Tîmên kolandinê yê girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Edara yê pêşesaziyê ya gundewarê Şamê goreke komî dît. Di gorê de 4 cenaze hebûn.
Medyayên ser bi hikumeta demkî ve ragihandin ku tîmên parastina sivîl dest bi derxistina cenazeyan ji gorê kirine û lêkolîn dane destpêkirin.

