Li Tirkiyeyê sînorê xîzaniyê 90,000 TL, sînorê birçîbûnê jî 30,000 TL ye û mûçeya kûmtirîna a sala 2026’an wekî 28,075 TL hat destnîşankirin. Ev hejmara ku ji hêla Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî ve hatî ragihandin, rastî berteka bi mîlyonan kedkaran hat. Xelkê Amedê vê mûçeyê wekî “mûçeya sefaletê” dibînin, diyar kirin ku kes nikare bi vî pereyî debara xwe bike û ew ê birçî bimînin. Xelkê Amedê anîn ziman ku ev pere li bazarê tenê têra kirîna fêkî û sebzeyên mehekê dike û bi gotina “Bi vê mûçeyê re ji mirovan re dibêjin ku tenê nan û avê bixwin” bal kişand ser krîza ku welat pê re rû bi rû ye.
EV DANE BI ZELALÎ XÎZANIYÊ NÎŞAN DIDE
Li gorî daneyên dahat û şert û mercên jiyanê yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK), di sala 2024an de rêjeya mirovên ku di xetereya xizaniyê de ne gihîştiye ji sedî 13.6. Ev li gorî salek beriya wê zêdebûnek nîşan dide. Anketên sendîkayan eşkere dikin ku ji her 10 kesan 2 kes xizan in û 6 jî deyndar in. Ev tenê asta dahata kêm nîşan nade, di heman demê de malbat jî bi deynan hewl didin bijîn.
Li gorî hin hesaban ji bo jiyaneke hevseng û têrker a malbateke ji çar kesan pêk tê sînorê xîzaniyê di navbera 78,000 TL û 90,000 TL de tê texmînkirin. Lê mûçeya kêmtirîn niha gelekî jê kêmtir e. Mûçeya kêmtirîn gelek caran di binê pêdiviyên xwarinê yên bingehîn a sînorê xîzaniyê de ye. Kesek ku mûçeya kêmtirîn digire gelek caran nikare pêdiviyên bingehîn ên sînorê birçîbûnê pêşwazî bike û her ku diçe dabînkirina xwarina bingehîn û lêçûnên bingehînzehmet dibe.
Xelkê Amed destnîşan kirin ku ew di rojên dawîn ên sala 2025’an de bê hêvî û bê bendewarî ketine sala nû û anîn ziman ku beriya ku mûçeya kûmtirîn were zêdekirin xwarin biha bû. Xelkê Amedê diyar kirin ku ew tenê dikarin li bazarê sebze û piçek fêkî bikirin, bi sepetên vala vedigerin malê û birçî radizên.
Me li bazarek li navçeya Rezan a Amedê derbarê mûçeya kêmtirîn û krîza aborî de nêrînên Amediyan girt. Kesên ku me bi wan re axivîn, pirsgirêkên aboriyê û tedbîrên ku divê bên girtin bi van gotinan anîn ziman:
‘HIN ROJAN NAN NAKEVE MALA ME’
Abbas Guler: “Ez li bazarê dixebitim, mûçeya kêmtirîn jî nagirim. Ez tevahiya rojê dixebitim, lê ez nikarim ji bo zarokên xwe nan bikirin. Ez li vir rûdinim, ewqas ked didim lê heqê keda xwe nastînim. Ev krîz bi salan e li me dixe, lê ev zivistan pir cûda derbas dibe. Vê salê wê her tişt bihatir bibin. Jixwe rewş pir xirab e û wê sala bê hîn xirabtir bibe. Dewlemend dewlemendtir dibin û xizan jî nikarin nan bikirin. Em vê pergalê naxwazin. Ez nikarim nanekî jî deynim ber zarokên xwe. Wê ev pergal bi vî awayî heta kuderê biçe?”
‘EM BIRÇÎ RADIZÊN Û BIRÇÎ ŞIYAR DIBIN’
Hasan Akagunduz: “Dema serê mehê tê, em bi deynan derbara xwe dikin. Ev krîz qet naqede; her ku diçe dihele û krîz zêde dibe. Jixwe ji niha de zêdebûn hazir e, 5 qurûşan didin me û 10 qurûşan paşde distînin. Bila Xwedê bela xwe bide kesên ku bûne sedema vê yekê. Mûçeya kêmtirîn tenê têra debara hefteyekê dike.. Ew pereyên ku distînin nikarin kirêya xwe jî bidin. Em bi deynan tên bazarê. Ya min qet têra me nake. Dema serê mehê tê, 5 qurûş jî di bêrîka min de namîne. Em qet nizanin çi bikin. Em tên bazarê, lê ji bilî sebzeyan em nikarin tiştekî bikirin. Em sebzeyan dixwin û bi şev birçî radizên. Ev rewş wê bi vî rengî berdewam bike. Em ê ji birçîbûnê bimirin, hin jî wê di nava zêdehiyê de bimirin.”
‘MÛÇEYA KÊMTRÎN TÊRA KIRÊ NAKE’
Muhsîne Aslan: Dev ji mûçeya kêmtirîn berdin, 50,000 jî têra ti kesî nake. Mirov nikarin bi mûçeya kêmtirîn kirê bidin. Yên ku dikarin kirê bidin nikarin biçin bazarê, nan bikirin, an jî malbata xwe xwedî bikin. Ew tenê kirê didin. Berê me her tişt bi 50 lîreyan dikirîn; niha ez nikarim bi wî pereyî sebzeyan jî bikirin. Hêza kirîna mirovan bi awayekî berbiçav kêm bûye. Mirov bi şev birçî radizên. Mirov nikarin nan an xwarinê bibînin. Malbat bi sebzeyên li ser çopan berhev dikin, debara xwe dikin. Bi mûçeya kêmtirîn henekê xwe bi mirovan dikin. Bi vî awayî ne dikarin zarokên xwe bidin xwendin û ne jî dikarin tiştekî din bikin. Debara jiyanê pir zehmet e. Ev rewş wê sala bê xirabtir bibe. Rojên xerabtir li benda me ne.”
‘EZ DI FIKARA GELO SIBE ÇI BIBE DE ME!’
Tevfîk Guleş: Kesekî ku bi mûçeya kêmtirîn dixebite, tenê dikare di nava rojê de pêdiviya xwe ya av û nan bi cih bîne. Bi taybetî jî heke zarokên wan hebin, ew nikarin wê jî bidin. Mirov nikare bi mûçeya kêmtirîn zarokên xwe xwedî bike. Mirov êdî nayên bazarê jî. Ev mirov tenê av û nan hesab dikin. Kesekî ku di kirê de be wê çi bike? Ez di kirê de me, kirêya min 20,000 e. Ez çi bikim? Em dibêjin ha îro ha sibê û bi vî awayî hewl didin bijîn. Ew tenê mirovên xwe û dewlemendan difikirin û bi vî awayî mûçeya kêmtirîn diyar dikin. Mirov êdî nikare sîmîtekê jî bixwe. Em çi bikin û çi bibêjin bêwate ye. Heta ku ev pergal neguhere ev rewş wê berdewam bike. Mirov wê di xizaniyê de bijîn. Kesên ku tên bazarê jî nizanin bi pereyên xwe çi dikirin. Ew hemû pereyên xwe xerc dikin, lê sepetên wan vala ne û ew tenê sebzeyan dikirin. Ev qada bazarê xizaniya welêt herî baş nîşan dide. Ez di fikara gelo sibe çi bibe de me. Mirov ber êvarî ji bo fêkiyên mayî yên rizî û erzan bikirin dikevin pêşbaziyê.
‘NE GOŞT NE JÎ SEBZE NAKEVIN MALA ME’
Saliha Tuncel: Ez ğdi du hefteyan carekê diçim bazarê. Her tişt biha ye, ti tişt nayê kirîn. Ez mêçeya teqawidiya herî kêm distînim, lê ew qet têra min nake. Divê li ser vê pergalê biguherînin. Mûçeya min a teqawidiyê di du rojan de diqede û roja sêyemîn bi deynkirinê debara xwe dikim. Em ne vê krîzê û ne jî zêdebûna bihayê ku îsal bê kirin qebûl nakin. Wekî keseke teqawidbûyî nikarim goşt an fêkî bikirin. Ev tişt tenê mehê carekê dikevin mala me. Divê mûçeya kêmtirîn zêde bikin û zêdebûna bihayê kêm bikin. Êdî bes e.

