Hat ragihanidin ku li herêma Tedmurê ya a li rojhilatê Humsê li nêzî avahiya rêveberiyê teqînek çêbû, li gor agahiyan kuştî û birîndar hene.
Li gor agahiyên herêmî, jinekê bombeyekê avêt ber avahiya rêveberiya herêmê li bajarê Tedmurê, çavkanî dibêjin ku kesek hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Hat belavkirin ku kesê hatiye kuştin bi navê “Mihemed Nadir El Zexabha” tê naskirin, lê heta niha agahî bi awayeke fermî nehatiye diyarkirin.

