Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Temellî: Divê sererastkirinên entegrasyona demokratîk werin kirin
Rojane

Temellî: Divê sererastkirinên entegrasyona demokratîk werin kirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got: ‘’Heya ku têkildarî mijara yasayên entegrasyona demokratîk gav neyên avêtin wê gavên têkildarî mijarên din kêm bimînin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tebax 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku ger pêngavên baş, xurt werin avêtin û di mijara aşitiyê de li gel yasayên entegrasyona demokratîk pêşveçûn çêbibe wê di mijarên din de jî din plansaziyek were rojevê û got ku bendewariya efûya giştî tune ye lê belê  MHP û hin komên din têkildarîmijajara ‘’di înfazê de wekhevî’’ li ser sererastkirinekê dixebitin.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku hebûna ‘’mejiyên hişk’’ û nêzîkatiyên li dijî çareseriyê dijwariya pêvajoyê nîşan didin.

Her wiha Temellî da zanîn ku biryara PKK’ê ya çekberdanê û avakirina komîsyonê ji bo Tirkiyeyê pêngavên girîng in û ev yek anîn ziman: ‘’Pêvajoyeke gelekî girîng heye. A rastî belkî jî herî zêde haya DEM Partiyê ji vê girîngiya pêvajoyê heye. Ji ber wê yekê em tam jî bi vê cidîyet û berpirsiyariyê li nêzî pêvajoyê dibin. Çimkî banga Birêz Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê hem bangeke dîrokî ye hem jî kêliya avêtina pêngava guherîn û veguherînê ye. Em bi hemû hêza xwe xwedî li vê yekê derdikevin û dixebitin ku divê egerên çawa bin. Helbet ne pêvajoyeke hêsan e, mejiyên hişk li hemberî çaresernebûna pirsgirêka Kurd weke astengiyekê disekinin. Em dizanin ku ji bo guherîn û veguherîna van yekan jî wext hewce ye; lê belê tevî van yekan hemûyan jî em di nava hewldaneke mezin de ne.’’

LI GEL VEBÛNA MECLÎSÊ BILA SERERASTKIRINÊN YASAYÎ WERIN KIRIN

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî piştre da zanîn ku lidarxistina civîna heftemîn a komîsyonê û pêkanîna hevdîtinan xalên girîng in lê belê ev bi tena serê xwe bi têrê nakin. Her wiha diyar kir ku ew weke DEM Partî dixwazin komîsyon zêdetir bala xwe bide mijara konsantreyê û bi leztir bixebite. Temellî destnîşan kir ku divê komîsyon heya 15’ê Îlonê li şûna şêwrê divê tavilê dest bi xebatên temînatên hiqûqî, mafên siyasî û pêşnûmayan bixebite û anî ziman ku divê ev xebat di meha Îlonê dema vebûna Meclîsê de wveguherin pêvajoyên qanûnî.  Temellî axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: ‘’Bi taybetî jî biryara kongreya PKK’ê ya çekberdanê û piştî dayîna peyama xurt a li gel merasîma çekşewitandinê ya di 11’ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê belkî yek ji pêngava herî girîng avakirina komîsyonê bû.  Ev yek ji bo me bû cihê kêfxweşiyê, ji ber ku ji destpêkê ve em di di vê mijarê de bi israr bûn û dawiyê komîsyon hate avakirin.  Niha civîna xwe ya heftemîn li dar dixe, hevdîtinan pêk tîne ku ev yek gelekî girîng in lê belê bi têrê nakin. Bi qasî ku girîng in di nava xwe de kêmasiyan jî dihewine. Ji ber ku dema mirov hem li bendawariyan hem jî li hesasiyeta pêvajoyê û hemû geşedana dinêre, dixwaze bibîne ku ev komîsyon gelekî konsantre bûye û zêdetir bala xwe daye meseleya xwe. Hewldanên me li ser vê yekê ne. Helbet wê hevdîtinan bike û ji hev bişêwire lê belê hewce ye tavilê xebateke ku berê xwe dide meseleya xwe bixe rojeva xwe û di wê çarçoveyê de bixebite. Em van nêrînên xwe yên têkildarî komîsyonê tim û tim hem ji Serokê Komîsyonê re hem ji endamên komîsyonê yên din  û hem jî ji hemû pêkhateyên siyasî re radigihînin.  Bi taybetî jî divê tavilê dest bi xebatên weke temînatên têkildarî zemîna hiqûqî, pêşnûma û teklîfên qanûnên ên têkildarî mafên siyasî û hiqûqî bike, divê tavilê girêdayî van yekan pêveçûn çêbibin ku dema di meha Îlonê de Meclîs vedibe, bibe rojeva wê. Bi vî awayî Meclîs bikare berê xwe bide qanûnîkirina xebatên komîsyonê.’’

NE EFÛ, SERERASTKIRINA ÎNFAZÊ

Sezaî Temellî pirsa me ya nîqaşên têkildarî efû û efûya qismî jî bersivand û da zanîn ku bendewariya efûya giştî tune ye. Temelli diyar kir ew dizanin MHP û hin komên din li ser sererastkirina ‘’di înfazê de wekhevî’’ dixebitin û bi bîr  ev bi teknîkî ne efûya giştî, weke sererastkirina înfazê tê pênasekirin. Temellî da zanîn ku girêdayî vê yekê tişta sereke ya berê xwe didinê ew e ku divê ji bo kesên çek danîne û weke encama serdema şer û pevçûnan tên darizandin  ‘’yasayên entegrasyona demokratîk’’ hebin.

Temellî got: ‘’Efûyeke giştî tune ye. Beriya her tiştî divê ev tevlîhevî were zelalkirin. Em dizanin ku bi taybetî MHP’ê û hin komên din li ser mijara înfazê dixebitin. Ev ê bibe xebateke têkildarî ‘’wekeviya înfazê.’’ Helbet ev girîng in jî. Wê bandorê li zêdetirî 15 hezar însanî bike. Em dikarin vê yekê weke efûya qismî pênase bikin lê belê wele teknîk û jargon sererastkirina înfazê ye.’’

BÊYÎ ZEMÎNA HIQÛQÎ BI PÊŞ NAKEVE

Temellî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku xala sereke ya ku wan berê xwe dayê ew e ku ew ê têkildarî hem mijarên ku  kesên çek berdane û hem jî heya roja îroyîn kesên ji ber mexdûriyetên serdemên şer û pevçûnan tên darizandin çi û çi were kirin û got: ‘’Ev helbet meseleyek e ku em di çarçoveya mijara yasayên entegrasyona demokratîk de dinirxînin. Ger hûn di van mijaran de pêngavên baş neavêjin û têkildarî çareseriya li ser zemîna hiqûqî xebatên hewce nekin ne pêkan e ku xebatên din bikin. Ji perspektîfên demokratîkbûyînê yên herî berfireh heya nîqaşên dewleta hiqûqê yên herî berfireh bi rêya komîsyonê dibin rojev. Ev di çarçoveya komîsyonê de tê axaftinû nîqaşkirin. Erê, ev tiştên gelekî baş in lê belê heya ku têkildarî mijara yasayên entegrasyona demokratîk pêngav neyên avêtin ne pêkan e ku mirov têkildarî mijarên din pêngavan biavêje, ne pêkan e. Berovajî wê ger têkildarî vê mijarê pêngavên baş û xurt werin avêtin û di mijara aşitiyê de li gel yasayên entegrasyona demokratîk xebat werin meşandin wê helbet plansaziyên têkildarî mijarên din jî werin rojevê.’’

NÊRÎNA PIRSGIRÊKA KURD YA JI POLÎTÎKAYÊN DERVE

Temellî destnîşan kir ku polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ‘’di rê û rêbazên şaş de israr dike’’ û ev yek dibe sedema derketina pirsgirêkan û da zanîn ku çareseriya demokratîk a Sûriyeyê gelekî geşedanên li Tirkiyeyê eleqedar dikin û  anî ziman ku geşedanên li Tirkiyeyê yên erênî wê bandoreke mezin li demokratîkbûyîna Sûriyeyê bikin.

Temellî piştre da zanîn ku divê polîtîkaya Tirkiyeyê xwe nû bike û ger ev yek pêk neyê wê sekinîn berdewam bike û pêşketin neyê bidestxistin û ev yek anîn ziman: “Hem desthilatdarî û hem jî muxalefet di çîroka xwe dîrokî ya 100 salî de yan jî di paşeroja xwe ya 10 salên dawîn de di mijara polîtîkaya derve de mixabin ku nekariye bi çavekî rastîn li pirsgirêka Kurd binêre. Ji ber wê yekê hemû geşedanên li Rojhilata Navîn bi awayekî rasterast girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd in. Ne pêkan e ku em wan ji hev cuda dest bigirin. Helber her welat û civakan pêşaniyên xwe hene lê belê pirsgirêka Kurd xala hevpar ya hemû meseleyan e. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya têkildarî vê mijarê nêzîkatiyeke çelexwarî ye. Heya ku di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk bi awayekî giştî neyê nirxandin, ne pêkan e ku geşedanên erênî rû bidin. Em dikarin van yekan ji tecrûbeyên xwe beriya niha jî bibînin. Pêwendiya di navbera çareserıya demokratîk a Sûriyeyê û geşedanên li Tirkiyeyê de gelekî girîng e. Her wiha rewşa berovajî jî pêkan e, geşedanên li Tirkiyeyê yên erênî wê bandoreke mezin a erênîli demokratîkbûyîna Sûriyeyê jî bikin.

DI POLÎTÎKAYA DERVE DE YA BERÊ TÊ ISRARKIRIN

Em dibînin ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya derve mijarê hê jî li şûna ku li ser vê balansê binirxîne di xetayên berê de israr dike. Di encama vê israrê de jî em neçar dimînin ku bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin. Tirkiye bi taybetî jî ger geşedanên di van salên dawîn de bi awayekî rast wan binirxîne û polîtîkaya xwe di vêçarçoveyê de nû bike wê di serdêmên li pêşiya me de hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê pêş bikeve. Ger ev yek pêk neyê wê sekinîn jî berdewam bike. Îro êdî hemû kes dizane ku bi senaryoyên beriya niha pêşketin nayê bidestxistin. Israra têkildarî van yekan wê bes gel û civakan gîro bike û di dawiyê de jî encamek nayê bidestxistin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelo DYE dixwaze Venezuelayê dagir bike?
Nûçeya Pişt re Bernameya çalakiyan a 1’ê Îlonê diyar bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ceylan Akça Copula: Divê Birêz Ocalan azad be

Parlamentera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça Copula diyar kir ku desthilatdarî divê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qoserê dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ hate berzkirin

Jinan di mîtînga bi coş a li Qoserê de, tecrîda Îmraliyê şermezar kirin. Di mîtîngê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya DEM Partiyê peywendiyên dîplomatîk ên li Rûsyayê didomîne

Şandeya DEM Partiyê ya ku li Rûsyayê peywendiyên dîplomatîk didomîne, di nav wan de alîkarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?