Yekşem, 5 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çetin Arkaş di sersaxiya Cidan Şahîn de: Em ê teqez bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî êrîşê: Heta ev hişmendî neguhere, wê ne demokratîkbûn û ne jî aştî pêş bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji malbata girtiyê siyasî Babek Elîpûr nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Sydneyê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîdan, Şara û Zelenski wê civîneke sêalî pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana endamê YPS’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên li herêma Bradostê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê rojbûna Rêber Apo bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Garê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê li Mexmûr û Kelarê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam bikin
Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam bikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin. Li Şehbayê bi sedan mêr li dijî tundiya mêr meşiyan, li gelek navendan jî semîner hatin lidarxistin û broşur hatin belavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Çalakiyên rêxistin û tevgerên jinan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşma “Bi felsfeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” dewam dikin.

ŞEHBA

 

Kongra Star di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de ji bo mêran meşek li Şehbayê li dar xist. Her wiha Komîteya Jinan a Yekitiya Êzidiyan jî ji bo jinên Êzidî semînerek da.

Komîteya Jinan a Yekitiya Êzidiyan li hola Desteya Jinan a Ehdasê bi beşdariya bi dehan jinên Êzidî semînerek bi rê ve bir. Semîner ji hêla endama Komîteya Jinan Şêrîn Çawîş û hevserka Yekitiya Êzidiyan Meryem Cindo  ve hate birêvebirin.

Meryem Cindo diyar kir ku tundiya li ser jinan pirsgirêkeke xetere ye û got: “Li cîhanê qanûnên cidî yên parastina jinan nîn in. Lê gelek qanûn hene ku jinan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêlin. Ev jî dibe sedema aloziyeke rasteqîn.” Meryem destnîşan kir ku rêya ku tevahî aloziyên heyî bi dawî bibin bi xwe spartina li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Lê ji bo vê yekê jî desthildarî tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Bi heman boneyê bi sedan mêr ên li kantona Efrîn û Şehbayê, tevî endamên saziyên sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriyeya Pêşerojê li dijî tundiya li ser jinan meşek li dar xist. Meş ji ketina navçeya Fafînê dest pê kir.

Di meşê de pankartên “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” û “Dîsa û hezar carî Jin, Jiyan, Azadî” hatin hildan, her wiha dirûşmên ” Na ji qetilkirina jinan re”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Meş li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos vegerî mîtîngê.

Endama Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Sureye Mistefa axivî. Sureye diyar kir ku ji bo bidawîkirina tundiyê û azadiya tevahî jin û civakê çareserî di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye.

Hevserokê kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo jî diyar kir ku ew ê xebatên xwe li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bimeşînin ku girîngiyeke mezin daye azadiya jinan.

Mihemed Şêxo anî ziman ku ew ê bi dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêze” li kêleka jinan têkoşînê bidomînin da ku destkeftiyên dîtir bi dest bixin.

AMÛDÊ

Rêxistina Kongra Star a bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê bi tevlêbûna 60 mêran dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê li avahiya Kongra Star a li bajar hatiye vekirin. Beşdarên perwerdeyê dê di nava 3 rojan de waneyên li ser qanûna malbatê, hevjiyana azad û zayendperestiyê bibînin.

TIL HEMÎS

Li bajarê Til Hemîsê jî semînerek ji aliyê Kongra Star ve li ser tundiyê, cureyên wê û rêbazên tunekirina wê hate dayîn.

Semîner bi beşdariya bi dehan jin û mêran li hola navenda çandê ya li rojhilatê Til Hemîsê hate dayîn. Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyana Hisên der barê tundiya li ser jinan de got tundî li erdîngariyeke diyarker sînordar nîn e, lê li her cihekî heye.

Berdevka rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişloyê Îbtîsam Hisên jî diyar kir ku îrade û israra jinan a pêkanîna azadiya xwe û ya gelê xwe wê astengiyan nas neke.

Piştre jî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan a li hemberî zîhniyeta baviksalar û adetên paşverû de hatin xwendin.

Her wiha beşdaran rêbazên bidawîkirina tundiya li ser jinan nîqaş kirin. Beşdaran têgihiştin û dayîna semîner û panelan ên bi mijara wekheviya di navbera jin û mêran de wek rêyeke rêgirtina li ber tundiyê destnîşan kir.

TEBQA

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Tebqayê jî atolyeyek bi navê “Rola jinan di qada siyasî û partiyên siyasî de” li dar xist.

Atolye li avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li bajarê Tebqayê bi tevlêbûna nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.

Mijara yekemîn a atolye ji aliyê endama Melcisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Tebqayê Muna Dalî ve hat şîrovekirin. Munayê bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan di qada siyasî û rola wan a navendî di pêşxistina rêveberiya demokratîk de.

Cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hîba El Hemed mijara duyemîn a atolye bi rê ve bir. Hîbayê astengiyên li pêşiya beşdarbûna jinan di qada siyasî û saziyên civakî de destnîşan kirin û rêbazên pêşxistina beşdarkirina di xebata siyasî de vegotin.

Piştî axaftinan beşdaran li ser rêbazên pêşîlêgirtina tundiyê nîqaş kirin.

HELEB

Malbenda Helebê ya Rewşenbîriyê panelek bi navê “Wateya zayendparêziyê û azadî” li dar xist.

Panel li avahiya malbendê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi tevlêbûna endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Endama malbendê Şêrîn Şêxo wateya zayendperestiyê û sedemên wê û bandorên wê yên li ser civakê şîrove kirin.

Beşdaran jî der barê mijara panelê de nêrînên xwe anîn ziman û rêbazên rêgirtina li ber zayendperestiyê û bidestxistina azadiya jinan vegotin.

ŞEDADÊ

Di vê çarçoveyê de Kongra Star li bajarê Şedadê bi diruşma ˋBi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêzeˋ de li hola Meclisa Gel a bajêr semîner da.

Di semînerê de endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Nahid Silêman li ser sedemên çandî û civakî yên tundiya li dijî jinan axivî.

Nadiye diyar kir ku divê ji bo avakirina civakeke biewle hevkarî di navbera mêr û jin de hebe.

Di dawiyê de belavok li beşdaran hatin belavkirin.

TIL TEMIR

Li Til Temirê ji bo belavkirina hişyariya li ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Kongra Star li kolanên bajêr û li bendên kontrolê yên sereke broşor belav kirin.

DIRBÊSIYÊ

Kongra Star li kolanên bajêr ên sereke broşor li şêniyan belav kirin.

HOL

Kongra Star li bajarê Holê belavokên der barê hişariya li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li hêzên leşkerî û ewlehî yên bajêr belav kirin.

Girêdayê mijarê, endama Komîteya Jinan a Meclisa bajêr Besme Ilyas diyar kir ku di bernameyê de şîret û çareseriyên têkildarî sekna li hember tundiyê ku xwe dispêrin perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan hene.

REQA

Li bajarê Reqayê Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi diruşma ˋBi feslefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêzeˋ li hola Barîsta El Seade semînerek da.

Di semînerê de endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Hevgirtina Jinan a Azad, endamên Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Giştî ya Jinan beşdar bûn.

Endama rêveber a Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Betûl Hemzawî axivî û got ku roja 25ˋê Mijdarê rojeke cîhanê ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e.

Koordînasyona Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Firatê Rîm Idrîs jî got: “Tundî rezalet û reftariyeke krêt e ji derûniyeke nexweş derdikeve. Tundiya li dijî kesên hemberî xwe dûrî rûmeta mirovan û mafên wî ye.”

Di semînerê de hin pêşniyarên hatin kirin wiha ne; pêwîstiya bipêşxistina rewşa jinan di tevahî aliyan de, ol û exlaq her du tiştên bingehîn in, xwendin bingeha pêşxistinê ye, semînerên taybet bi jinan werin lidarxistin, zarok neyên zewicandin û ji zayendperestiyê were bidûrxistin.

Her wiha Akademiya Jineolojiya bi hevkariya Zanîngeha Şerq re semînerek der barê tundiya elektronîk û rêbazên çareserkirina wê da. Di semînerê de endamên Akademiya Kobanê, Tebqa, Minbic, xwendekar û mamosteyên zanîngehê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Endama Akademiya Jineolojiya Elya Silêman tundiya elektronîk bi rê ve bir. Elya got tundiya elektronîk ferd û civakê bi taybet jin û ciwanan hedef digire, wan fêrî bêexlaqiyê de û di aliyên hestiyarî, madî, cinsî û agahdariyan de şantaj dike.

Elya diyar kir ku tundiya elektronîk ji tundiya gotinê, fîzîkî, siyasî û aborî xerabtir e.

Der barê sînordarkirina tundiya elektronîk, Elya bang kir ku têgehîna tundiyê û cureyên wê binasin û hişyariyê di nava ferdan de belav bikin.Her wiha Elya anî ziman ku divê zarok telefon û komputeran kêm bi kar bînin û têkiliyên rû bi rû werin geşkirin.

Di dawiya semînerê de şanoyek ji hêla endamên akademiyê ve hat pêşkêşkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinan li Wan, Amed û Colemêrgê çalakî lidarxistin
Nûçeya Pişt re Gelê Maorî li dijî pêşnûmeqanûna mafên xwecihiyan meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev

ÎHD û xizmên windayan ji bo Îbrahîm Kartay, Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

Zanyarê siyasî Naif Bezwan ku rageşiya navbera DYA-Îranê û guhertinên gengaz ên li herêmê nirxand,…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Li qadên şer tundiya li dijî zarokan derketiye asta herî jor

Li gorî rapora sala 2024’an ya NY’ê, li qadên şer tundiya li dijî zarokan derketiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên şehîdan li Çilaxa û Dêrikê 4ˊê Nîsanê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çetin Arkaş di sersaxiya Cidan Şahîn de: Em ê teqez bi ser bikevin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?