara xwe vegere û wiha domand: “Careke din dest danîn ser destkeftiyên gelê kurd. Ev yek xesp û talan e. Lê ji bo azadî û demokrasiyê çi bedel hewce bike em amade ne bidin. Em ê li dijî vê zordestiya wan li ber xwe bidin. Li Rojhilata Navîn her îktîdara zordest neçarê têkçûnê ye. Em ê li hemberî êrişên we serî netewînin. Gelê kurd bihêz e û dê li ber we serî netewîne.”  

Piştî daxuyaniyê jî çalakvanan bi dirûşma “Qeyûm dê hesabên bidin gel” çalakiya rûniştinê li dar xistin. Girseyê, çalakiya xwe bi strana “Batmanê Batmanê” bi dawî kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Gelê me divê xwedî li rûmet, azadî û îradeya xwe derkeve!
Nûçeya Pişt re Gelê Amedê li ser piyan e: Yekane çare berxwedan e!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Temellî: Divê sererastkirinên entegrasyona demokratîk werin kirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got: ‘’Heya ku têkildarî mijara yasayên entegrasyona demokratîk gav…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika 4 şehîdan jiyana xwe ji dest da

Dayika 4 şehîdan Zerge Cinêd a ji Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyê Stêrk TV

KCDK-E: Berxwedana jinê îlhamê dide cîhaneke nû

KCDK-E’yê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da û got, “8’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

PYD: Hikûmeta Demkî berpirsê bûyerên li Kobanê ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Divê tu kes destûr nede tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê: Divê berpirs hesabê bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên şehîdan û gaziyan têkildarî qetilkirina şehîd Sîpan banga edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?