Pêncşem, 15 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgehê li rojnamevan Evrîm Kepenek hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ya ku divê bala me li ser be derfetê aştiyeke mayinde ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî biryarên kongreyê yên PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Edaletê bersiv da daxwaza ‘mafê hêviyê’ û ‘hevdîtina bi rojnamevanan re’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ramanên Azad’ wê bibe qada dîjîtal a berxwedana entelektuel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Altûn: Antî-Amerîkî antî-emperyalîzmî nîne*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan: Ya ku Zîlan pêk anî, çalakiya nemir bû*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên kongreya dîrokî ya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Dersim: PKK ne tenê navek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed Malazgîrt Demeke ji têkoşîneke hîn mezin destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îrfan Amed: Baweriya me ya bi Rêber Apo re xurt e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
Jin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di coşa 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de peyama Rêber Apo ya ji bo 8'ê Adarê û berxwedana Bendava Tişrîn û Qereqozaxê hate silavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2025 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coş tê pîrozkirin.

HESEKÊ

 

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê bi hezaran jinên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên ji Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol, Erîşa, Kampa Waşokanî û Serêkaniyê li Stadyûma Beledî ya bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê kombûn û bi coş 8’ê Adarê pîroz kirin.

Stadyoma Beldeî bi alên Kongra Star,YPJ’ê, wêneyên Rêber Apo, wêneyên Şehîdan û pankarta bi nivîs ‘Bi Jina Azad ber bi Sûriyek Demokratîk ve hat xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtin pîrozbahî destpê kir.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD’) Perwîn Yûsif 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Rêber Apo ku 26 sal di zindana Îmaraliyê tekoşîn dike, zindan veguhertiye cihê jiyan, aşîtiyê, demokrasî û wekheviyê. Rêbertî tekez dike ku qonaxa ku dest pê kiriye dê bi pêşengtî û baweriya jina azad were meşandin. Em jî dibêjin ‘Rêberê min em ê pêşengtiya wê bikin û li gorî bîr û baweriya te derkevin’. Merhele gelek guhertinan bi xwe re tîne, di vê sedsalê de guherin û veguhertinên mezin pêk tên. Dixwazin nexşereya cihanê biguherin bi hişmendiya olperest û zayendperestî û dîrokek bê jin were nivîsandin. Em dibêjin şoreşa ku bi îradeya jin dest pê kir tu carî qebûl neke carek din di rûpelên dirokê were veşartin. Sûriyeya azad wê bi hebûna her jinek ji pêkhateyan, Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hemû reng û dengê li Sûrî were ava kirin.”

Li ser navê jinên Ereb Semer Abdulah tekoşîna dîrokî a jinan pîroz kir û wiha got: “Roja jinan a cîhanî, roja despêkirina tekoşîn û berxwedaniya li hemberî zilim û zordariyê ye. Ev tekoşîn berhemên pîroz bidestxistin. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi pêşengtiya şoreşê û xwedî derketina li tekoşîna jinan a dîrokî gelek gav avêtin û rola xwe lîstin. Jin di Sûrî de rastî gelek zehmetî û êşan hatin ji aliyê sîstema rêjîma Baasê. Îro jî di hikmeta nû ya Sûrî de dixwazin rola jin û tekoşîna wê ya bi têkoşîna bi salan bidestxistiye tune bikin. Ev yek neyê qebûlkirin û Sûrî bê reng û dengê jinên azad û xwedî ked û berxwedanî nayê ava kirin. Ez bang li tevahî jinan li Sûrî dikin ku asta tekoşînê bilind bikin û xwedî li dîroka tekoşînê derkevin.”

Paşê bi navê pêkhateyên Suryan Sofiya Yûsif destnîşan kir ku hevgirtin û yekîtiya jinan di Sûrî de wê Sûriyê ber bi jiyanek azad ve bibe û wiha got: “Pêvajo pêvajoya bilindkirina asta tekoşînê ye. Îro erka her jinek di Sûrî de ji bo azadî û demokrasiyê serî hilde û li ber xwe bide da ku em bikaribin di Sûriyek azad û ne navendî de jiyan bikin.”

Bi navê pêkhateyên Ermen Losnak Kavoriyan 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: “Jinan di dîrokê de gelek gav avêtin, îro jî deskeftiyên Şoreşê bi sayê ked û tekoşîna jinan e lewma ji me tê xwestin em xwedî li dîroka tekoşîn û berxwedaniyê derkevin.”

Paşê pîrozbahî bi pêşkêşkirina stranên folklorî Koma Girstêrk ya Kevana Zêrîn, Koma Mozîk a Arjîn, koma Bîrhat Til Temir, Koma Serdem, Koma Ertsax ya Ermenî Koma Şoreş û Koma Mozîk a Ermenî her wiha şanoya koma Şehîd Darsîn a Hîlala Zêrîn dewam dike.

         

        

QAMIŞLO

 

Bi hezaran şêniyên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Tirbespiyê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve” 8’ê Adarê li qada gundê Hîmo yê bajarê Qamişloyê pîroz dikin.

Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêvebera Kongra Star Elîfe Hemo axivî. Elîfe Hemo 8’ê Adarê li tevahî jinên kedkar pîroz kir û berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê silav kir.

Elîfe Hemo di axaftina xwe de bal kişand ser banga Rêber Apo û diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo serxistina aştiyê dê bi hemû hêza xwe bixebitin. Elîfeyê di dewama axaftina xwe de got: “Pîrozbahiya îsal ya 8’ê Adarê ji salên berê cudatir e. Îsal em bi banga dîrokî ya Rêber Apo ya 8’ê Adarê pîroz dikin. Em ê vê rojê veguherînin roja têkoşînê û pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bişikînin.”

Elîfe Hemo komkujiyên li dijî Elewiyên li peravên Sûriyeyê jî şermezar kirin û got: “Bûyerên li wir rû didin nayên qebûlkirin, desthilata li wir jî ne rewa ye.”

Di pîrozbahiyê de, ji rêveberên Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got: “Em tenê serkeftinên jinan pîroz nakin, lê di heman demê de dem teqeziyê li ser rola wan a sereke di civakan de dikin.”

Munayê aşkera kir ku divê mafên jinan di tevahî qadan de werin naskirin û wiha dom da axaftina xwe: “Jinên sûriyeyî îsbat kirin ku dikarin li hemberî hemû mercên zehmet bisekinin û her tim sembola hêz, dayîn û israrê ne. Piştî têkoşîna bi salên, jinên sûriyeyî li pêşberî gelek arîşeyan rû bi rû ne. Hewldan hene ku ji navendên biryarê werin dûrxistin, wekî ku nikare rêveberiyê bike.”

Munayê îşaret pê kir ku li hemberî siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê têkoşîna hevpar a jinan rêya yekane ye. Her wiha diyar kir ku beşdariya jinan di navendên biryardayînê de ne vebijêrekek, lê mafekî rewa ye divê were parastin.

Muna Yûsif bal kişand ser ezmûna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha li gotinên xwe zêde kir: “Ezmûna şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêhempa  û dîrokî ye û ji bo tevahî jinên Sûriyeyê ye. Lew ra divê ev ezmûn were parastin.

Rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Semîra Hena jî bi zimanê suryankî 8’ê Adarê pîroz kir.

Piştre berdevka Kongra Star a bajarê Qamişloyê Îbtîsam Hisên peyama piştgiriyê ya şandeya alamî ya ji bo Rojava xwend.

Pîrozbahî dewam dike.

HELEB

Li Qada Newroz a li herêma Şiqêf a Helebê 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve” tê pîrozkirin.

Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêber Apo û şehîdên jin, alên Kongra Star û tabloyên ku berxwedana şervanan û berxwedêrên bendava Tişrînê nîşan didin, hatin daliqandin.

Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Elo axivî. Rîhanê di serî de Roja Jinan a Cîhanê li Rêber Apo, jinên têkoşerên cîhanê û şehîdên azadiyê pîroz kir.

Rîhanê her wiha got: “Fikrên azadiyê yên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî jinan kirin û peyama dawîn a ku ji bo aştiyê ji jinan re şand, vîna me ya ku em bişopînin û têkoşînê bilind bikin, zêde kir.”

Endam Koordînasyona Kongra Star Netawî Xemgîn jî wiha got: “Dîroka koletiya jinan di dîrokê de nehatiye vegotin, lê dîroka têkoşîn û rizgariya jinan ji destpêka şoreşa azadiya Kurdan a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin ve hatiye nivîsandin.”

Netewî Xemgîn got: “Têkoşîna zêdetirî 40 sal e dewam dike, çi qasî rêbazên zextê hebin jî wê bi dawî nebe. Me jinan bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan xwe bi hêz kiriye û em ê têk neçin, paşve neçin û dest ji mafên xwe bernedin.”

Piştre peyama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate xwendin û tê de hate gotin: “Bi saya Rêber Apo em bi hêz û rastiya jinan gihaştine asta herî bilind. Bi ruhê berxwedana li Şêxmeqsûd, Qerqozaq û bendava Tişrînê em ê dagirkeriyê bi temamî têk bibin.”

Li ser navê pêkhateya Xiristiyan Basil Qis Nesralah jî 8’ê Adarê li beşdaran, jinên cîhanê û Rêber Apo pîroz kir.

KOBANÊ

 

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve” 8’ê Adarê li Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê pîroz dikin.

Di pîrozbahiyê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed axivî.

Îlham Ehmed di destpê axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû şehîdên şoreşê û şervanên di çeperên berxwedanê de pîroz kir.

Îlham Ehmed bal kişand ku ew di pêvajoyeke dîrokî ku çarenûsa herêmê tê diyarkirin re derbas dibin û got; “Her gav, gotin û xebatek tê wateya diyarkirina pêşerojê. Eger em îro li vir kom bûne û 8’ê Adarê pîroz dikin, ev bi saya kesên ku di vê oxirê de jiyana xwe dane û yên di çeperên şer de li ber xwe didin e.

Me gelek rojên zehmet derbas kirin. Êdî çarenûs û pêşeroja Rojhilata Navîn tê diyarkirin. Eger çarenûsa herêmê tê diyarkirin, divê civak jî bi hêz rabe ser piyan. Kurd pêşengiya vê pêvajoyê dikin. Em niha li vir şahiyê pîroz dikin, lê li herêmên din yên Suriyeyê komkujî pêk tên. Lê em êşa wan jî dikişînin. Dema li bajarên Latikiye û bajaran din jin tên kuştin, weke ku em tên kuştin e.”

Îlham Ehmed da zanîn ku doza jinan yek e û wiha pê de çû: “Li ku dibe bila bibe çarenûsa jinan yeke. Dengê ku li vê qadê bilind dibe, dengê tevahî jinên Sûriyeyê ye. Jinên ku niha li çeperên şer li ber xwe didin, ji bo tevahî jinên Sûriyeyê şer dikin. Jin di hemû qadan de têkoşîna xwe berdewam dikin. Suriyeke ku zarok, civak tê de azad bin, jin û mêr weke hev bin, ancax bi têkoşîna jinên azad gengaz e.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl jî di mitîngê de wiha axivî: “Em 8’ê Adarê li tevahî jinan û Rêber Apo, li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Berê dema roja 8’ê Adarê dihat pîrozkirin, desthilatdaran asteng dikirin. Lê Rêber Apo rabû û hemû rojên jinan bûn cejin û jinan di hemû qadên civakê de cihê xwe girtine. Di 27’ê Sibatê de me Rêberê xwe dît, îro jî peyama Réber Apo hatin belavkirin. Divê em di 8’ê Adarê û Newrozê xurtir têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin.”

         

        

TIŞRÎN

Berxwedana li Bendava Tişrînê ku ketiye roja xwe ya 60’emîn, bi beşdarbûna şêniyên kantona Cizîrê didome.

Bi boneya 8’ê Adarê Kongra Star ji ser Bendava Tişrînê daxuyaniyek da. Di kêliya daxuyaniyê de jî artêşa dewleta Tirk a dagirker derdora bendavê bombebaran kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bendava egîdan, bendava rûmet û berxwedanê, ji cihê lehengî û rûmetê em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê di serî de li Rêber Apo, malbatên şehîdan, jinên cîhanê, şervanên azadiyê yên ku li çeperên berxwedanê li hemberî zihniyeta baviksalar li ber xwe didin, pîroz dikin. Her wiha li hemberî fedekariya jinên tekoşer mîna Rosa Luxemburg heta Sakîna Cansiz, Besê, Zerîfa, Arîn Mîrkan û Sema Yûce bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Di dewama daxuyaniyê de behsa têkoşîna jinan a li hember qirkirinê hate kirin û wiha hate gotin: “Wekî tê zanîn bi hezarê salan jin li seranserî cîhanê li hemberî sîstemên qirkirin, bişaftin, tunekirin her wiha li hemberî hemû rêbazên tundiyê ji hêla zihniyeta zayenperest, olperest, netewperest û kevneşopiyên ku bi zihniyeta zilamê serdet rûbirû maye. Ev sîstemên ku jin wekî meta dibînin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin ji bo anîna zarokan û pêkanîna pêdiviyên zilam û malbatê. Lê belê tevî vê ziniyet û nêzîkbûnên nemirovî, tu carî jinê serê xwe netewand, berovajî wê her tim di qadên berxwedan û tekoşînê de bûn. Bi taybet piştî damezrandina tevgera azadiya jin û diyariya Rêber Apo di 8’ê Adara 1998’an de ku diyarî hemû jinan kir û bû neqşeriyek ji hemû jinan re da ku azadiya xwe bi dest bixin û li zayenda xwe xwedî derkevin.

Li ser vê bingehê me jî wekî jinên Kurd di serî de û hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta berxwedana jinan di dîrokê de meşandin, heta roja îro ku di encama vê berxwedan û tekoşînê de roja 8’ê Adarê wekî rojeke sembolîk hat naskirin. Em jî wekî jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îsal vê rojê bi rihê jina azad, bi kelacan û germahiyeke pir mezin pêşwazî dikin û bi taybet ku banga Rêbertî ya Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin her wiha silavdayin û baweriya Rêbertî bi hêza jin û pêşengtiya wê. Berxwedana ku jin li Bendava Tişrînê dide meşandin û şehadetên ku li hemberî êrîşên li ser şervanên me, xaka me, enerjiya me tê kirin nerînên Rêbertî bi hêza jinê isbat kir.

Ji ber wê em soz didin ku li banga Rêber Apo xwedî derkevin û naveroka wê fêm bikin û li gorî felsefeya Jin Jiyan Azadî bimeşin û di hişmendiya hevjiyana azad de israr bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YPJ: 10 dagirker hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Li Amedê 8’ê Adarê: Em piştgirî didin banga Rêberê Gelê Kurd
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di keştiya penaberan de şewat derket: Herî kêm 40 kes mirin

Di keştiya penaberan a ku ji Haîtî ber bi Greva Turks û Caicosê ve bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê hate vekirin

Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmeke leşkerî hate vekirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Burçun: Em ê Çewlîkê tevî gel bi rê ve bibin

Namzetê Hevşaredariya Çewlikê Aydin Burçun ê DEM Partiyê diyar kir ku wê Çewlîkê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

El Şara ji asayîbûna têkiliyên bi Îsraîlê re amade ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Tarblûsê di navbera komên çekdarî de şerekî dijwar rû da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cezayê girtîgehê li rojnamevan Evrîm Kepenek hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?